KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 97 rûp. 226-rûp. 227 abz. 2
  • Kornêlyo Ruhê Pîroz Distîne

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kornêlyo Ruhê Pîroz Distîne
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Petrûs Serîkî Kornêlyo Dixe
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • “Xwedê Rastî jî Firqiyê Nake Nava Mileta”
    Şedetiyê Bidin Derheqa Padşatiya Xwedê
  • Mîna Petrûs, Berdewam ke Yehowara Xizmet ke
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 97 rûp. 226-rûp. 227 abz. 2
Kornêlyo Petrûs teglîfî mala xwe dike

DERSA 97

Kornêlyo Ruhê Pîroz Distîne

Qeyseryayêda mêrekî bi navê Kornêlyo dijît, ew sersedê ordiya Romê bû. Rast e ew Cihû nîbû, lê Cihûya qedirê wî digirtin. Ew yekî rem bû û aliyê kesîba dikir. Kornêlyo baweriya xwe Yehowa dianî û hertim wîra dua dikir. Rojekê, melek Kornêlyora hate xuyanê û gote wî: “Xwedê duayên te bihîst. Niha meriva bişîne şeherê Yafayê, kîderê Petrûs dimîne û bêje, wekî bê bal te”. Hema wê demê Kornêlyo sê mêr şande Yafayê, kîjan ji Qeyseryayê 50 kîlomêtira dûr aliyê başûrê bû.

Wî çaxî Yafayêda Petrûs xewn-xeyal dît. Xewn-xeyalêda ewî heywan dîtin, yên ku Cihûyara îzin tunebû bixwin, û ewî deng bihîst, ku digote wî, wan heywana bixwe. Petrûs ew yek înkar kir û got: “Lê min tu car emirê xweda heywanên heram nexwariye”. Hingê deng gotê: “Ew heywanên, ku Xwedê helal kiriye, tu heram hesab neke”. Xêncî wê yekê deng dîsa gote Petrûs: “Sê mêr hatine pey te. Tevî wan here”. Petrûs derî vekir û ji wan mêra pirsî, ku ewana seva çi hatine. Wana got: “Sersedê ordiya Romê, bi navê Kornêlyo, em şandine pey te, wekî tu tevî me bêyî Qeyseryayê, mala wî”. Petrûs wana ser şevekê teglîfî mala xwe kir. Roja din ewana tevî çend bira ji Yafayê çûne Qeyseryayê.

Gava Kornêlyo û Petrûs rastî hev hatin, Kornêlyo ber wî kete ser çoka. Lê Petrûs gote wî: “Rabe! Ez jî merivekî mîna te me. Tu zanî, wekî edetê Cihûya îzinê nade me, herin mala necihûya. Lê Xwedê gote min, wekî bême mala te. Ji kerema xwe bêje min, te çima gazî min kir?”

Kornêlyo gote Petrûs: “Çar roj pêşda min Xwedêra dua dikir û melek minra xuya bû û got, wekî gazî te kin. Lava dikim, xeberên Yehowa me hîn ke”. Petrûs got: “Niha ez divînim, wekî Xwedê firqiyê nake orta meriva! Ew her kesî qebûl dike kê dixwaze wîra xizmet ke”. Û Petrûs wanara gelek tişt derheqa Îsa gilî kir. Paşê ruhê pîroz hate ser Kornêlyo û ser wan kê mala wîda top bibûn, û her kes ji wan hate nixumandinê.

“Lê ji nav her miletîda, yê ku ji wî [Xwedê] xof dike û rastiyê dike li wî qebûl e” (Karên Şandiya 10:35).

Pirs: Çira Petrûs înkar kir heywanên heram bixwe? Çira Yehowa gote Petrûs, wekî here mala necihûya?

(Karên Şandiya 10:1-48).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin