KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 52 rûp. 126-rûp. 127 abz. 1
  • Ordiya Yehowaye Agir

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ordiya Yehowaye Agir
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Yên ku bi Mera ne, ji yên ku bi Wanra ne Zêdetir in
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 52 rûp. 126-rûp. 127 abz. 1
Eskerên Sûryayê dor-berê Êlîşa û xulamê wî girtine

DERSA 52

Ordiya Yehowaye Agir

Padşê Sûryayê Ben-hadad berdewam dikir pêşberî Îsraêliya derê. Lê her car Êlîşa pêxember derheqa wê yekê elamî padşê Îsraêlê dikir û padşa dikaribû xwe dûrî dijmina bigire. Lema jî Ben-hadad dixwest Êlîşa bigirta. Ew pêhesiya, wekî Êlîşa şeherê Dotanêda ne, ewî eskerên xwe şande wêderê, wekî wî bigirin.

Êvarê eskerên Sûryayê gihîşte Dotanê. Sibehê zû xulamê Êlîşa derket derva û dît, wekî eskera dor-berê şeher girtine. Ew gelek tirsiya û kire gazî: “Êlîşa em çi bikin?” Êlîşa gote wî: “Yên ku tevî me ne diha zef in, ne ku yên tevî wan”. Wê demê Yehowa usa kir, wekî xulamê Êlîşa ser çiyayên dor-berê xwe, hesp û erebên agir dît.

Êlîşa û xulamê wî dor-berê xwe ordiyayê meleka divînin

Gava eskerên Sûryayê xwestin Êlîşa bigirin, ewî ji Yehowa alîkarî xwest. Nişkêva Yehowa usa kir, wekî esker tevîhev bûn û fem nedikirin kîderê ne. Êlîşa gote eskera: “We ciyê xwe şaş kiriye û hûn hatine şeherekî din. Pey min werên û ezê we bivim bal wî merivî, kîjanî hûn digerin”. Ewana pey Êlîşa heta Sameriyê çûn, kîderê padşê Îsraêlê dijît.

Çaxê eskerên Sûryayê fem kirin ewana kîderê ne, îda gelek dereng bû. Padşê Îsraêlê ji Êlîşa pirsî: “Ez wana bikujim?” Gelo Êlîşa xwest ewê mecalê bide xebatê, seva heyfê weke? Na. Êlîşa got: “Wana nekuje. Xwarinê bide wan û paşda bişîne”. Padşa wana têr kir û şande mala wan.

Eskerê Sûryayê şeherê Sameryada xwarinê dixwin

“Em li ber Xwedê rûsipî ne, çimkî em zanin, heger em tiştekî li gora xwestina wî jê bixwazin, ew dengê me dibihê” (1 Yûhenna 5:14).

Pirs: Yehowa çi cûre Êlîşa û xulamên wî xwey kir? Tu ça difikirî, Yehowa dikare te jî xwey ke?

(2 Padşatî 6:8-24).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin