KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 99 rûp. 230-rûp. 231 abz. 4
  • Nobedarê Kelê Rastiyê Qebûl Dike

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Nobedarê Kelê Rastiyê Qebûl Dike
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • “Were Mekedonyayê”
    Şedetiyê Bidin Derheqa Padşatiya Xwedê
  • “Edilayiya Xwedê ... ji her Hiş-Aqilî Derbaztir e”
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 99 rûp. 230-rûp. 231 abz. 4
Nobedarê ji Fîlîpyayê dît, wekî derên kelê vekirî ne, lê hemû girtî wêderê ne

DERSA 99

Nobedarê Kelê Rastiyê Qebûl Dike

Şeherê Fîlîpyayêda keçikeke xulam dijît, ya ku cin ketibûyê. Ewê keçikê koçektî dikir, û bi wê yekê xweyê xwera gelek pere çêdikir. Gava Pawlos û Sîlas hatine Fîlîpyayê, ew keçik gelek roj pey wan diçû. Cin zorê wê dikir, wekî ew bike qare-qar: “Ev meriv xulamê Xwedêyê Herî Jorin in”. Axiriyê Pawlos gote cin: “Bi navê Îsa Mesîh fermanê didime te, ji wê keçikê derê!” Û pêra-pêra cin ji wê derket.

Xweyên wê keçikê fem kirin, wekî ewê îda nikaribe pera wanara çêke û lema jî gelek hêrs ketin. Wana Pawlos û Sîlas girtin, birine bal serwêrên şeher û gotin: “Ew mêr pêşberî qanûna dertên û şeherê me tevîhev dikin!” Serwêra ferman dan, wekî Pawlos û Sîlas bidine ber şiva û paşê bavêjine kelê. Nobedarê kelê wana avîte ciyê lapî kûr û terî, û nigê wan qeydada şidand.

Wêderê Pawlos û Sîlas bi dil Xwedêra distiran, girtiyên din jî guh didane wan. Nişkêva, nîvê şevê, erd qayîm hejiya. Ji bo wê yekê derên kelê vebûn, zincîr û qeyd ji dest-nigê girtiya ketin. Nobedar revî ciyê wan û dît, wekî derên kelê vekirî ne. Ewî tirê hemû girtî revîne û şûrê xwe kişand, wekî xwe bikuje.

Hema wê demê Pawlos kire gazî: “Ziyanê nede xwe! Em hemû jî vira ne!” Nobedar kete hindur û xwe avîte ber nigê Pawlos û Sîlas. Ewî wana pirsî: “Ez çi gerekê bikim, wekî xilaz bim?” Wana gote wî: “Tu û neferên te gerekê baweriya xwe Îsa bînin û hûnê xilaz bin”. Paşî wê yekê Pawlos û Sîlas xeberên Yehowa wanara gilî kirin, nobedar tevî hemû neferên xwe rastî qebûl kirin û hatine nixumandinê.

“Wê dest bavêjine we, we bizêrînin, bibine ber dîwana kinîşta û bikine kela. Bona navê min wê we bibine ber padşa û weliya. Evê wera bibe menî, ku hûn bona min şedetiyê bidin” (Lûqa 21:12, 13).

Pirs: Çira Pawlos û Sîlas avîtine kelê? Çawa nobedar rastî qebûl kir?

(Karên Şandiya 16:16-34).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin