KILAMA 75
“Va me Ez! Min Bişîne!”
(Îşaya 6:8)
- 1. Îro merî zulmyê dikin, - Navê Yehowa reş dikin. - Gotina wan “Ew bê rem e”, - Bêfem tirê “Xwedê tune”. - Kê wê navê wî rûmet ke? - Kê wê pesnê Xwedê bide? - (LÊWEGERANDIN 1) - “Va ez! Bavo, min bişîne. - Bi dil û can pîroz kim te. - Ev qedrekî gelek mezin e. - Va me ez! Min bişîne!” 
- 2. Merî Xwedê qet natirsin, - “Xwedê zor nîne” dibêjin. - Hinek pûta dihebînin, - Îtbarya xwe Qeyser tînin. - Lê kê wanara wê bêje, - “Roja Axretê nêzîk e”? - (LÊWEGERANDIN 2) - “Va ez! Bavo, min bişîne. - Wekî wanara eyan be. - Ev qedrekî gelek mezin e. - Va me ez! Min bişîne!” 
- 3. Meriyên milûk diçerçirin, - Çimkî zulmî zêde dibin. - Timê rastiyê ew digerin, - Wekî tev Xwedê nêzîk bin. - Lê kê ber dilê wanda bê, - Wana bîne ser riya rastyê? - (LÊWEGERANDIN 3) - “Va ez! Bavo, min bişîne. - Ku yê helal sax bimîne. - Ev qedrekî gelek mezin e. - Va me ez! Min bişîne!” 
(Usa jî binihêre Zeb. 10:4; Hezql. 9:4).