KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 75 rûp. 178-rûp. 179 abz. 4
  • Mîrê-cina Îsa Dicêribîne

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mîrê-cina Îsa Dicêribîne
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 75 rûp. 178-rûp. 179 abz. 4
Îsa înkar dike, xwe ji bilindciya banê paristgehê jorda bavêje

DERSA 75

Mîrê-cina Îsa Dicêribîne

Îsa înkar dike, xwe ji bilindciya banê paristgehê jorda bavêje

Paşî nixumandinê, ruhê pîroz Îsa bire beriyê. Ewî 40 rojî tiştek nexwar û lema gelek birçî bû. Wî çaxî Mîrê-cina hat, wekî Îsa bicêribîne û gote wî: “Hergê tu bi rastî Kurê Xwedê yî, van kevira, bike nan”. Lê Îsa ji Nivîsarên Pîroz caba wî da û got: “Nivîsar e, wekî seva jîyînê, ne tenê xwarin lazim e, lê gerekê guh bidine hemû xeberên Yehowa”.

Paşê, Mîrê-cina gote Îsa: “Hergê tu bi rastî Kurê Xwedê yî, xwe ji bilindciya banê paristgehê jorda bavêje. Çimkî nivîsar e, wekî Xwedê wê melekên xwe bişîne seva te xwey kin”. Îsa dîsa jî, ji Nivîsarên Pîroz caba wî da: “Nivîsar e, Yehowa Xwedê necêribîne”.

Îsa înkar dike, xwe ji bilindciya banê paristgehê jorda bavêje

Paşê, Şeytan hemû padşatiyên dinê, rewş û hebûna wanva nîşanî Îsa kir û got: “Hergê tu carekê serê xwe ber min daynî, ezê hemû wan padşatiya hebûna wanva bidime te”. Lê Îsa gotê: “Dûrî min here, Şeytan! Nivîsar e, serê xwe tenê ber Yehowa daynin”.

Çaxê Şeytan ji Îsa dûr ket, melek hatin û xwarin dane Îsa. Paşî wê yekê, Îsa mizgîniya Padşatiyê bela dikir. Hema seva wê yekê Îsa hatibû ser erdê. Ew çi ku Îsa digot meriva xweş dihat, û ewana timê pey wî diçûn.

“Gava ew [Mîrê-cin] derewa dike, ew gora binyata xwe dike, çimkî ew derewîn e û bavê derewa ye” (Yûhenna 8:44).

Pirs: Îsa rastî kîjan sê cêribandina hat? Çawa Îsa caba Mîrê-cina dida?

(Metta 4:1-11; Marqos 1:12, 13; Lûqa 4:1-15; Qanûna Ducarî 6:13, 16; 8:3; Aqûb 4:7).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin