KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 102 rûp. 236-rûp. 237 abz. 2
  • Xewn-Xeyalên Yûhenna

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xewn-Xeyalên Yûhenna
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Ezman, Xewin û Xeyal e, lê Mera Zelal e
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Çi ye Padşatiya Xwedê?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Erd Dîsa Dibe Cinet!
    Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
  • “Va Elaleteke ... Mezin”!
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 102 rûp. 236-rûp. 237 abz. 2
Yûhenna kitêba Eyantî dinivîse

DERSA 102

Xewn-Xeyalên Yûhenna

Çaxê Yûhenna girtin, wî şandin ser girava Patmosê. Wêderê Îsa derheqa axiriyê 16 xewn-xeyal wîra eyan kir. Wan xewn-xeyalada Yûhenna dît, wekî wê ça navê Yehowa bê rûmetkirinê, Padşatiya wî bê, qirara wî bê sêrî ser ezmana û ser erdê.

Xewn-xeyalekêda Yûhenna dît ça Yehowayê Himzor ser textê xwe rûniştibû. Û dor-berê wî 24 rûspî pê kincên sipî rûniştibûn û ser serê wan kofiyên zêrîn bûn. Ji text birûsk û dengê gurîniya erd-ezmana derdiket. Ew 24 rûspî ber Yehowa çok dan û serê xwe daxistin. Xewn-xeyalên dinda Yûhenna divîne elaleta mezin ji her mileta, bereka û zimana, yê ku serê xwe ber Yehowa datanîn. Berx, dêmek Îsa, şivantiyê dike û wana berbi ava jîyînê dibe. Paşî ewî dît, wekî Îsa ser ezman bû Padşa, û destpêkir tevî 24 rûspiya serwêrtiyê bike. Paşê wê yekê, Yûhenna dît ça Îsa tevî zîya, dêmek Şeytan, û cinên wî şer dikir û wan jorda avîtine ser erdê.

Îsa û 144 000 kifşkirî ser çiyayê Siyonê

Paşê Yûhenna divîne, ça Îsa tevî 144 000 kifşkiriya ser Çiyayê Siyonê sekinî ye. Usa jî ewî dît çawa melek ezmênda difirî û digote meriva: “Ji Xwedê bitirsin û şikiriyê bidine wî”.

Xewn-xeyalên dinda ewî şerê Harmegedonê dît. Wî şerîda Îsa û ordiya wî, Şeytan û serwêrtiya wî alt dikin. Xewn-xeyalên paşinda, Yûhenna divîne, wekî ser erdê û ser ezmana dibe edilayî. Şeytan û peyçûyên wî hatine kutakirinê. Hemû efirîna, ça ser erdê usa jî ser ezman destpêkirin navê Yehowa rûmet kin, û tenê wîra xizmet kin.

“Ezê nava te û kulfetê, nava zureta te û zureta wêda dijminatîyê daynim, ewê serê te bihincirîne û tê jî penîya wê bigezî” (Destpêbûn 3:15).

Pirs: Yûhenna çiqas xewn-xeyala dît? Şerê Harmegedonêda Îsa wê çi bike?

(Eyantî 1:1-3; 4:1-11; 7:4, 9-17; 11:15-18; 12:5-12; 14:6, 7; 16:14, 16; 21:5).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin