Para 3 Wekilandin
Wan pirsa tevî dersdarê xwe şêwir ke:
- Bixûne Metelok 27:11. - Tu çima dixwazî Yehowara amin bî? - (Binihêre Dersa 34.) 
 
- Tu ça dikarî safîkirinên baş bikî, gava Kitêba Pîroz temiyên konkrêt nade? - (Binihêre Dersa 35.) 
- Tu ça dikarî hemû derecada helal bî? - (Binihêre Dersa 36.) 
- Bixûne Metta 6:33. - Tu ça dikarî “berê pêşin li Padşatiya Xwedê” bigerî, çaxê pirs xebatê û perava girêdayî ye? - (Binihêre Dersa 37.) 
 
- Tu kîjan hine derecada dikarî bidî kifşê, wekî mîna Yehowa emir qîmet dikî? - (Binihêre Dersa 38.) 
- Bixûne Karên Şandiya 15:29. - Tu ça dikarî temiya Yehowa derheqa xûnê pêk bînî? 
- Bi texmîna te dewakirinên Yehowa bi bîlanî ne? - (Binihêre Dersa 39.) 
 
- Bixûne 2 Korintî 7:1. - Çi tê hesabê, temizaya fîzîkî û nav-namûsiyê? - (Binihêre Dersa 40.) 
 
- Bixûne 1 Korintî 6:9, 10. - Kitêba Pîroz derheqa sêksê çi dibêje? Tu vê yekêra qayîl î? 
- Kitêba Pîroz derheqa xebitandina îçkê çi dibêje? 
 
- Bixûne Metta 19:4-6, 9. - Nihêrandina Xwedê ser zewacê çi cûreyî ye? 
- Çima him zewac, him jî hevqetandin gerekê li gora qanûnê destûrkirî be? - (Binihêre Dersa 42.) 
 
- Wedederbazkirin û cejinên ça Yehowa xweş nayên, û çima? - (Binihêre Dersa 44.) 
- Bixûne Yûhenna 17:16 û Karên Şandiya 5:29. - Tu ça dikarî tevnebûyînê xwey kî? 
- Hergê qanûna dewletê miqabilî qanûna Xwedê ye, hingê tuyê çi bikî? - (Binihêre Dersa 45.) 
 
- Bixûne Marqos 12:30. - Tu ça dikarî bidî kifşê, ku Yehowa hiz dikî?