KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp16 № 4 rûp. 14-15
  • Tu Hazir î Baweriya Xwe Himberî Hînkirina Kitêba Pîroz Bikî?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tu Hazir î Baweriya Xwe Himberî Hînkirina Kitêba Pîroz Bikî?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇAWA BAWERIYA XWE HIMBERÎ KITÊBA PÎROZ KIN
  • Çi ye Padşatiya Xwedê?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Îsa Mesîh Kî ye?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
wp16 № 4 rûp. 14-15

Tu Hazir Î Baweriya Xwe Himberî Hînkirina Kitêba Pîroz Bikî?

TU XWE hesab dikî ça Mesîhî? Hergê erê, tu nava hejmara du mîlîarda meriva zedetirda nî, yên ku eyan qebûl dikin, wekî ewana peyçûyên Mesîh ne. Îro bi hezara kom hene, yên ku xwe nav dikin ça Mesîhî, û hela hê orta wanda jî firqî heye çawa hînkirinêda usa jî nihêrandinêda. Dibek baweriya te jî gelek cude dibe ji baweriya merivên ku xwe nav dikin Mesîhî. Gelo lazim e kûr bifikirin hela em çi bawer dikin? Belê, xût wî çaxî hergê tu dixwazî li gora baweriya Mesîhiya bijîy, û usa bikî çawa ku Kitêba Pîroz hîn dike.

Peyçûyên Îsa Mesîh yê pêşin eyan bûn ça “mesîhî” (Karên Şandiya 11:26). Nelazim bû navekî din wanara bidana, çimkî wî wedeyda tenê baweriya Mesîhtî hebû. Mesîhî yektiyêda pey hînkirin û rêberiya Sazkarê Mesîhiya diçûn, dêmek Îsa Mesîh. Lê derheqa dêra xwe çi dikarî bêjî? Tu bawer dikî, wekî ew hîn dike ewê yekê çi ku Îsa hîn dikir û dike ew, çi ku peyçûyên Mesîh dikirin? Lê çawa tu dikarî di vê yekêda îzbat bî? Meceleke baş heye û ev Kitêba Pîroz e, çi ku alî me dike baweriya xwe himberî hînkirina wê bikin.

Hela derheqa vê yekê bifikirin: Îsa Mesîh gelek qedirê Nivîsarên Pîroz digirt û ew hesab dikir ça Xebera Xwedê. Îsa qebûl nedikir wan meriya, yên ku hînkirinên Kitêba Pîroz didane alîkî, seva ku raw-rizimên xwe dêmek qeydên xwe, pêşda bînin (Marqos 7:9-13). Ji vê yekê em dikarin bêjin, wekî peyçûyên Îsayî rast, gerekê bawerî û hînkirinên xwe, li ser hîmê Kitêba Pîroz saz kin. Lema jî wê baş be, wekî her Mesîhî ji xwe bipirse, ‘Gelo hînkirinên dêra min li ser hîmê Kitêba Pîroz in?’ Seva ku caba vê pirsê bidin, hûn dikarin hînkirinên dêra xwe himberî wê yekê kin, çi ku bi rastî Kitêba Pîroz dibêje.

Îsa got, ku hebandina me Xwedêra, gerekê li ser hîmê rastiyê be, dêmek li ser hîmê rastiya Kitêba Pîroz (Yûhenna 4:24; 17:17). Û Pawlosê şandî jî got, ku xilazkirina me wê yekêva girêdayî ye, ku “rastiyê nas kin” (1 Tîmotêyo 2:4). Lema jî gelek ferz e, ku baweriya me li ser hîmê rastiya Kitêba Pîroz be. Çimkî wê yekêva girêdayî ye, emê xilaz bin yan na!

ÇAWA BAWERIYA XWE HIMBERÎ KITÊBA PÎROZ KIN

Em we teglîf dikin bixûnin şeş pirsên jêrê û dîna xwe bidin, wekî Kitêba Pîroz çawa li ser van pirsa caba xwe dide. Binihêrin rêzên Kitêba Pîroz ku têne wekilandinê û bifikirin derheqa cabên pirsên Kitêba Pîroz. Paşê ji xwe bipirsin: “Hînkirinên dêra min li ser hîmê Kitêba Pîroz in?”

Ev lêkolînkirina kin dikare alî we bike himberîhevkirina lape kêrhatî bikin. Hûn dixwazin hînkirinên din yê dêra xwe, himberî Kitêba Pîroz kin? Şedên Yehowa wê dilşa bin alî we bikin, ku rastiya Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Hûn dikarin yek ji Şedên Yehowara bêjin, ku tevî we hînkirina Kitêba Pîroze bêpere derbaz ke. Yan jî hûn dikarin bikevine malpera me, jw.org.

1 PIRS: Kî ye Xwedê?

CAB: Yehowa Bavê Îsa, Xwedayê herheyî ye û Efirandarê himzor e.

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE:

“Em timê gava bona we dua dikin, şikiriya xwe li Xwedêyê Bavê Xudanê xwe Îsa Mesîh tînin” (Kolosî 1:3).

“Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî te her tişt efirandin” (Eyantî 4:11).

Usa jî binihêrin Romayî 10:13; 1 Tîmotêyo 1:17.

2 PIRS: Kî ye Îsa Mesîh?

CAB: Îsa Kurê Xwedêyî tayê-tenê ye. Îsa hatibû efirandinê, dêmek destpêbûna wî hebû. Îsa gura Xwedê dike û qirara wî pêk tîne.

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE:

“Bav ser minra ye” (Yûhenna 14:28).

“Ew e sûretê Xwedêyê ku xuya nabe, ew Nixuriyê Xwedê ye, ser hemû efirînara” (Kolosî 1:15).

Usa jî binihêrin Metta 26:39; 1 Korintî 15:28.

3 PIRS: Çi ye ruhê pîroz?

CAB: Ruhê pîroz ev qewat e, çi ku Xwedê dide xebatê seva ku qirara xwe bîne sêrî. Ruhê pîroz, ne kes e. Meriv dikarin bi ruhê pîroz tije bin, dêmek qewatê ji wê bistînin.

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE:

“Gava Êlîzabêtê silava Meryemê bihîst, zarok zikê wêda liviya. Êlîzabêt Ruhê Pîrozva tijî bû” (Lûqa 1:41).

“Lê gava Ruhê Pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin” (Karên Şandiya 1:8).

Usa jî binihêrin Destpêbûn 1:2; Karên Şandiya 2:1-4; 10:38.

4 PIRS: Çi ye Padşatiya Xwedê?

CAB: Padşatiya Xwedê, ev serwêrtiya ezmana ye. Îsa, di Padşatiya Xwedêda Padşa ye. Zûtirekê bi saya vê Padşatiyê, qirara Xwedê wê li ser temamiya erdê bê sêrî.

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE:

“Milyaketê hefta li boriyê xist û ezmênda dengêd bilind hatin ku digotin: ‘Padşatiya dinyayê bû ya Xudanê me û Mesîhê wî, ewê heta-hetayê padşatiyê bike’” (Eyantî 11:15).

Usa jî binihêrin Daniyêl 2:44; Metta 6:9, 10.

5 PIRS: Gelo hemû merivên baş diçine li ezmên?

CAB: Na. Tenê komeke biçûk ya merivên amin, yên ku têne nav kirinê ça “keriyê pêzî biçûk”, aliyê Xwedêda hatine bijartinê, seva ku herine li ezmên. Ewana tevî Îsa, ça padşa li ser însanetêra wê padşatiyê bikin.

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE:

“Netirse, keriyê pêzî biçûk! Çimkî li Bavê we xweş hat, ku padşatiyê bide we” (Lûqa 12:32).

“Ewê bibine kahînêd Xwedê û Mesîh û wê tevî wî hezar salî padşatiyê bikin” (Eyantî 20:6).

Usa jî binihêrin Eyantî 14:1, 3.

6 PIRS: Qirara Xwedê seva erdê û însanetê çi ye?

CAB: Bin serwêrtiya Padşatiya Xwedê, erd wê bibe cinet û merivên amin jî wê lezetê bivînin ji sihet-qewata xweye pir baş, ji edilaya her-heyî û jîyîna heta-hetayê.

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE:

“Lê kesên dilnizm (milûk), wê rûyê erdê . . . bistînin û di nava zêdehiya aştiyê (edilayê), . . . şahiyeke pir mezin tam bikin” (Zebûr 37:10, 11).

“Ewê ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn” (Eyantî 21:3, 4).

Usa jî binihêrin Zebûr 37:29; 2 Petrûs 3:13.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin