KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w16 Kanûna Pêşin rûp. 29-31
  • Merivê Şkestî Bîlaniya Xwedê Dide Kifşê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Merivê Şkestî Bîlaniya Xwedê Dide Kifşê
  • Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • MERIVÊ ŞKESTÎ BÎLANIYÊ DIDE KIFŞÊ
  • Milûktî: Çi Karê Mera Tîne?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Çaxê Tu Milûk î Tu Qewî yî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
w16 Kanûna Pêşin rûp. 29-31
Jinik ku miqayî nexweşa dine xeberdide tevî jinikeke hêrs

Merivê Şkestî Bîlaniya Xwedê Dide Kifşê

Tonî ya ku miqatî nexweşa dibe, derî dixe û jinikek derî vedike. Ew jinik Tonî bêhurmet dike û hêrsa xwe ser dirijîne, çimkî Tonî wededa nehat ku miqatî diya wê be, kîjan ku emirda mezin e. Bi rastiyê, Tonî dereng nehat ser xebata xwe, lê yeke ewê bi nermî ji jinikê baxşandin xwest çimkî hev fem nekirin.

CARA DUDA, çaxê Tonî çû bal wê jinikê, ewê jinikê dîsa jî tevî wê şer kir. Gelo Tonî ça xwe da kifşê? Ew gilî dike: “Bona min gelek çetin bû, çimkî ez neheq nîbûm ku ewê min usa bêhurmet kir”. Hela hê vê derecêda jî, Tonî dîsa ji jinikê baxşandin xwest û gote jinikê wekî ew fem dike halê wê.

Hergê hûn dewsa Tonî bûna, weyê ça xwe bida kifşê? Gelo weyê milûktî û nermî bida kifşê, yan wera wê çetin bûya ku xwe bigirin û hêrs nekevin? Hergê helal bêjin, hêsa nîne dereca usada nerm û rihet bin. Çaxê em strêsêda nin yan kesek hêrsa me tîne, bi rastiyê çetin e ku şkestî û nerm bin.

Lê Kitêba Pîroz Mesîhiya hêlan dike wekî ewana şkestî û nerm bin. Kitêba Pîroz ewan hunura girêdide tev bîlaniyê û serwaxtiyê. Aqûb pirseke usa danî: “Nava weda kî serwaxt û aqil e?” Paşê ew caba vê pirsê dide: “Bira ew bi pergaliya xweye qenc, kirêd xwe bi milûktiya serwaxtiyê bide kifşê” (Aqûb 3:13). Lê gelo çawa milûktî û nermî bîlaniya ji Xwedê didine kifşê? Û çi dikare alî me bike wekî çev bidine Xwedê wan hunura?

MERIVÊ ŞKESTÎ BÎLANIYÊ DIDE KIFŞÊ

Milûktî û nermî dikarin şer-dewa bidine sekinandinê. “Caba nerm hêrsê datîne, lê gotina hişk hêrsê radike” (Metlk. 15:1).

Hêrsbûn dikare şer-dewa hê gur ke, çimkî hêrs ça bêjî niftê berî ser agir dide (Metlk. 26:21). Lê şkestî û nermî hêrsê datîne û şer-dewa ditemirîne. Merivê şkestî hela hê dikare dilê dijimin jî nerm ke.

Tonî vê yekêda îzbat bû. Çaxê ewê jinikê dît wekî Tonî nerm caba wê dida, ew jinik giriya. Ewê jêra got ku ew gelek dilteng e ji bo çetinayên xwe û malbeta xwe. Tonî jêra şedetî da. Axiriyêda, ewê jinikê destpêkir hîn be Kitêba Pîroz, çimkî Tonî tevî vê jinikê nerm û rihet bû.

Çaxê meriv şkestî û nerm e, ew bextewar dibe. “Xwezî li şkestiya, çimkî dinyayê para wan be” (Met. 5:5).

Çira merivên şkestî bextewar in? Merivên ku berê hêrs bûn, çaxê hatine guhastinê û bûne nerm û şkestî, niha bextewar in. Emirê wan aliyê başda hate guhastinê, û ewana zanin wekî axiriya baş hîviya wan e (Kols. 3:12). Adolfo, kîjan ku Îspanyayêda berpirsiyarê mihalê ye, tîne bîra xwe wekî pêşiya ew rastiyê pêhesiya, ew merivekî ça bû.

Ew dibêje: “Ez bextewar nîbûm. Xeysetê min usa bû wekî ez zû hêrs diketim, usa hêrs diketim wekî hine hevalên min, ji bo xeysetê min ditirsiyan, çimkî ez gelek şerûd bûm. Lê rojek hat çaxê hemû tişt hate guhastinê. Nav şerda şeş cara pê kêrê min xistin û hindik dima ez bimirama”.

Lê niha Adolfo merivên din şîret dike û hîn dike ku şkestî û nerm bin, ça pê giliyên xwe usa jî pê rabûn-rûniştina xwe. Û geleka xweş tê xeysetê wîyî nerm û heyf. Adolfo dibêje wekî gelek şa ye ku ewî xeysetê xwe guhast. Û ew gelek ji Yehowa razî ye, çimkî ewî alî wî kir ku şkestî û nerm be.

Merivên şkestî dilê Yehowa şa dikin. “Kurê min, serwaxt be û dilê min şa ke, ku ez bikaribim caba qardarêd xwe bidim” (Metlk. 27:11).

Şeytan, dijminê Yehowayî mezin qerfê xwe wî dike. Û meniya Xwedê heye wekî hêrsa xwe ser wî birêje, lê Kitêba Pîroz dibêje, wekî Yehowa sebir e û zû hêrs nakeve (Derk. 34:6). Çaxê em jî çev didine Xwedê vê yekêda ku zû hêrs nekevin û şkestî bin, usa em bîlaniyê didine kifşê û bi vê yekê dilê Yehowa şa dibe (Efes. 5:1).

Ew dinê bi hêrsê, şera û dewa tije ye. Û vê dinyayêda em dikarin rastî yên “kubar, babax, kifir . . . bêrem, buxdanbêj, temsist,” û zulmkara bên (2 Tîmt. 3:2, 3). Lê ew nayê hesabê wekî Mesîhî gere ser xwe nexebitin ku nerm û şkestî bin. Xebera Xwedê dibêje wekî “serwaxtiya jorin . . . edil e, milûk û berbihêr e” (Aqûb 3:17). Hergê em merivê edilayîhiz bin û xwegirtî bin, bi vê yekê emê îzbat kin, wekî me bîlaniya ji Xwedê qazanc kir. Ew bîlanî wê alî me bike wekî hêrs nekevin û nerm caba xwe bidin wanra yên ku hêrsa me tînin, û usa jî emê hê nêzîkî Yehowa bin, yên ku Kaniya bîlaniya mezin e!

Çawa Şkestî û Nerm Bin

Çaxê kesek neheqiyê we dike, yan jî xirabiyê, çi dikare alî we bike ku hûn xwe bigirin û hêrs nekevin, wekî dilê Yehowa şa kin? Bifikirin ser wan prînsîpên gelek qîmet.

  1. 1 XWE JI “RUHÊ VÊ DINYAYÊ” DÛR BIGIRIN. (1 Korn. 2:12) Gelek meriv difikirin wekî hergê kesek xeysetda nerm e û yekî şkestî ye, dêmek ew merivekî sist e. Ewana usa jî difikirin wekî hergê meriv hêrs e û xeysetê wî giran e, ew meriv yekî qewî ye. Lê fikirên usa ruhê vê dinyayê eyan dikin, ne ku bîlaniya ji Xwedê. Bi rastiyê Kitêba Pîroz zelal dide kifşê wekî merivê qewî ew e, ku xeysetê wî nerm e û şkestî ye. “Bi sebirê dilê mîr û bega nerm dibe û zarê şîrin hestûya hûrdexweşî dike” (Metlk. 25:15).

    Bifikirin ser wan pirsa:

    Ez merivê nerm û milûk hesab dikim ça merivên sist, yan qewî?

    Ez direvim ji “kirêd binyata însên”, mesele ji hêrsketinê û şer-dewê? (Galt. 5:19, 20).

  2. 2 WEDE XWERA BIVÎNIN WEKÎ BIFIKIRIN. “Dilê yê rast ser cabdayînê difikire, lê ji devê nepaka xirabî dirije” (Metlk. 15:28). Çaxê em hêrs in, ji devê me dikare giliyên usa derê, ji bo kîjana emê paşê poşman bin. Lê hergê em bifikirin pêşiya ku tiştekî bêjin, emê bikaribin fikirandî, nerm û şîrin cabê bidin, û hin jî edilayê çêkin.

    Bifikirin ser wan pirsa:

    Ça hêrsbûn dikare ser min hukum be?

    Gelo ez dikarim neheqiya hindava xwe, pişt guhê xweva bavêjim seva edilayê xwey kim? (Metlk. 19:11).

  3. 3 TIMÊ DUA BIKIN. Dua bikin wekî Xwedê ruhê xweyî pîroz bide we, çimkî ew qewata lape mezin e nava gerdûnêda (Lûqa 11:13). Bîra xweda xwey kin wekî berê ruhê Xwedêyî pîroz, ew usa jî milûktî û xwegirtin e. Adolfo tîne bîra xwe: “Ez timê Yehowara dua dikim û ew yek alî min dike, îlahî çaxê minra çetin e xwe bigirim”. Yehowa usa jî wê alî me bike û ruhê xweyî pîroz bide me, hergê em “her gav dua bikin” (Rom. 12:12).

    Bifikirin ser wan pirsa:

    Gelo ez timê dua dikim Yehowara, wekî ew dilê min û fikirên min bicêribîne?

    Gelo ez ji wî hîvî dikim, wekî ew ruhê pîroz û bîlaniyê bide min, seva ku ez kirên xweda û xeberdana xweda dilê wî şa kim? (Zeb. 139:23, 24; Aqûb 1:5)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin