KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 4/1 rûp. 4-7
  • Hînbûna Kitêba Pîroz Bona Hemûya

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hînbûna Kitêba Pîroz Bona Hemûya
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • HÎNBÛN ÇI CÛREYÎ DERBAZ DIBE?
  • Çi Tê Hesabê Kûrsa Hînbûna Kitêba Pîroz Tevî Şedên Yehowa?
    Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa
  • Ji Kîderê Em Dikarin Bivînin Cabên Pirsên Girîng?
    Ji Kîderê Em Dikarin Bivînin Cabên Pirsên Girîng?
  • Te Xweş Hat Çi ku Tu Pêhesiyayî?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!; Hînbûna Kitêba Pîroz Destpêkin.
  • Çira Lazim e Hîn bin Kitêba Pîroz?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 4/1 rûp. 4-7
Hînbûna kitêba pîroz

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | HÛN DIXWAZIN KITÊBA PÎROZ HÎN BIN?

Hînbûna Kitêba Pîroz Bona Hemûya

Şedêd Yahowa têne naskirinê bi dannasînkirinê. Lê hûn zanin ku em usa jî derbaz dikin hînbûna Kitêba Pîroze bi bernama hemdinyayê?

Mêrik ciyê xebata xwe hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dibe

Di sala 2014-da, 8 000 000 zêdetir Şedêd Yahowa di 240 welatada, her meh derbaz kirine weke 9 500 000 hînbûna Kitêba Pîroz.a Rastî jî, ew hejmara merivêd ku tevî me Kitêba Pîroz hîn dibin, ji hejmara hine welata zêdetir e, û weke 140 welatêd usa hene.

Seva ku ew şixulê hînkirinê biqedînin Şedêd Yahowa her sal neşir dikin weke mîlyardek û nîv hev Kitêba Pîroz, kitêb, jûrnal, û tiştêd mayîne bona hînbûna Kitêba Pîroz, weke li ser 700 zimana! Ew neşirkirina girîng, mecalê dide meriva wekî Kitêba Pîroz hîn bin ser kîjan zimanî dixwazin.

“Min tu car hiz nekiriye di mektebêda hîn bim. Lê eva hînbûna gelek hewas e! Ew çi ku ez pêdihesiyam gelek dilgermî dida min!” (Katlêgo, Afrîkaya Başûrê.)

“Evê hînbûnê ne ku tenê caba ser pirsêd min da, lê ez hê zêde tişt pêhesiyam”. (Bêrta, Meksîka.)

“Hînbûna Kitêba Pîroz tevî min mala minda derbaz dikirin, û wî wedeyî kengê minra dest dida. Ji vê zêdetir minê çi bixwasta!” (Hezekel, Brazîlya.)

“Cara dersek 15 yan 30 deqe dikişand, lê cara hê zêde. Ew girêdayî bû vê yekêva ku çiqas wedê min hebû!” (Vînîana, Avstralya.)

“Ew hînbûn bê pere bû, û ez ecêb mayî mam!” (Aîmê, Bênîn.)

“Hînkarê min gelek bi sebir bû û heyf bû. Em hevra gelek nêzîk bûn”. (Karên, Îrlenda Bakûrê.)

“Gelek meriv Kitêba Pîroz hîn dibin, lê nabine Şedêd Yahowa”. (Dênton, Înglîstan.)

HÎNBÛN ÇI CÛREYÎ DERBAZ DIBE?

Formata Kûrsa Hînbûnê Çi Cûre Ye?

Em cûre-cûre têmêd Kitêba Pîroz dijbêrin û rêzêd ji Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, kîjan ku tevî wan têma girêdayî ne. Mesele, Kitêba Pîroz caba van pirsa dide: Kî ye Xwedê? Ew çi cûreyî ye? Navê wî heye? Ew ku dijî? Em dikarin nêzîkî wî bin? Lê lazime bizanibin, ku wan caba di Kitêba Pîrozda kîderê bivînin.

Seva ku alî meriya bikin wekî ewan caba bivînin, em didine xebatê kitêba bi 224 rûpêla, navê vê ye “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”b Ew kitêba hatiye çêkirinê seva ku alî meriva bikin, wekî fem bikin hînkirinêd serekeye Kitêba Pîroz. Nava wêda ne dersêd derheqa Xwedê, Îsa Mesîh, kul-derdêd meriva, saxkirin, duakirin, û gelek têmêd mayîn.

Kengê û kîderê dikarin hînbûnê derbaz kin?

Hînbûnê dikarin derbaz kin wî wedeyî û wî ciyî ça wera dest dide.

Hînbûn çiqas wede dikişîne?

Gelek meriv Kitêba Pîroz heftê carekê weke sihetekê hîn dibin. Lê wede bona hînbûn kifşkirî nîne. Em pê grafîka we dikarin bên. Hinek her heftî 10 yan 15 deqa hîn dibin.

Seva ku ewê hînbûnê bi temam derbaz bin çiqas pere lazim e?

Hînbûn û kitêbêd hînbûnê bê pere ne. Çimkî Îsa Mesîh temî da şagirtêd xwe: “We bêheq standiye, bêheq jî bidin” (Metta 10:8).

Seva ku ewê hînbûnê bi temam derbaz bin çiqas wext lazim e?

Ew yek weva girêdayî ye. Di kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîrozda?” 19 ders hene. Hûn xwexa dikarin safî kin her carekê çiqasî derbaz bin.

Gelo ezê borcdar bim bibime Şedêd Yahowa?

Na. Em zanin ku îzina her kesî heye wekî bijbêre çi bawer ke. Meriv ku pêdihese hînkirinêd sereke ya Kitêba Pîroz, xwexa wê safî ke çi bijbêre.

Kîderê ez dikarim înformasiya zêde bistînim?

Malpera jw.org înformasiya rast dide derheqa baweriya û karkirina Şedêd Yahowa.

Ez çi gerekê bikim wekî tevî min Hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin?

  • Merivêd ku dixwazin hînbûna Kitêba Pîroz tevî wan derbaz bin, xwestina xwe bi cûre-cûre elam dikin; yan bi onlayn dinivîsin, yan jî bi nema

    Xwestina xwe bi onlayn binivîsin ser malpera www.jw.org.

  • Binivîsin ser adresa ku di vê jûrnalêda ser rûpêla duda heye.

  • Têklî bin tevî Şedêd Yahowa ku nêzîkî we dimînin.

a Hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin tevî merivekî yanê jî bi kom.

b Şedêd Yahowa neşir kirine. Ev kitêb 230 mîlyon hevî zêdetir hatiye neşirkirinê li ser 260 zimana zêdetir.

ALÎKARÎ BONA MALBETÊ

Hezeqel

“Çaxê jina min hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, min texmîn kir ça ew aliyê başda dihate guhastinê. Heleqetiya me di malbetêda diha baş bibû. Min xwest pêbihesim hela ew çi hîn dibe, û min jî destpêkir hîn bim. Hînbûna Kitêba Pîroz neferê mala me hê zêde nêzîkî hev kir”. (Hezekel.)

Karên

“Çaxê min destpêkir hînbûna Kitêba Pîroz, min pêra-pêra narkotîk û îçke terk da. Ez hîn bûm êmosiyêd xwe kontrol kim. Niha mala min mîna berê levketî nîne. Ez hîn bûm qedirê neferê mala xwe bigirim, û seva wana xem bikim, ji bo çi jî şabûnê distînim. Ez merîkî zef bextewar im!” (Karên.)

Vînîana

“Çaxê min destpêkir hînbûna Kitêba Pîroz, geleka ez neheq dikirim. Lê yeke mêrê min pişta min digirt û digote min: ‘Kê çi dibêje ez guh nadime wan. Ez divînim wekî tu aliyê başda têyî guhastinê, bona min ew tiştekî lapî ferz e. Lema jî, berdewan ke hînkirina xwe’. Malbeta me tu car usa bextewar nîbû ye!” (Vînîana.)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin