KILAMA 20
Te Kurê Xweyî Delal Berva da
Ya Neşirkirî
1. Yehowa, Bavê me,
Bo me çar tune bû.
Qurban te daye me,
Û em xilaz bûn!
Bona te hazir in,
Emrê xwe jî bidin.
Em gelek dixwazin,
Navê te hurmet be.
(LÊWEGERANDIN)
Te Kurê xweyî tek,
Da me em bibne yek.
Emê timê razî bin,
te Kur bona me berva da!
2. Qencya te, remtya te,
Dilê me germ dikin.
Navê te, û dostyê,
Gelek hiz dikin.
Lê lap qîmet ji te,
Qurbana Îsa ye.
Seva ku em bijîn,
Emrê wî bû Kirîn.
(LÊWEGERANDIN)
Te Kurê xweyî tek,
Da me em bibne yek.
Emê timê razî bin,
te Kur bona me berva da!
(XILAZÎ)
Yehowa, Bavê me, em gelek razî ne.
Kurê xwe bona me, ça qurban te berva da.
(Usa jî binihêre Yûhn. 3:16; 15:13).