KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 12/1 rûp. 6-7
  • Alîkarî seva ku Kitêba Pîroz Fem kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Alîkarî seva ku Kitêba Pîroz Fem kin
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ALÎKARÎ WEDÊ BERÊ
  • ALÎKARÎ ROJA ÎROYÎN
  • Çawa Kitêba Pîroz Dikare Jîyîna min Aliyê Başda Biguhêze?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Çira Em Dannasîn Dikin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Hê Zêde Alîkarî Bona Malbetê
    Hişyar Bin!—2018
  • Hîn be wekî di Xizmetêda Hê Cêribandî bî; Dîna Meriya Didin ser JW.ORG
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2018)
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 12/1 rûp. 6-7

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | HÛN DIKARIN FEM KIN

Alîkarî seva ku Kitêba Pîroz Fem kin

Bidine ber çevê xwe ku hûn cara pêşin diçine welatekî xerîb. Wêderê wera nenas in meriv, edet, xwarin, û tiştên din. Femdarî ye ku hûn dibeke ji bo vê yekê dilteng bin.

Usa jî çaxê hûn Kitêba Pîroz cara pêşiyê dixûnin, dibeke hûn dilteng bin. Çimkî hûn tê bêjî dikevine dinyake berê ku wera xerîb e. Li wêderê, hûn rastî cimeta Filîstiya tên, pêdihesin derheqa edetên ku bona we ecêb in, mesele kinca ser xwe diqelêşin, yan jî hûn pêdihesin derheqa xwarina ku nav dikirin mana (Derketin 16:31; Yêşû 13:2; 2 Samûyêl 3:31). Ew hemû tişt dikare nefemdarî be. Çawa wê derecêda ku hûn diçine welatekî xerîb, gelo hûnê razî nîbin alîkariyê bistînin ji wî merivî, kîjan ku dikare wera tişta şiroveke?

ALÎKARÎ WEDÊ BERÊ

Ji wî wedeyî çaxê Nivîsarên Pîroz hatine nivîsarê qirna 16 B.D.M., meriva alîkarî distandin seva ku ewê têkstê fem bikin. Mesele, Mûsa kîjan ku rêberê cimeta Îsraêlê yê ewlin bû, “dest bi şirovekirina” nivîsarê dikir (Qanûna Ducarî 1:5, PKM).

Dehe qirne şûnda jî hebûn merivên cêribandî, ku alî meriva dikirin wekî Nivîsarên Pîroz fem kin. Sala 455 B.D.M., gelek Cihû, usa jî gelek zar, li meydana şeherê Orşelîmê top bûn. Û ewên ku Kitêba Pîroz meriv hîn dikirin, dîsa jî “ji pirtûkê [Nivîsarên Pîroz] . . . bi eşkeretî” xwandin. Wana ne ku tenê xwendin, lê “mena wê dan û tiştên ku xwendine ji wanra rave kirin [şirovekirin]” (Nehemiya 8:1-8).

Paşî pênc qirna, usa jî Îsa Mesîh şixulê hînkirinê dikir. Bi rastiyê, ew nava merivada nas bû çawa dersdar (Yûhenna 13:13). Ewî ça elaleta mezin usa jî başqe meriv hîn dikirin. Carekê çaxê ewî ser çiyê elaleteke mezin hîn dikir, ew “elalet ser hînkirina wî zendegirtî man” (Metta 5:1, 2; 7:28). Biharê sala 33 D.M., Îsa rêva tevî du şagirtên xwe xeberdida, çaxê nêzîkî şeherê Orşelîmê dibû, û wanra “nivîsar şirovedikirin” (Lûqa 24:13-15, 27, 32).

Şagirtên Îsa jî Xebera Xwedê merivara şirovedikirin. Carekê wezîrê Êtyopiyayê parek ji Nivîsarên Pîroz dixwend, û hingê şagirtê bi navê Fîlîpo nêzîkî wî bû û ji wî pirsî: “Çi ku tu dixûnî fem dikî?” Ewî caba Fîlîpo da: “Ezê çawa bikaribim fem bikim, heger yek minra şiroveneke?” Û Fîlîpo wîra şirovekir ku ew par çi tê hesabê (Karên Şandiya 8:27-35).

ALÎKARÎ ROJA ÎROYÎN

Çawa wedê berê hebûn dersdar ku Kitêba Pîroz merivara şirovedikirin û hîn dikirin, îro Şedên Yahowa nav temamiya dinyayê di 239 welatada wî şixulê hînkirina Kitêba Pîroz dikin (Metta 28:19, 20). Her heftiyê Şedên Yahowa alî nehe mîlyon meriva zêdetir dikin, ku Kitêba Pîroz fem bikin. Gelek ji wan meriva ne ji rêlîgiya mesîhiya ne. Ew hînbûn bê pere ye. Hûn dikarin ewê hînbûnê derbaz bin ciyê ku wera dest dide. Hineka xweş tê çaxê ewê hînbûnê tevî wan bi têlê yan bi komputerê derbaz dikin.

Ji kerema xwe têklî bin tevî Şedên Yahowa, seva ku pêbihesin ku hûn çawa dikarin karê bistînin ji hînbûna Kitêba Pîroz. Hûnê pêbihesin ku Kitêba Pîroz ew kitêb nîne ku neyê femkirinê, lê ev “kêrhatî ye bona hînkirinê, lêhilatinê, rastkirinê û şîretkirina jiyîna rastiyêda”, seva ku hûn “bona hemû kirinêd qenc hazir” bin (2 Tîmotêyo 3:16, 17).

Binihêre vîdêoyê “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?” ser malpera www.jw.org

Binihêre vîdêoyê “Ça Derbaz Dibe Hînbûna Kitêba Pîroz?” ser malpera www.jw.org

Alîkarî ser vê Malperê

Jinik kafêda rûniştîye û dinihêre malpera jw.org

Hûn dixwazin xwexa derheqa Kitêba Pîroz hê zêde bizanibin? Hûn dikarin ser malpera jw.org pêbihesin. Ev malper ser 700 zimana zêdetir înformasiya derheqa Kitêba Pîroz dide. Wera wê hewas be pêbihesin derheqa wan têma ku di malperêda nin:

Pirsên ku gelek meriv didin

  • Gelo nêta jîyînê çi ye?

  • Gelo çira meriv dimirin?

  • Gelo paşî mirinê çi diqewime?

(Binihêre HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > PIRSÊN KITÊBA PÎROZVA GIRÊDAYÎ)

Problêmên şexsî

  • Tu çi dikarî bikî hergê ketî dêprêsiyayê?

  • Çaxê rastî nexweşiya kronîkî tên

  • Problêmên perava girêdayî û deyn

(Binihêre HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > PIRSÊN KITÊBA PÎROZVA GIRÊDAYÎ)

Alîkarî bona malbetê

  • Çi bikin wekî hevdura nekevine dewê

  • Ça alî zarên xwe bikin cabdariyên xwe bînin sêrî

  • Prînsîpên nav-namûsiyê zarên xwe hîn kin

(Binihêre HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > ZEWAC Û MALBET)

Şîret bona cahila

  • Ça nekevine ber bayê wan meriva, yên ku dixwazin tevî me bikevine heleqetiya sêksûalî?

  • Çi bikim çaxê qerfên xwe min dikin

  • Çawa tenêbûnê alt kim

(Binihêre HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > CAHIL)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin