KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 6/1 rûp. 6-7
  • Sînorê Zandariyê Heye

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Sînorê Zandariyê Heye
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Têmên Mîna Wê
  • Kara Zandariyê Jîyîna Merivêd Îroyînda
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Şedên Yehowa ser Zandariyê Ça Dinihêrin?
    Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 6/1 rûp. 6-7
Zandar laboratorîayêda

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | GELO MERIVÊD ÎROYÎNRA KITÊBA PÎROZ LAZIM E?

Sînorê Zandariyê Heye

Wan paşwextiya, gelek edebiyet derketine, ku bela dikin nihêrandina “atêîzma teze”. Ji bo wan edebyeta gelek dew û şêwirkirin pêşda tên. Neyrobîolog Dêvîd Îglman derheqa wê yekê got: “Ewêd ku ewan edebiyeta dixûnin, paşê usa difikirin ku tê bêjî zandar hemû tiştî zanin”. Ewî usa jî zêde kir, bi rastiyê zandar timê tiştêd teze pêdihesin.

Steyrnas têlêskopê dide xebatê

Rastî jî, nava gelek qirnada zandarêd aqil, tiştêd teze pêdihesiyan derheqa dinyayê. Lê hineka wedê lêkolînkirinêd xwe şaşiyêd mezin berdan. Îsaak Niyûton zandarekî girîng bû. Ewî şirovekir ku çawa qewata giravîtasiyayê hevva girêdide, planêta, steyrka, û galaktîka di gerdûnêda. Ewî analîza matêmatîkî saz kir, kîjan ku tê xebitandinê seva çêkirina kompoterê, rêwîtiya kosmosêda û bona tiştêd din. Lê ew jî şaş bû, çimkî ew mijûl dibû bi alxîmiyayêva, dêmek psêvdozandariyêva, dêmek bawer dikir ku bi saya steyrnasiyê, sêrbaziyê û usa jî bi cûre-cûre mêtala dikare zêr çêke.

Steyrnasê Yûnanî Ptolomêy, 1 500 sala zêdetir pêşiya Niyûton, bêy tu haceta, dêmek tenê bi çevê xwe ezman lêkolîn dikir. Ewî şirovekir çawa şev li ezmana planêta diçintên, û alîkarî da bona sazkirina xerîtê. Lê ew yeke bawer dikir, ku erd sêntra gerdûnê ye. Astrofîzîk Karl Sagan derheqa Ptolomêy nivîsî: “Meriv 1 500 sala mîna Ptolomêy difikirîn, ku erd sêntra gerdûnê ye. Û ew yek îzbat dike, ku hela hê merivêd gelek întêlêktûal jî, dikarin şaşiyêd mezin berdin”.

Zandar Kitêba Pîroz dixûne

Zandarêd îroyîn jî dikarin şaşiya berdin. Lê gelo rastî ewana wê bikaribin derheqa gerdûnê bi temamî pêbihesin? Eyan e, ku bi rastiyê jî zandarî îro gelek pêşda çûye û karê mera tîne, lê yeke em gerekê bîra xweda xwey kin ku sînorê zandariyê jî heye. Fîzîk Pol Dêvîs got, ku tu car naqewime ku kesek bikaribe bi temamî pêbihese dinya çi cûreyî ye, û her derecekî û her pirsîda bikaribe caba logîkî bide. Ew fikir rastiyê îzbat dike: Meriv nikarin heta xilaziyê dinyayê fem kin. Lema jî, em gerekê fesal bin çaxê dibêjin ku zandarî dikare hemû tiştî şiroveke.

Eyan e ku zandarî nikare rêberiya usa bide, çawa ku Kitêba Pîroz dide

Kitêba Pîroz derheqa tebiyetê dibêje: “Ewa tenê qeraxêd rêyêd wî [Xwedê] ne, û tenê piste-pist tê bihîstin derheqa wan” (Îbo 26:14, DT). Eyan e ku gelek û gelek tişt hene, kîjan ku ji femkirina meriva der e. Rastî jî, giliyêd Pawlos kîjan ku 2 000 sal pêşda nivîsiye, îro jî rast in: “Çiqasî kûr in dewlemendtî, serwaxtî û zanebûna Xwedê! Qirarêd wî çiqasî ji hiş-aqila dûr in û kes serederiyê ji riyêd wî nake!” (Romayî 11:33).

Rêberiya ku Zandarî Nikare Bide

Zandarî zanebûnê dide derheqa temamiya dinyayê û gerdûnê. Lê Kitêba Pîroz rêberî û prînsîpa dide, kîjan ku alî meriva dike, ku edilayê xwey kin, usa jî şa û bextewar bijîn. Werên hine mesela bivînin.

  • Dest ku sekinandinê dide kifşê

    Sekinandina Zulmiyê

    Qedirê jîyînê bigirin

    “Nekujî” (Derketin 20:13, PKM).

    “Her kesê ku birê wî ber çeva reş e, ew mêrkuj e” (1 Yûhenna 3:15).

    Edilayê xwey kin

    “Ji xirabiyê bireve, qenciyê bike, li aştiyê [edilayê] bigere, li pey wê here” (Zebûr 34:14, ÎM).

    “Û berê rastiyê ji aliyê yê ku bi edilayîyê diçîne tê çinînê” (Aqûb 3:18).

    Ji zordariyê birevin

    “Yê rast dicêribîne Xudan, ji yê xirab, ji yê zordar eciz e” (Zebûr 11:5, ÎM).

    “Dil nebijîne kesê zordest û qet ji rêyêd wî, yekî jî nejibêre. Ji ber ku Xudan ji rêşaşan dikerihe” (Metelok 3:31, 32).

  • Malbet

    Bextewariya Malbetê

    Guh bidine dê-bavê xwe

    “Zarno, çawa bawermendêd Xudan gura dê û bavê xweda bin, çimkî ev yek rast e. ‘Qedirê dê û bavê xwe bigire ku ev e temiya pêşin tevî sozdayînê, ‘wekî çerxa te rast be û ser erdê emirê te dirêj be” (Efesî 6:1-3).

    Zarêd xwe şîret kin

    “Û hûn bavno, zarêd xwe hêrs neêxin, lê wan bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin” (Efesî 6:4).

    “Bavno, hêrsa zarêd xwe ranekin, wekî ew ber xwe nekevin” (Kolosî 3:21).

    Hevalzewacê xwe hiz bikin û qedirê wî (wê) bigirin

    “Belê ji we her kes jî bira jina xwe hiz bike çawa xwe û jin ji mêrê xwe xof bike [qedir bigire, DT]” (Efesî 5:33).

  • Bax

    Xweykirina Erdê

    Îsraêla berêda derheqa merivêd ku erdê xirab dikin, nivîsîbû: “Dinya di bin yêd ku ser rûniştineda gemarî bû . . . Û yêd ku li wir rûniştine sûcdar derketin” (Îşaya 24:5, 6). Xwedê wê “qira wan” bîne, yêd ku dinê xirab dikin (Eyantî 11:18). Ew meriv bêdîwankirin namînin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin