DERS 16
Qewî ke û Hêlan ke
(Îbo 16:5)
FIKIRÊN SEREKE: Dîna guhdara bide ne li ser problêma, lê ser safîkirina wan. Tiştên usa bêje, çi ku wê wana hêlan ke.
EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:
Nihêrandina pozîtîv cem guhdarên xwe pêşda bîne. Bawer be, ku xûşk-bira dixwazin dilê Yehowa şa kin. Hela hingê jî gava tu gerekê şîretê bidî, pêşiyê bi dil payê wan bide hergê dibe.
Înformasiyona derheqa tiştên nebaş, kêm bide xebatê. Hergê têma xweda tu dixwazî derheqa hine tişt yan qewimandinên nebaş bêjî, wê baş be hingê bêjî, çaxê bi rastî lazim e yan tiştekî tu gerekê îzbat kî. Têma te gerekê bi temamî tiştên pozîtîv meriyara bide kifşê.
Xebera Xwedê rind bide xebatê. Dîna guhdara bide wê yekê, ku Yehowa îda çi kiriye, çi dike, û wê çi bike bona însanetê. Guhdarên xwe qewî ke û hêlan ke.