Pêşxebera Para 13
Îsa hate ser erdê û emirê xwe bona merivên gunekar berva da. Rast e Îsa mir, lê ewî dinya kire bin destê xwe û Yehowara amin ma. Yehowa jî hindava kurê xwe aminî da kifşê û ew ji mirinê rakir. Îsa heta mirina xwe alîkarî dida meriva û gunê wan dibaxşand. Paşî saxkirinê, Îsa hate bal şagirtên xwe, wekî wanara şiroveke ça ewana gerekê wan temiyên ferz bînin sêrî, yên ku ewî wanara hîşt. Alî zarên xwe bikin, wekî ewana fem bikin, ku roja îroyîn em jî gerekê wan temiyên Îsa bînin sêrî.