KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • CO-pgm23 rûp. 7-8
  • Elametî bona Mêvana

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Elametî bona Mêvana
  • Bernama Civata Mezin ya Sala 2023
  • Têmên Mîna Wê
  • Elametî bona Mêvana
    Bernama Civata Mezin ya Sala 2024
  • Elametî bona Mêvana
    Bernama Civata Mezin ya Sala 2020
  • Elametî bona Hazira
    Bernama Civata Mezin ya Sala 2019
  • Elametî bona Hazira
    Bernama Civata Mezin ya Sala 2018
Hê Zêde Binihêre
Bernama Civata Mezin ya Sala 2023
CO-pgm23 rûp. 7-8

Elametî bona Mêvana

BIRÊN CABDAR Şixulê wan bira ew e, ku alî me bikin. Lema jî, ji kerema xwe bi temamî tevî wan şixulkariyê bikin û çi ku ewana dibêjin bikin. Mesele kîderê avta xwe gerekê bidine sekinandinê, çawa terbetiyê xwey kin, ciyên xwe bigirin û dîsa tiştên din.

NIXUMANDIN Ewên ku bêne nixumandinê, gerekê roja Şemiyê şebeqê ciyên xwe wêderê bigirin, kîderê ku wanara hatiye kifşkirinê, seva ku guh bidine gotara nixumandinê. Her kes ji wana gerekê tevî xwe pêjgîr û kincê layîq seva nixumandinê bîne.

QURBANKIRIN Li ser civata mezin êpêce ciyên seva rûniştandinê hene, hacetên dengbihîstinê û usa jî tiştên din. Ev hemû tişt bi rastî jî xercava girêdayî ne. Bi wan tişta em hemûşk şabûnê distînin û ew yek alî me dike hê nêzîkî Yehowa bin. Qutiyên seva qurbankirinê hûn dikarin hêsa di oda civata mezinda bivînin, ewana usa jî bi nîşana hatine kifşkirinê. Hûn dikarin bi onlayn qurbankirina bikin ser malpera me donate.jw.org. Hemû qurbankirinên we pir têne qîmetkirinê. Koma Rêberiyê razîbûna xwe hindava we hemûşka dide kifşê, wekî hûn bi merdanî piştgiriya şixulê Padşatiyê dikin.

ALÎKARIYA PÊŞIN Ji kerema xwe bîra xweda xwey kin, ku li wir tenê alîkariya bi lez didin.

ÎDARA TIŞTÊN UNDAKIRÎ Hemû tiştên undakirî, yên ku hatine dîtinê, gerekê bînin vê Îdarê. Hergê we tiştek unda kir, ji kerema xwe werên vê Îdarê û tiştên xwe bivînin. Zarên ku hatine undakirinê, usa jî gerekê bînin vê Îdarê. Lema jî seva ku tu kesî eciz nekin û nekevine strêsê, ji kerema xwe miqatî zarên xwe bin û bira ewana timê kêleka we bin.

CIYÊ RÛNIŞTANDINÊ Ji kerema xwe hindava yên dinêna jî berbihêr bin. Cî tenê seva neferên mala xwe bigirin, tevî kê hûn pê avtê hatin, ewên ku tevî we dimînin, ewên tevî kîjana hûn hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin. Ji kerema xwe li ser ciyê kêleka xwe, tu tişt nehêlin seva ku yên dinêna bivînin, wekî ew cî vala ye û bikaribin xwera cî bigirin.

ALÎKARIYA REZEDILÎ Hergê hûn dixwazin alîkariyê bidine şixulê ku derbazkirina civata mezinva girêdayî ye, dikarin nêzîkî Îdara Elametiya û Qulixiya Rezedilî bin.

CIVATA MEXSÛS

Xûşk-bira odêda rûniştine, nivîsara dikin û guh didin.

Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê

Ewên ku dixwazin xizmetkirinêda hê zêde bikin, têne teglîfkirinê ser civîna Mekteba bona Mizgînvanên Padşatiyê roja Ledê. Wede û ciyê derbazkirina vê civatê, wê bê elamkirinê.

Koma Rêberiyê ya Şedên Yehowa Hazir Kiriye

© 2023 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin