KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 92 rûp. 214-rûp. 215 abz. 1
  • Îsa Dîsa Xwe Nîşanî Şagirta Dike

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îsa Dîsa Xwe Nîşanî Şagirta Dike
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 92 rûp. 214-rûp. 215 abz. 1
Heta mesî ser agir tê çêkirinê, Îsa tevî şagirtên xwe xeber dide

DERSA 92

Îsa Dîsa Xwe Nîşanî Şagirta Dike

Hine wede paşî wê yekê, çaxê Îsa şagirtara eyan bû, Petrûs safî kir here Bera Celîlê, wekî mesiya bigire. Tûma, Aqûb, Yûhenna û yên din tevî wî çûn. Temamiya şevê wana turê xwe avîtibûne avê, lê qe mesîk negirtin.

Berbangê, ber devê berê wana mêrek dît. Ewî bi dengê bilind wana pirsî: “We qe mesî girt?” Wana gote wî: “Na!” Hingê ewî got: “Torê xwe bavêjine aliyê rastê”. Ewana gura wî kirin, û torê wan usa tije mesî bû, wekî wana nikaribûn tor ji avê derxistana. Wî çaxî Yûhenna fem kir, wekî ew mêr Îsa ye û bi dengê bilind got: “Ewa Îsa ye!” Wê demê Petrûs banzda kete avê û berbi Îsa çû. Lê şagirtên din pê qeyikê gihîştine devê berê.

Gava ewana gihîştine devê berê, wana nan dît û ser agir mesî dihate çêkirinê. Îsa gote şagirta, wekî çend mesiya bînin, yên ku wana girtibû. Û wanira got: “Werên teştê bixwin”.

Petrûs banzda avê û beribi Îsa çû, lê şagirtên din pê qeyikê gihîştine Îsa

Paşî nan-xwarinê, Îsa ji Petrûs pirsî: “Tu min ji mesîgirtinê zêdetir hiz dikî?” Petrûs got: “Belê, tu zanî, wekî ez te diha zef hiz dikim”. Îsa got: “Berxên min biçêrîne”. Îsa cara duda wî pirsî: “Tu min hiz dikî?” Petrûs got: “Îsa, ne tu zanî, wekî ez te hiz dikim”. Îsa gote wî: “Şivantiyê pezên min bike”. Îsa cara sisiya pirsî. Hingê dilê Petrûs gelek êşiya û ewî got: “Xudan, tu her tiştî zanî. Tu zanî, wekî ez te hiz dikim”. Îsa got: “Berxên min biçêrîne”, û zêde kir: “Berdewam ke pey min werê”.

“Îsa wanara got: ‘Pey min werin, ezê we bikime nêçîrvanêd meriva’. Wana jî hema wê demê torêd xwe hîştin û pey wî çûn” (Metta 4:19, 20).

Pirs: Îsa ber bera Celîlê çi cûre keremet kir? Çira Îsa sê cara Petrûs pirsî: “Tu min hiz dikî”?

(Yûhenna 21:1-19, 25; Karên Şandiya 1:1-3).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin