KILAMA 16
16 Hurmet kin Xwedê, seva Îsa
(Eyantî 21:2)
1. Yehowa Padşa kifş kirye,
Erd kire bin destê wî.
Hîmê Padşatya wî heqî ye,
Hertim gura Bavda ne ew.
(LÊWEGERANDIN)
Hurmet kin Xwedê seva Îsa,
Bijartyê wî hûn qebûl kin.
Hertim pey şivanê rem hûn herin,
ew rya rastra me dibe.
Hurmet kin Xwedê seva Îsa,
Hukumetya wî qebûl kin.
Bi ruhê pîroz hatye kifş kirin,
ku navê Bav rûmet ke.
2. Birên Îsa, yên kifş kirî.
Xwedê her kes bijartye.
Ew ese tevî Îsa Mesîh
Erdê temam bikne Cinet.
(LÊWEGERANDIN)
Hurmet kin Xwedê seva Îsa,
Bijartyê wî hûn qebûl kin.
Hertim pey şivanê rem hûn herin,
ew rya rastra me dibe.
Hurmet kin Xwedê seva Îsa,
Hukumetya wî qebûl kin.
Bi ruhê pîroz hatye kifş kirin,
ku navê Bav rûmet ke.
(Usa jî binihêre Metlk. 29:4; Îşa. 66:7, 8; Yûhn. 10:4; Eyan. 5:9, 10).