TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | JÎYÎN PAŞÎ MIRINÊ—GELO DIQEWIME?
Gelo Heye Guman bona Miriya?
Gelo mirî dikarin dîsa bijîn?
KITÊBA PÎROZ CABA VÊ PIRSÊ DIDE: “Wext nêzîk dibe, ku hemûyêd tirbada wê dengê [Îsa] bibihên . . . rabin” (Yûhenna 5:28, 29).
Usa Îsa pêxembertî kir, ku axiriyêda, bin serwêrtiya Padşatiya wîda wê Warê Miriya vala be. Fêrnando, derheqa kîjanî têma dinda hatibû gotinê giliyê usa dibêje: “Ez pir ecêbmayî mam çaxê min cara pêşin xwend Yûhenna 5:28, 29. Ewê yekê gumana rêalî da min, û min destpêkir bi optîmîsmê binihêrim ser axiriyê”.
Wedê berê, mêrekî amin bi navê Îbo, guman bû ku Xwedê wê ese wî vegerîne jîyînê, paşî mirina wî. Ewî pirseke usa da: “Heger meriv bimire, gelo dikare dîsa bijî?” Paşê ewî got: “Ezê temamiya rojên qûltiya xweda hîviyê bim [di Warê Miriyada] heta azabûna min bê. Tê gazî min bikî, ezê jî caba te bidim” (Îbo 14:14, 15, DT).
Rabûna Lazar ji mirinê, gumanê dide me bona axiriyê
Merta xûşka Lazar jî derheqa rabûna miriya zanibû. Çaxê Lazar mir, Îsa gote Mertayê: “Birê teyê ji mirinê rabe”. Mertayê caba Îsa da û got: “Ez zanim Roja Axretê, Roja Rabûnê ewê rabe”. Paşî wan giliya Îsa jêra got: “Ez im rabûn û jîyîn! Ewê ku min bawer bike, heger bimire jî wê bijî” (Yûhenna 11:23-25). Paşê Îsa Lazar sax kir. Ew qewimandina ecêbmayî, dide kifşê qewimandinên girîng axiriyêda. Bidine ber çevê xwe, ku rabûna miriya wê nav temamiya dinyayê biqewime!
Gelo wê hebin yên ku bona jîyîna ser ezmana ji mirinê rabin?
KITÊBA PÎROZ CABA VÊ PIRSÊ DIDE: Xebera Xwedê eyan dike ku rabûna Îsa ji mirinê, ji rabûna yên din ku Kitêba Pîrozda têne gilîkirinê, cude dibe. Çimkî ew heyşt meriv hemûşk rabûn bona jîyîna ser erdê. Lê derheqa Îsa Kitêba Pîroz usa dibêje: “Îsa Mesîhe . . . yê ku çûye ezmên, li milê Xwedêyî rastê ye” (1 Petrûs 3:21, 22). Lê gelo tenê Îsa bona jîyîna li ezmana ji mirinê rabû? Îsa gote şagirtên xwe: “Gava ez herim û wera cî hazir kim, ezê dîsa bêm û we bibime cem xwe, wekî ez li ku bim, hûn jî li wê derê bin” (Yûhenna 14:3).
Îsa Mesîh çû li ezmana û bona hatina hine şagirtên xwe hemû tişt hazir kir. Hejmara ewên ku wê bona jîyîna ser ezmana ji mirinê rabin 144 000 e (Eyantî 14:1, 3). Lê gelo ewên ku wê tevî Îsa li ezmana bin, wê derê wê çi bikin?
Ewana wê gelek şixulkariyê bikin. Kitêba Pîroz dibêje: “Xwezilî û buhurtî-jibare ye, ewê ku para wî tevî rabûna miriyaye pêşin heye. Mirina duda li ser wan hukum nake, lê ewê bibine kahînên Xwedê û Mesîh û wê tevî wî hezar salî padşatiyê bikin” (Eyantî 20:6). Ewên ku bona jîyîna ser ezman wê bêne saxkirinê, wê çawa kahîn û padşa tevî Îsa serwêrtiyê ser erdê bikin.
Paşê dîsa wê kê bê saxkirinê?
KITÊBA PÎROZ CABA VÊ PIRSÊ DIDE: Bi rêberiya Xwedê Kitêba Pîrozda giliyên usa hatine nivîsarê: “Ez Xwedêda jî guman im, çawa ku ew jî wê gumanê ne, ku hemû heq û neheqê ji mirinê rabin” (Karên Şandiya 24:15).
Kitêba Pîroz mera îzbat dike ku bi mîlyona meriv wê dîsa vegerine jîyînê
Lê kê ne merivê “heq” derheqa kîjanî Pawlos got? Were em binihêrin meselekê. Daniyêlê aminra pêşya mirina wî hate gotinê: “Tuyê bigihîjê rihetiyê û di dawiya rojanda tuyê ji bo standina miraza xwe hişyar be” (Daniyêl 12:13). Lê kîderê Daniyêl wê ji xewa mirinê hişyar be? “Kesên rast wê rûyê erdê, bi mirazî bistînin û her û her li ser bijîn” (Zebûr 37:29, AB). Îsa jî pêxembertî kir û got: “Xwezî li şkestiya, çimkî dinyayê para wan be” (Metta 5:5). Daniyêl û jin mêrên mayîne amin, wê ji mirinê rabin, seva ku dîsa li ser erdê bijîn, lê îda heta-hetayê.
Lê kê ne merivê “neheq” ku Pawlos nav kir? Ew bi mîlyarda meriv in, yên ku dijîtin û mirin, û mecala heçî zef ji wan tune bû, ku fem kin û bidine xebatê rastiya Kitêba Pîroz. Paşê çaxê ewana vegerine jîyînê, îda wê mecala wan hebe ku derheqa Yahowaa û Îsa pêbihesin û razî bin ji wan (Yûhenna 17:3). Ew hemû merivên ku safî kin Xwedêra qulix kin, wê bikaribin heta-hetayê bijîn, çawa Xwedê heta-hetayê dijî.
Ew hemû merivên ku safî kin Xwedêra qulix kin, wê bikaribin heta-hetayê sihet-qewat û bextewar bijîn
Jîyîn li ser erdê wê çawa be?
KITÊBA PÎROZ CABA VÊ PIRSÊ DIDE: Xwedê wê “ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn” (Eyantî 21:4). “Û wê xaniyan ava bikin û rûnin û rezan deynin û mêwa wê bixwin” (Îşaya 65: 21).
Hela bidine ber çevê xwe ewî emirî, ku hûnê tevî merivên xweyî hizkirî bin, kîjan ku wê ji mirinê rabin! Lê pirsek dimîne: “Hûn ça dikarin bawer bin ku bi rastiyê jî mirî wê rabin?”
a Yahowa ew heye navê Xwedê, çawa ku Kitêba Pîroz eyan dike.