KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 76 rûp. 180-rûp. 181 abz. 2
  • Îsa ji Paristgehê Berî Bazirgana Dide

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îsa ji Paristgehê Berî Bazirgana Dide
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Îsa Paristgehê Temiz Dike
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 76 rûp. 180-rûp. 181 abz. 2
Îsa pê qamçî heywana ji paristgehê derdixe û textê wan kê pere diguhêze veldigerîne

DERSA 76

Îsa ji Paristgehê Berî Bazirgana Dide

Biharê sala 30 D.M., Îsa çû Orşelîmê. Wî çaxî gelek meriv hatibûn wî şeherî, ser Cejina Derbazbûnê. Ser wê cejinê paristgehêda heywan qurban dianîn. Hine meriva heywan ji malên xwe dianîn, lê yên din Orşelîmêda dikirîn.

Gava Îsa hate ser wê cejinê, ewî dît wekî hema paristgehêda heywana difroşin. Bazirganên tima mala Yehowada xwera pera çêdikin! Ji bo wê yekê Îsa gelek hêrs ket! Ewî qamçî hilda destê xwe, berx û gamêş ji paristgehê derxistin. Ewî usa jî textên bazirgana welgerand û perê wan rête erdê. Îsa gote ewên ku kevotk difrotin: “Wan her tişta ji vira hildin! Mala Bavê min nekin ciyê kirîn-firotanê!”

Merivên ku paristgehêda bûn, ji kirên Îsa zendegirtî man. Pêxembertiya derheqa Mesîh kete bîra şagirtên wî: “Xîreta hindava mala te agir dilê min dixe”.

Hine wext şûnda sala 33 D.M., Îsa cara duda ji paristgehê berî bazirgana da. Ewî îzin nedida tu kesî, mala Bavê wî bêhurmet kin.

“Hûn nikarin hin Xwedêra, hin jî hebûkêra xulamtiyê bikin” (Lûqa 16:13).

Pirs: Îsa çi kir kengê dît, wekî paristgehêda heywana difiroşin? Çira Îsa usa kir?

(Metta 21:12, 13; Marqos 11:15-17; Lûqa 19:45, 46; Yûhenna 2:13-17; Zebûr 69:9).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin