KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lff dersa 23 abzasa 1-6
  • Nixumandin Nêteke Hêja ye!

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Nixumandin Nêteke Hêja ye!
  • Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • TEMAMKIRIN
  • HÊ ZÊDE PÊBIHESE
  • Nixumandin; Dewakirin e bona Mesîhiya
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Tu Hazir î Bêyî Nixumandinê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Nixumandin û Heleqetiya Te Tevî Xwedê
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Nixumandin Çi Tê Hesabê?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
Hê Zêde Binihêre
Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
lff dersa 23 abzasa 1-6
Dersa 23. Jinik avêda tê nixumandinê û dibe Şedê Yehowa.

DERSA 23

Nixumandin Nêteke Hêja ye!

Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî

Îsa got wekî Mesîhî gerekê bêne nixumandinê (Bixûne Metta 28:19, 20.) Lê nixumandin çi ye? Meriv gerekê çi bike, wekî bigihîje vê nêtê?

1. Nixumandin ça gerekê bê kirinê?

Xebera Yûnanî kîjan ku hatiye welgerandinê ça “nixumandin”, tê hesabê “bikine bin avê”. Çaxê Îsa Çemê Ûrdunêda hate nixumandinê, avê bi temamî bedena wî dada û paşê Îsa “ji avê derket” (Marqos 1:9, 10). Hema usa îro jî Mesîhiyên rast çaxê têne nixumandinê, bi temamî dikevine binê avê.

2. Nixumandin çi dide kifşê?

Çaxê meriv tê nixumandinê, ew dide kifşê wekî ewî îdî xwe tesmîlî Yehowa Xwedê kiriye. Lê meriv ça xwe tesmîlî Xwedê dike? Pêşiya ku meriv bê nixumandinê, ew duada Yehowara dibêje, ku dixwaze temamiya emirê xwe Wîra xizmet ke. Ew soz dide ku wê tenê Yehowa bihebîne û emirê xweda qirara Wî bide ser ciyê pêşin. Ew safî dike “xwe înkar ke” û pey Îsa here (Metta 16:24). Tesmîlbûyîn û nixumandin mecalê dide wî merivî, wekî tevî Yehowa bibe dostê nêzîk û usa jî tevî wan, yên ku Xwedêra xizmet dikin.

3. Meriv çi gerekê bike pêşiya ku bê nixumandinê?

Seva ku bêyî nixumandinê, gerekê Yehowa nas bikî û baweriya xwe hindava wî qewî kî (Bixûne Îbranî 11:6.) Çiqas zanebûna te derheqa Yehowa zêde be û baweriya te qewî be, haqas hê zêde tuyê Yehowa hiz bikî. Bêşik, hingê tuyê bixwazî merivara derheqa Wî gilî kî û pê prînsîpên wî bijîyî (2 Tîmotêyo 4:2; 1 Yûhenna 5:3). Gava meriv “çawa layîqî Xudan e, her aliyava li wî xweş” bê, ew îdî dikare safî ke xwe tesmîlî Xwedê ke û bê nixumandinê (Kolosî 1:9, 10).a

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese ku em ji nixumandina Îsa çi hîn dibin û meriv çi gerekê bike, wekî bê nixumandinê.

4. Em ji nixumandina Îsa çi hîn dibin

Seva ku derheqa nixumandina Îsa hê zêde pêbihesî, bixûne Metta 3:13-17. Paşê van pirsa şêwir ke:

  • Gelo Îsa zara biçûk bû çaxê hate nixumandinê?

  • Ew ça hate nixumandinê? Tenê hine av reşandine ser wî, yan ew bi temamî kete bin avê?

Îsa paşî nixumandinê destpêkir wî şixulî bîne sêrî, kîjan ku Xwedê tesmîlî wî kiribû. Bixûne Lûqa 3:21-23 û Yûhenna 6:38, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çaxê Îsa hate nixumandinê kîjan şixul bona wî lape ferz bû?

5. Nixumandin nêteke rêalî ye

Diqewime sêrîda tesmîlbûyîn û nixumandin tera ça barê giran bê kifşê. Lê dibeke tu bêyî ser vê nêtê, ku evê gavê bavêjî û dudilî nebî. Seva ku bivînî ça hine meriva ev gav avîtine, vêxe VÎDÊO.

VÎDÊO. “Bibine Dostên Yehowayî Nêzîk” (1:11)

Bixûne Yûhenna 17:3 û Aqûb 1:5, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çi dikare alî te bike wekî bona nixumandinê hazir bî?

A. Jinik duada xwe tesmîlî Xwedê dike. B. Paşê ew jinik avêda tê nixumandinê û dibe Şedê Yehowa.
  1. Em xwe tesmîlî Yehowa dikin çaxê wîra soz didin, ku emê temamiya emirê xwe wîra xizmet kin

  2. Çaxê em têne nixumandinê, bi wê yekê em didine kifşê ku me xwe tesmîlî Xwedê kiriye

6. Çaxê em têne nixumandinê, em dibine para malbeta Yehowa

Çaxê em têne nixumandinê, em dibine para malbeta Yehowaye hemdinyayê. Hemû hînkirinên Şedên Yehowa û prînsîpên jîyîna wan yek in, firqî tune ewana ji kîderê ne yan çi miletî ne. Bixûne Zebûr 25:14 û 1 Petrûs 2:17, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Nixumandin ça hukum dike ser heleqetiya mêriv tevî Yehowa û usa jî tevî bawermendên Wî?

Şikil: Ew xûşka nixumandî bi şabûnê difikire derheqa heleqetiya xweye baş tevî xûşk-birên civatê. 1. Ew dilê xwe vê xûşkêra vedike. 2. Ew alî xûşkekê dike .3. Ew tevî xûşk-birên cahil û yên emirda mezin, xwarinê dixwe 4. Ew tevî xûşkekê mêrikekîra şedetiyê dide. 5. Ew tevî du xûşkên ji cûre-cûre mileta şiklê xwe dikişîne.

HINE MERIV DIBÊJIN: “Ez hazir nînim wekî bême nixumandinê.”

  • Hergê tu jî usa difikirî, gelo ew tê hesabê wekî tu îdî gerekê ewê nêtê daneynî pêşiya xwe?

TEMAMKIRIN

Li gora hînkirinên Îsa, hemû Mesîhî gerekê bêne nixumandinê. Lê seva ku bigihîjine vê nêtê, gerekê baweriya xwe hindava Yehowa qewî kin, pê prînsîpên wî bijîn û xwe tesmîlî wî kin.

Wekilandin

  • Nixumandin çi ye û çira ew yek gelek ferz e?

  • Tesmîlbûyîn û nixumandin ça hevva girêdayî ne?

  • Meriv çi gerekê bike, pêşiya ku xwe tesmîlî Xwedê ke û bê nixumandinê?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese nixumandin çi tê hesabê.

“Nixumandin Çi Tê Hesabê?” (Gotara ji malperê)

Pêbihese ku meriv gerekê çi bike, wekî bê nixumandinê.

“Hizkirina Hindava Yehowa Berbi Nixumandinê Hêlan Dike” (“Birca Qerewiliyê”, Adar, 2020)

Bixûne derheqa mêrikekî kîjanî safî kiribû bê nixumandinê, lê safîkirina wî tenê ser êmosiya nîbû.

“Wana Dixwest wekî Ez Xwexa Rastiyêda Bawer bim” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Sibatê, 2013)

Pêbihese ku çira hêja ye bêyî nixumandinê, û vê yekêda çi wê alî te bike?

“Gelo Hêja ye Bême Nixumandinê?” (“Pirsên Cahila û Şîretên Kêrhatî”, Para 2, serê 37)

a Meriv gerekê ese bê nixumandinê hergê jî rêlîgiyeke dinda hatiye nixumandinê. Çira? Çimkî rêlîgiyên din rastiya ji Kitêba Pîroz hîn nakin (Binihêre Karên Şandiya 19:1-5 û Dersa 13.)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin