KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lff dersa 7
  • Gelo Yehowa yekî Çawa ne?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Yehowa yekî Çawa ne?
  • Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KÛR LÊKOLÎN KE
  • TEMAMKIRIN
  • HÊ ZÊDE PÊBIHESE
  • Bi Rastî Îsa Yekî Çawa ne?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Paşî Nixumandinê Berdewam ke “Merivê Nû” li Xwe ke
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
lff dersa 7
Dersa 7. Berî êvarê mêrek ser tepe sekinî ye û okyanûsê dinihêre.

DERSA 07

Gelo Yehowa yekî Çawa ne?

Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî

Tu ça didî ber çevê xwe, Yehowa yekî çawa ne? Dibeke tu difikirî ku ew yekî Himzor e, lê gelek ji me dûr e, çawa steyrkên galaksiyêda. Yan tu difikirî ku ew ne ku kes e, lê qewat e, çawa birûsk? Lê bi rastî Yehowa yekî çawa ne? Kitêba Pîroz hine hunurên Yehowa eyan dike. Xebera wîda usa jî tê gotinê, ku ew bona te xem dike.

1. Gelo em çira nikarin Xwedê bivînin?

“Xwedê ruh e” (Yûhenna 4:24). Bedena Yehowaye fîzîkî tune, çawa ya me heye. Ew Ruh e û nava ezmanada dijî, ciyê ku em nikarin bivînin.

2. Kîjan in hine hunurên Yehowa?

Rast e em nikarin Yehowa bivînin, lê çaxê em wî nas dikin, bal me hizkirin hindava wîda pêşda tê, çimkî gelek hunurên wîye hewas hene. Kitêba Pîroz dibêje: “Xudan heqîyê hiz dike û pişt nade aminêd Xwe” (Zebûr 37:28). Ew usa jî “îsaf û rem e” (Aqûb 5:11). “Xudan nêzîkî dilşkestîya ye û merim-belengaza didebirîne” (Zebûr 34:18). Lê te zanibû wekî tu dikarî dilê Yehowa yan şa bikî, yan jî bêşînî? Merivê ku tiştên xirab dike, ew Xwedê bînteng dike û dilê wî dêşîne (Zebûr 78:40, 41). Lê merivê ku tiştên rast dike, dilê Xwedê şa dike (Bixûne Metelok 27:11.)

3. Yehowa ça dide kifşê ku ew me hiz dike?

Hunurê Yehowayî sereke ew heye hizkirin. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhenna 4:8). Yehowa ne tenê pê Kitêba Pîroz hizkirina xwe eyan dike, lê usa jî bi wan tişta, çi ku ewî efirandiye (Bixûne Karên Şandiya 14:17.) Bifikire ku ewî em ça efirandine. Mesele em dikarin rengên bedew bivînin, miqamên hewas bibihên û tema xwarinên xweş têderxin. Dêmek, Xwedê dixwaze em emirê xwera şa bin.

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese Yehowa ça tiştên mezin û girîng dike. Usa jî bivîne ku Ew ça hunurên xweyî hewas mera eyan dike.

4. Ruhê Pîroz qewata Xwedê ye

Şikil: Tiştên ku bi saya ruhê pîroz hatine kirinê. 1. Planêt û gerdûn. 2. Nivîskarê Kitêba Pîroz fikirên ji bîna ber Xwedê, kitêbên gulumetkkirîda dinivîse.

Çawa ku em destê xwe didine xebatê seva tiştekî bikin, usa jî Yehowa ruhê xweyî pîroz dide xebatê. Kitêba Pîroz eyan dike, wekî ruhê pîroz ne kes e, lê qewata Xwedê ye, bi saya kîjanî ew çi ku dixwaze, tîne sêrî. Bixûne Lûqa 11:13 û Karên Şandiya 2:17, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Em dikarin ruhê pîroz ji Xwedê bixwazin û ew wê bide me. Dêmek tu ça difikirî, ruhê pîroz kes e yan qewata Xwedê ye? Şiroveke çira tu usa difikirî.

Yehowa ruhê xweyî pîroz dide xebatê, wekî tiştên mezin û girîng bîne sêrî. Bixûne Zebûr 33:6 û 2 Petrûs 1:20, 21, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Kîjan hine tiştada Yehowa ruhê xweyî pîroz daye xebatê?

Şikil: Tiştên ku bi saya ruhê pîroz hatine kirinê. 1. Planêta û gerdûn. 2. Nivîskarê Kitêba Pîroz ji bîna ber Xwedê dinivîse.

5. Hunurên Yehowaye gelek hewas hene

Mûsa xizmetkarê Yehowayî amin bû, lê ewî dixwest Efirandarê xwe diha rind nas ke. Ewî gote Xwedê: “Rîyêd xwe li ber min veke wekî ez te nas bikim” (Derketin 33:13). Yehowa caba wî da bi wê yekê, ku hine hunurên xwe wîra eyan kir. Bixûne Derketin 34:4-6, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Yehowa kîjan hunurên xwe Mûsara eyan kir?

  • Tu kîjan hunurên Yehowa zef begem dikî?

6. Yehowa bona meriva xem dike

A woman praying.

Cimeta Yehowaye Îbranî Misirêda dîl bûn. Lê Yehowa çi ser xwe texmîn dikir, çaxê didît ku cimeta wî zelûliyêda ne? Vêxe AÛDÎO û bixûne Derketin 3:1-10. Paşê van pirsa şêwir ke:

AÛDÎO: “Yehowa Zelûliya Cimeta Xwe Didît” (2:45)

  • Ew rêz ça eyan dikin vê yekê, ku Yehowa ça xwe texmîn dike çaxê cimeta wî diçerçire? (Bixûne rêzên 7 û 8.)

  • Tu ça difikirî, Yehowa dixwaze alî cimeta xwe bike û ew dikare vê yekê bike? Çira erê, yan çira na? Şiroveke.

7. Efrîn hunurên Yehowa eyan dikin

Şikil: Hût tevî çêjika xwe, kulîrk û kalîbrî.

Yehowa hunurên xwe bi efrînên xwe eyan dike. Vêxe VÎDÊO. Paşê bixûne Romayî 1:20, û evê pirsê şêwir ke:

VÎDÊO: “Efrîn Hizkirina Yehowa Eyan Dikin; Bedena Mêriv” (1:57)

  • Tu kîjan hunurên Yehowa divînî van tiştada, çi ku ewî efirandiye?

HINE MERIV DIBÊJIN: “Xwedê ne kes e, ew tenê qewat e, kîjan ku hemû dera ye.”

  • Lê tu ça difikirî?

  • Tu çira usa difikirî?

TEMAMKIRIN

Yehowa kesê ruhanî ye, kîjan ku nayê dîtinê, û gelek hunurên wîye hewas hene, îlahî hizkirin.

Wekilandin

  • Em çira nikarin Yehowa bivînin?

  • Çi ye ruhê pîroz?

  • Kîjan hine hunurên Yehowa hene?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Hê zêde pêbihese derheqa çar hunurên Yehowaye sereke.

”Xwedê yekî Çawa Ne?” (“Birca Qerewiliyê” № 1, 2019)

Pêbihese wan îzbatkirina, ku Yehowa ne hemû dera ye.

”Gelo Xwedê Hemû Dera ye?” (Gotara ji malperê)

Pêbihese ku çira Xebera Xwedê ruhê pîroz beramberî destê Xwedê dike.

“Çi ye Ruhê Pîroz?” (Gotara ji malperê)

Bona merivekî kor çetin bû bawer ke, wekî Xwedê wî hiz dike. Pêbihese ku çira ewî nihêrandina xwe hindava vê yekê guhast.

”Niha Ez Dikarim Alî Meriya Bikim” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Cotmehê, 2015)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin