KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lvs serê 14 rûp. 187-199
  • Her Tiştîda Rast û Helal Bin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Her Tiştîda Rast û Helal Bin
  • Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Bixûne li “Hezkirina Xwedê”
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • HINDAVA XWE RAST Û HELAL BIN
  • HINDAVA NEFERÊN MALÊ RAST Û HELAL BIN
  • CIVATÊDA RAST Û HELAL BIN
  • RAST Û HELAL BIN VÊ DINYAYÊDA
  • RASTÎ Û HELALÎ KEREMA TÎNE
  • Hemû Aliyada Rast û Helal be
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Çira Kar e ku Meriv Rast û Neqelp be
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Hunurê ku ji Almasa Qîmettir e
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
lvs serê 14 rûp. 187-199
Bira înkar dike, ku komputera xweda şiklên necayîz binihêre

SERÊ 14

Her Tiştîda Rast Û Helal Bin

“Em . . . dixwazin ku her tiştî rast bikin” (ÎBRANÎ 13:18).

1, 2. Yehowa çi texmîn dike, çaxê divîne wekî em bi dil û can qewatê didine xebatê, seva ku rast û helal bin?

ROJEKÊ gedek ji mektebê vedigere mal, kîsikek tije pere erdê divîne. Gelo ewê çi bike? Ew dikare xwera bihêle. Lê ew usa nake, ew kîsik dide xweyî. Çaxê diya wî gedeyî ewê yekê pêdihese, ew zara xwera gelek firnaq dibe.

2 Gelek dê-bav şa dibin, çaxê zarên wan rast û helal in. Bavê meyî ezmana Yehowa, “Xwedêyê aminîyê”, jî şa dibe çaxê divîne, wekî em rast û helal in (Zebûr 31:5). Em dixwazin “her tiştî rast bikin”, wekî ew me qebûl ke (Îbranî 13:18). Were em şêwir kin çar derecên usa, nav kîjanada helaliya me dikare bê cêribandinê. Paşê emê pêbihesin, ku em çi karê dikarin bistînin, hergê wan derecada rast û helal bimînin.

HINDAVA XWE RAST Û HELAL BIN

3-5. a) Çawa em dikarin hindava xwe nehelal bin? b) Çi dikare alî me bike helal û rast bin hindava xwe?

3 Hergê em dixwazin hindava meriva rast û helal bin, berî pêşin em gerekê hindava xwe usa bin. Lê ew yek timê hêsa nîne. Qirna yekêda xûşk-birên ji civata Lawdikya xwexa xwe dixapandin bi fikirên usa, wekî Xwedê wanara razî ye, lê bi rastî ew yek usa nîbû (Eyantî 3:17). Em jî dikarin bi wî cûreyî xwe bixapînin, bifikirin ku em merivne gelek baş in.

4 Aqûbê şagirt digot: “Heger yek xwe xwedênas hesab dike û zimanê xwe nikare, ew xwexa xwe dixapîne, xwedênasiya wî pûç e” (Aqûb 1:26). Kî ku zimanê xwe nikare, derewa dike, berzeq e, qerfê xwe meriva dike û difikire, wekî Xwedê dîsa jî xizmetkirina wî qebûl dike, bi vê yekê ew xwexa xwe dixapîne. Çi dikare alî me bike nexapin?

5 Çaxê em xwe neynîkêda dinihêrin, em dikarin xwe rûva bivînin. Lê çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin, em dikarin bivînin bi rastî em merivne çi cûreyî ne. Kitêba Pîroz dikare alî me bike, wekî em bivînin çida lazim e xwe biguhêzin. Em hîn dibin, wekî çi guhastina bikin kirên xweda, usa jî fikir û xeberdana xweda. (Bixûne Aqûb 1:23-25.) Lê hergê em xwera dibêjin, wekî tu kêmasiya me tune, wî çaxî emê nikaribin guhastinên lazim bikin. Lema jî mera lazim e Kitêba Pîroz lêkolîn kin, seva ku rast û helal dîna xwe bidine ser hunurên xwe (Lûrînên Yêremya 3:40; Hagay 1:5). Usa jî dua wê alî me bike bivînin bi rastî em merivne çi cûreyî ne. Duayên xweda em dikarin ji Yehowa bixwazin, wekî ew nîşanî me bike û alîkariyê bide me, wekî kêmasiyên xwe bivînin û xwe rast kin (Zebûr 139:23, 24). Em zanin, wekî “merivê qelp, li ber çevê Xudan zivêr e, lê belê Ew hevalê sitqê dilê rast e” (Metelok 3:32).

HINDAVA NEFERÊN MALÊ RAST Û HELAL BIN

6. Çira jin û mêr gerekê hindava hev rast û helal bin?

6 Gelek ferz e malbeta xweda rast û helal bin. Kengê jin û mêr hindava hev helal in, ewana xwe aza texmîn dikin û hêsa dikarin îtbariya xwe hevdu bînin. Nehelalî zewacêda dikare bi cûre-cûre mêtoda bê eyankirinê. Mesele, jin yan mêr dikare destpêke tevî kesekî bikeve flîrtê, yan pornografiyê binihêre, yan jî dizîva bikeve heleqetiya romantîk tevî kesekî din. Dîna xwe bide, Zebûrbêj çi dibêje: “Ez tevî derewîna rûnanîm û tevî durûya rê naçim” (Zebûr 26:4). Hergê hela hê fikirada jî tu hevalzewacê xwera neamin bî, ew yek dikare ziyanê bide zewaca te.

Bira înkar dike, ku komputera xweda şiklên necayîz binihêre

Derbêra înkar ke wan hemû tişta, çi ku dikarin ser zewaca te xirab hukum kin

7, 8. Ça tu dikarî bi saya Kitêba Pîroz zara hîn kî, wekî ewana helal bin?

7 Usa jî lazim e zara hîn kin, wekî gelek ferz e ku ewana jî rast û helal bin. Dê-bav ewê yekê bi saya Kitêba Pîroz gerekê zarên xwe hîn kin. Ewana dikarin gilî kin derheqa wan meriva, yên ku neamin bûn, mesele: Akanê, ku dizî kir; Gehazî, yê ku derew kir seva pera bistîne; Cihûdayê Îsxeryotî, yê ku pera didiziya û seva 30 zîvî bistîne, nemamiya Îsa kir (Yêşû 6:17-19; 7:11-25; 2 Padşatî 5:14-16, 20-27; Metta 26:14, 15; Yûhenna 12:6).

8 Kitêba Pîrozda usa jî tê gotinê derheqa gelek meselên wan meriva, yên ku helal bûn, mesele: Aqûb kire ser kurên xwe, wekî ewana perê dîtî paşda vegerînin; Yeftah û qîza wî, sozê ku dabûne Xwedê, anîne sêrî; û Îsa Xwedêra amin ma, hela hê derecên çetinda jî (Destpêbûn 43:12; Hakimtî 11:30-40; Yûhenna 18:3-11). Ew mesele dikarin alî zara bikin, wekî ewana fem kin, ku çiqas ferz e rast û helal bin.

9. Hergê dê-bav rast û helal in, ew yek ça dikare alî zara bike?

9 Dê-bav dikarin ji wê prînsîpa Kitêba Pîroz tiştekî ferz hîn bin: “Lê belê awa tu ku hevalê xwe hîn dikî, xwexa xwe hîn nakî? Dannasîn dikî, ku nedizin, lê tu didizî?” (Romayî 2:21). Zar têderdixin, çaxê dê-bav tiştekî dibêjin, lê cûrekî din dikin. Hergê em zarên xwera dibêjin, ku ewana gerekê helal û rast bin, lê xwexa ewê yekê nakin, wî çaxî zar xirab hîn dibin. Kengê zar dibînin, wekî dê-bavê wan hela hê tiştên biçûkda jî derewa dikin, ewana jî wê destpêkin usa bikin. (Bixûne Lûqa 16:10.) Lê hergê zar ji mesela dê-bavaye baş, rastiyê û helaliyê hîn dibin, ew yek dikare karê wanra bîne, çaxê ewana xwexa bibine dê-bav (Metelok 22:6; Efesî 6:4).

CIVATÊDA RAST Û HELAL BIN

10. Çawa em dikarin xeberdanêda hindava xûşk-bira helal bin?

10 Em usa jî gerekê rast û helal bin hindava xûşk-birên xweye Mesîhî. Xebera meye her rojî hêsa dikare derbazî geveztiyê yan buxdana be. Hergê em tiştekî dibêjin, lê nizanin ew yek rast e yan na, wî çaxî em dikarin derewa bela kin. Lema jî diha baş e, em zimanê xwe bikaribin (Metelok 10:19). Seva ku em rast û helal bêne hesabê, ese nîne em bêjin derheqa wan hemû tişta, çi ku difikirin, zanin yan pêhesiyane. Xêncî vê yekê, çi ku em dibihên, hergê rast be jî, ew ne şixulê me ye û eseyî nîne ewê yekê gilî kin (1 Têsalonîkî 4:11). Hine meriv berzeqbûna xwe heq derdixin bi vê gotinê: “Ez rast û helal im”. Lê xizmetkarên Yehowa hertim dixwazin, wekî xeberdana wan merîfetî û qenc be. (Bixûne Kolosî 4:6.)

11, 12. a) Çawa merivê ku gune kiriye, dikare dereca xwe diha xirab ke, hergê ne helal be? b) Kîjan pirs em gerekê hildin hesab? c) Çawa em dikarin rast û helal bin hindava teşkîleta Yehowa?

11 Yehowa rûspî kifş kirine, wekî ewana alîkariyê bidine civatê. Çaxê em tevî rûspiya rast û helal in, wî çaxî wanara hê hêsa dibe alî me bikin. Gelo çira? Hergê tu nexweş ketî û çûyî bal hekîm, seva ku ew alî te bike, gelo tuyê nîşanên nexweşiya xwe ji wî veşêrî? Hergê veşêrî, ewê ça alî te bike? Usa jî hergê me şaşîke mezin kiriye, em gerekê veneşêrin. Dewsa wê yekê em gerekê herin cem rûspiya, wanara hemû tiştî rast û helal bêjin (Zebûr 12:2; Karên Şandiya 5:1-11). Niha bidine ber çevê xwe dereceke din: Tu çi gerekê bikî hergê pêbihesî, wekî hevalê te şaşîke mezin kiriye? (Qanûna Kahîntiyê 5:1). Dibeke tuyê bêjî: “Hergê ez bi rastî hevalê wî me, ez gerekê şaşiya wî veşêrim?” Yan tuyê bînî bîra xwe, wekî rûspî hazir in alî wî bikin, seva ew heleqetiya xwe tevî Yehowa vegerîne û qewî ke (Îbranî 13:17; Aqûb 5:14, 15).

12 Usa jî em gerekê rast û helal bin hindava teşkîleta Yehowa, çaxê hesabên xwe dinivîsin, besa xeberê, hesabê xizmetiya xwe. Û usa jî em gerekê rast û helal bin, çaxê erza bona pêşenga yan erzên din tije dikin. (Bixûne Metelok 6:16-19.)

13. Çawa em dikarin rast û helal bin, çaxê tevî xûşk-bira dixebitin?

13 Xûşk-birên Mesîhî, gerekê şixulên xebatê tevî hebandina Yehowa nexin. Mesele, çaxê em Oda Padşatiyêda, yan xizmetiyêda nin, em şixulên ku xebata meva girêdayî ye nakin. Û usa jî em gerekê seva kara xwe xûşk-bira nedine xebatê. Hergê tu xûşk yan bira bal xwe didî xebatê, tu gerekê heqê xebatê haqas bidî, çiqas ku pêşda we xeber dabû, û gerekê wan hemû borcdariya biqedînî, kîjan bi qanûnê ji te tê xwestinê. Mesele, perê qenckirina wan bidin yan jî kengê îzina wan heye herin hêsa bin, wî çaxî heqê wan kêm nekin (1 Tîmotêyo 5:18; Aqûb 5:1-4). Û usa jî hergê tu bal Şedê Yehowa dixebitî, hîviyê nîbe, wekî ewê hindava teda bi cûrê mexsûs be (Efesî 6:5-8). Em gerekê her tiştî bikin, wekî xebata xwe wededa destpêkin û wededa xilaz kin, û borcdariya xwe bi temamî biqedînin, seva çi jî em heqê xwe distînin (2 Têsalonîkî 3:10).

14. Mesîhî çi gerekê bikin, pêşiya ku destpêkin tevayî bîznêsê bikin?

14 Lê çi em gerekê bikin, çaxê tevî xûşk-birên Masîhî bîznêsê vedikin? Dikeve nava wê yekêda usa jî ew, ku em pera deynî didin, yan jî deynî hildidin. Derheqa derecên usa, Kitêba Pîrozda prînsîpeke ferz tê dayînê: Bira hemû tişt bê nivîsarê! Çaxê Yêremiya erd kirî, ewî ew kirîn-firotan ser du kaxaza nivîsî, ser kaxazekê şeda qolê xwe danîn. Ewî ev herdu kaxaz xwey kir, wekî çaxê lazim be, bide xebatê (Yêremya 32:9-12; usa jî binihêre Destpêbûn 23:16-20). Hinek difikirin, hergê ewana bona her şixuleke perava girêdayî dixwazin, wekî xûşk-bira qolê xwe daynin, usa dikare bê kifşê, ku ewana îtbariya xwe xûşk-bira naynin. Lê bi rastî, gaveke usa dikare me xwey ke ji nefemdariyê, ji xemgîniyê û dudilîbûnê. Bîr neke, wekî edilaya me tevî xûşk-birên meye ruhanî, ji şixulê bîznêsa me diha ferztir e (1 Korintî 6:1-8; binihêre Elametiya Zêde 30).

RAST Û HELAL BIN VÊ DINYAYÊDA

15. Yehowa ça dinihêre ser wê yekê, wekî meriv arş-vêrşiyêda qelpiyê dike?

15 Em gerekê rast û helal bin hindava hemûya, firqî tune ewana Şedên Yehowa ne yan na. Bona Yehowa gelek ferz e, wekî em rast û helal bin. “Mêzîna qelp li ber Xudan heramî ye, lê mêzîna rast li Wî xweş tê” (Metelok 11:1; 20:10, 23). Wedê berê, mêzîn didane xebatê seva kirîn-firotanê. Lê hine bazirgana meriv dixapandin bi wê yekê, ku tişt kêm didane wan, yan jî gelek biha difirotin. Roja îroyîn jî mîna wedê berê, qelpî tiştekî normal tê hesabê. Yehowa ça wedê berê, usa jî roja îroyîn qelpiyê nefret dike.

16, 17. Em gerekê xwe ji çi cûre qelpiyê dûr bigirin?

16 Her meriv dikare rastî dereceke usa bê, wekî helaliya wî bê cêribandinê, mesele, çaxê em kaxaza seva xebatê bistînin, yan ya bona xercdayînê tije dikin, yan jî çaxê mektebêda êgzamîna didin. Gelek meriv bawer dikin, wekî tiştekî xirab wê yekêda tune, ku derewa bikin, tiştekî zêde kin, yan cabên usa bidin, ku meriva bixalifînin. Ew yek me ecêbmayî nake. Kitêba Pîroz pêxembertî kiriye, wekî rojên axiriyêda meriv wê bibine “xwehiz, perehiz . . . neyarêd qenciyê” (2 Tîmotêyo 3:1-5).

17 Carna usa dikare bê kifşê, wekî merivên qelp wê dinêda hê pêşdaçûyî ne (Zebûr 73:1-8). Ji bo helaliya xwe Mesîhî dikare xebata xwe unda ke, aliyê perada bê xapandinê, yan jî ser xebatê neheqiyê li wî bikin. Lê rastî û helalî ji her qurbanekê çêtir e. Çima?

RASTÎ Û HELALÎ KEREMA TÎNE

18. Çima navê baş usa qîmet e?

18 Roja îroyîn hindik in merivên rast, helal û bi îtbar. Mecala me her kesî heye, wekî navekî usa xwera qazanc kin (Mîxa 7:2). Hine meriv dibeke ser we bikenin û we ça merivê gêj hesab kin, çimkî hûn merivne rast û helal in. Lê hinek wê ji bo helaliya we, îtbariya xwe we bînin û we gelek qîmet kin. Ser temamiya dinyayê, Şedên Yehowa têne naskirinê ça merivne rast û helal. Gelek mezinên xebatê dixwazin, wekî Şedên Yehowa bal wan bixebitin, çimkî zanin ewana rast û helal in. Çaxê xebatçiyên din ji bo qelpiya xwe xebata xwe unda dikin, wî çaxî Şedên Yehowa xebatêda dimînin.

Xûşk bi dil û can xebata xwe berdewam dike, wî çaxî jî kengê hevalxebatkarên wê usa nakin

Em dikarin Yehowa rûmet kin, hergê xebata xwe bi dil û can bikin

19. Rastî û helalî ça dikare ser heleqetiya te tevî Yehowa hukum ke?

19 Hergê tu rast û helal bî, îsafa te wê temiz be û tuyê edilaya dil bistînî. Em dikarin çev bidine Pawlos, yê ku digot: “Em eseyî zanin ku îsafa me rihet e” (Îbranî 13:18). Ya lape ferz ew e, ku Bavê meyî bi hizkirin, Yehowa, wê bivîne, wekî tu qewatê didî xebatê, seva ku hemû tiştîda rast û helal bî, û ewê cefê te qîmet ke. (Bixûne Zebûr 15:1, 2; Metelok 22:1.)

PRÎNSÎPÊN JI KITÊBA PÎROZ

1 EM DIJÎN DINYA QELPDA

“Hemû meriv hevra derewa dibêjin, . . . û dilê qelp xeber didin” (Zebûr 12:2).

Çi dikare alî me bike, wekî em hindava xwe rastû helal bin?

  • (Zebûr 31:5; Îbranî 13:18)

    Yehowa dixwaze, wekî em hindava xwe û merivên din, rast û helal bin.

  • (Zebûr 139:23, 24; Aqûb 1:23-25)

    Duakirin û xwendina Kitêba Pîroz dikare alî me bike, bivînin bi rastî em merivne çi cûreyî ne, û nava xweda guhastina bikin.

2 RASTÎ Û HELALÎ MALBETÊDA, EDILAYÊ Û YEKTIYÊ PÊŞDA TÎNE

“Ez . . . tevî durûya rê naçim” (Zebûr 26:4).

Çima ferz e malbetêda rast û helal bin?

  • (Metelok 6:16-19)

    Helaliya hindava nefera, îtbariyê pêşda tîne. Neferên malê gerekê tevî hev helal bin wî çaxî jî, kengê ew yek çetin e.

  • (Metelok 22:6; Efesî 6:4)

    Çaxê zar divînin wekî dê-bav rast û helal in, wanara hêsa dibe, rast û helal bin.

3 RASTÎ Û HELALÎ CIVATÊRA KARÊ TÎNE

“Çimkî merivê qelp, li ber çevê Xudan zivêr e, lê belê Ew hevalê sitqe dilê rast e” (Metelok 3:32).

Çima ferz e, wekî xûşk-bira civatêda rast û helal bin?

  • (Metelok 10:19; Kolosî 4:6)

    Em her gav dixwazin rastiyê xeber din, lê xeberdana me hertim gerekê bi merîfetî û qenc be.

  • (Qanûna Kahîntiyê 5:1; Îbranî 13:17; Aqûb 5:14, 15)

    Çaxê em tevî rûspiya rast û helal in, wî çaxî wanara hê hêsa ye alî me bikin.

  • (Yêremya 32:9-12; Efesî 6:5-8)

    Çaxê em tevî xûşk-bira bîznêsêda şixulkariyê dikin, em gerekê bi temamî rast û helal bin, û borcdariya xwe biqedînin.

4 RASTÎ Û HELALÎ TIMÊ KARÊ TÎNE

“Navê qenc ji hebûka pir qenctir e” (Metelok 22:1).

Dîsa kîjan derecên jîyîna xweda em gerekê rast û helal bin?

  • (Zebûr 37:21; Metta 22:17-21; Romayî 13:1-7; Efesî 4:25, 28)

    Em gerekê rast û helal bin, çaxê pirsên xebatê safî dikin tevî mezinê xebata xwe, mektebêda êgzamîna didin, blanka heqdayînê tije dikin, yan kaxazên ku dewlet dewa dike, tije dikin.

Çima rastî û helalî ji hebûkê çêtir e?

  • (Zebûr 15:1, 2; Metelok 11:1; 1 Tîmotêyo 6:9, 10)

    Çaxê meriv rast û helal e, ew yek gelek qîmet e. Rastî û helalî, wê alî te bike îsafa temiz qazanc kî. Yehowa gelek qîmet dike, çaxê em qewatê didine xebatê, wekî rast û helal bin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin