KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lmd dersa 6
  • Mêrxas bin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mêrxas bin
  • Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Mesela Îsa
  • Em ji Îsa Çi Hîn Dibin?
  • Çev Bidine Îsa
  • Cabên Wan Pirsa Bivînin:
    Bernama Civata Mezine Yekrojî ya Sala 2018-2019 (Tevî Berpirsiyarê Mihalê)
  • Mêrxasiyê Bide Me
    Bi Dil û Can bona Yehowa Bistirên
  • Mêrxasiyê Bide Me
    Bistirên Yahowara—Kilamên Teze
  • Yahowa wê Alî Te Bike, ku Mêrxas bî
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2018)
Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin
lmd dersa 6

XEBERDANÊ DESTPÊKIN

Îsa dibêje Zexayo ku ji baxê peya be û meriv ecêbmayî wana dinihêrin.

Lûqa 19:1-7

DERSA 6

Mêrxas bin

Prînsîp: “Me bi qewata Xwedê xwe dîsa turuş kir, nava wê miqabiliya giranda Mizgîniya Xwedê wera bêjin” (1 Têsln. 2:2).

Mesela Îsa

Îsa dibêje Zexayo ku ji baxê peya be û meriv ecêbmayî wana dinihêrin.

VÎDÊO: Îsa Şedetiyê Dide Zexayo

1. Binihêrin VÎDÊO, yan jî bixûnin Lûqa 19:1-7. Paşê van pirsa şêwir kin:

  1. Çira dibeke hine meriva xwe ji Zexayo dûr digirtin?

  2. Çi Îsa hêlan kir şedetiyê bide Zexayo?

Em ji Îsa Çi Hîn Dibin?

2. Em gerekê mêrxas bin, seva ku her kesîra derheqa Padşatiya Xwedê gilî kin.

Çev Bidine Îsa

3. Gumana xwe bidine ser Yehowa. Ruhê Pîroz qewat dida Îsa ku Mizgîniyê bela ke, û ew dikare we jî qewî ke (Met. 10:19, 20; Lûqa 4:18). Yehowara bona mêrxasiyê dua kin, seva ku bikaribin şedetiyê bidine wan meriva jî, tevî kîjana ku hûn ditirsin xeber din (Kar. Şand. 4:29).

4. Pêşda derheqa meriva xirab nefikirin. Em dikarin xwe dûrî hine meriva bigirin ji bo reng-rûyê wan, halê wane matêrîalî, cûrê jîyîna wan, yan jî ji bo rêlîgiya wan. Lê bîr nekin:

  1. Yehowa û Îsa dila divînin, lê em nikarin.

  2. Yehowa rem e û mecalê dide her kesî ku bêne guhastinê.

5. Mêrxas bin, lê usa jî merîfet û fesal bin (Met. 10:16). Merivara nekevine dewê. Gava hûn divînin ku meriv naxwaze guh bide Mizgîniyê, yan jî gava hûn têderdixin ku tiştekî nebaş dikare biqewime, bi merîfetî xeberdana xwe xilaz kin (Metlk. 17:14).

USA JÎ BINIHÊRIN

Kar. Şand. 4:31; Efes. 6:19, 20; 2 Tîmt. 1:7

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin