KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp17 № 2 rûp. 6-7
  • Çawa Tu Dikarî Razîbûna Xwe Hindava Pêşkêşa Mexsûs Bidî Kifşê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çawa Tu Dikarî Razîbûna Xwe Hindava Pêşkêşa Mexsûs Bidî Kifşê?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Têmên Mîna Wê
  • Xilazkirin Pêşkêşeke Gelek Mezin e ji Xwedê
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Pêşkêşa Xwedêye Lape Mezin; Çima usa Qîmet e?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Kîjan Pêşkêşa Lape Qîmet Mera Hatiye Dayînê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Bona Qurbanê Timê Razî bin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
wp17 № 2 rûp. 6-7
Kulfet bi hînbûna şexsî mijûl e

TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ | PÊŞKÊŞA GELEK QÎMET KU XWEDÊ DIDE TE

Çawa Tu Dikarî Razîbûna Xwe Hindava Pêşkêşa Mexsûs Bidî Kifşê?

“Hizkirina Mesîhye hindava meda pêyî ser me dike . . . Mesîh bona hemûya mir, wekî ewêd sax bona xwe sax nîbin, lê bona wî, yê ku bona wan mir” (2 Korintî 5:14, 15).

ÇAXÊ kesek pêşkêşeke mexsûs dide te, ev yek gerekê te hêlan ke razîbûna xwe bidî kifşê. Îsa ev yek rind nîşan kir bi mesela dehe meriva, yên ku bi nexweşîke giran nexweş bûn û karibûn qenc bin. Ji wan meriva tenê yek “paşda vegeriya, bi dengekî bilind şikirî dida Xwedê”. Îsa got: “Ne her deh hatine paqijkirin? Ka her nehên din li ku derê ne?” (Lûqa 17:12-17). Ji vê meselê çi tê kifşê? Em ça zû bîr dikin qenciya ku bona me dikin!

Kirîn nikare beramberî pêşkêşên din be. Ev pêşkêşeke lape mezin û qîmet e, ku nava terîxiya însanetêda hatiye dayînê. Lê tu ça xwe didî kifşê hindava tiştê qîmet, ku Xwedê seva halxweşiya te kiriye?

  • Pêbihese derheqa Kesê ku pêşkêş daye te. Bi xwe kirîn nikare jîyîna heta-hetayê bide hemû meriya. Îsa bi dua Xwedêra got: “Ev e jîyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye” (Yûhenna 17:3). Hergê tera bigotana ku biçûktaya teda merivekî tu ji mirinê xilaz kirî, hemikî teyê bixwesta derheqa wî hê zêde pêbihesiyayî û usa jî ku çima ewî tu xilaz kirî. Yehowa Xwedê pêşkêşa kirînê daye me, yê ku jîyîna me xilaz dike. Û ew dixwaze wekî tu ne ku tenê derheqa wî bizanibî, lê usa jî nêzîkî wî bî. Kitêba Pîroz dibêje: “Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8).

  • Kulfet dua dike

    Baweriya xwe kirînê bîne. “Ewê ku Kur bawer dike, jîyîna wîye heta-hetayê heye” (Yûhenna 3:36). Çi tê hesabê baweriya xwe kirînê bînin? Ev tê hesabê bi kirên xwe bidine kifşê ku baweriya me heye (Aqûb 2:17). Bi çi kira? Pêşkêş tenê hingê dibe ya te, çaxê tu evê hildidî û qebûl dikî. Dêmek kirînê jî gerekê qebûl kin û ça bêjî hildin. Çi cûreyî? Pêbihese ku li gora qirara Xwedê tu çawa gerekê bijîyî, û paşê li gora vê yekê xwe kifş ke.a Xwedêra dua bike ku te bibaxşîne û îsafa temiz bide te. Tu gerekê bawer bikî ku bi saya kirînê emê jîyîna heta-hetayê bistînin û bijîn edilayêda, bêxofiyêda û lezetê bivînin. Ew hemû tişt wê bistînin merivên ku baweriya xwe kirînê tînin! (Îbranî 11:1).

  • Gotara ku li ser Êvara mirina Îsa, tê gotinê

    Hazir be li ser Êvara Bîranîna mirina Îsa. Îsa ev qewimandina hersalî kifş kir, seva ku em bikine bîra xwe pêşkêşa qîmet dêmek kirîn. Derheqa derbazkirina vê qewimandinê Îsa got: “Vê yekê bona bîranîna min bikin” (Lûqa 22:19). Şedên Yehowa wê mirina Îsa bînin bîra xwe li roja Sêşemê, 11 Nîsanê sala 2017, çaxê ro here ava. Ev bernama wê sihetekê bikişîne, û li wir wê bê şirowekirinê wekî qurbanbûna Îsa çi cûreyî dikare mera niha kar be û li axiriyêda jî kerema bîne. Sala par, weke 20 mîlyon meriv nav temamiya dinyayê li ser Êvara Bîranînê civya bûn. Em bi dil û can we teglîf dikin seva ku bi vê yekê razîbûna xwe hindava pêşkêşa Xwedêyê pir mezin bidine kifşê.

a Seva ku hê rind Xwedê nas bikî û nêzîkî wî bî, tu gerekê Xebera wî dêmek Kitêba Pîroz hîn bî. Derheqa vê yekê ji Şedên Yehowa bipirse, yan jî bikeve malpera me www.jw.org.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin