KILAMA 145
Cineta Xwedêye Sozdayî
1. Bav cinetê mera soz dide,
Bi Padşatiyê vegerîne.
Ew wê gune û nexweşyên me,
Şîn û hêsir tev kuta ke.
(LÊWEGERANDIN)
Li ser erdê, va cinet e,
Bi baweriyê tu bivîne.
Sozên Xwedê, Îsa Mesîh
Cinetêda bîne sêrî.
2. Sozên Xwedê, em bawer dikin,
Ku miriyên me, wê vegerin.
“Tê tevî min buhiştêda bî”,
Ev giliyên han, soz da Îsa.
(LÊWEGERANDIN)
Li ser erdê, va cinet e,
Bi baweriyê tu bivîne.
Sozên Xwedê, Îsa Mesîh
Cinetêda bîne sêrî.
3. Belê, Xwedê cinet soz daye,
Li ser erdê Padşa yek be.
Hergê pesnê Xwedê tu bidî,
Tê nîşan kî ku razî yî.
(LÊWEGERANDIN)
Li ser erdê, va cinet e,
Bi baweriyê tu bivîne.
Sozên Xwedê, Îsa Mesîh
Cinetêda bîne sêrî.
(Usa jî binihêre Met. 5:5; 6:10; Yûhn. 5:28, 29).