KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp17 № 3 rûp. 3
  • Çar Siyar Nîşana Hatina Rojên Axiriyê ne

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çar Siyar Nîşana Hatina Rojên Axiriyê ne
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Têmên Mîna Wê
  • Çar Siyar bi Rastî Kî ne?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Pêşxeber
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Derketina Çar Siyara
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2019)
  • Ji bo Şerê Ûkraînayêda Xurek Nav Temamiya Dinyayêda Kêm Dibe
    Têmên Din
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
wp17 № 3 rûp. 3
Çar siyar derketin

TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ | PÊXEMBERTÎ DERHEQA ROJÊN AXIRIYÊ

Çar Siyar Nîşana Hatina Rojên Axiriyê ne

Ewana pêş dikevin û dengê girme-girma wan tê! Çar hespên zor û siyarên wan, şikleke usa zelal çêdikin ku tê bêjî niha ewana wê ji rûpêlên Kitêba Pîroz derkevin! Hespê pêşiyê, bi rengê boz e (sipî) û siyarê wî yekî qewî û hêja tê kifşê û ew padşê kifşkirî ye. Pişt wî hespekî din bi rengê sor derdikeve, siyarê kîjanî ku edilayê ser temamiya dinyayê hildide. Hespê sisiya, hespekî reş e û destê siyarê wîda mêzînek e, yê ku tevî xwe xelayî-celayê tîne. Hespê çara, hespê şînoqî dêmek spîçolkî ye, yê ku tevî xwe tîne kul-derda, hemû tiştên xirab û mirinê jî, yê ku jîyîna meriya mîna zeviya diçine! (Eyantî 6:1-8).

“Çaxê cara pêşiyê min derheqa çar siyara xwend, ez gelek tirsiyam. Min texmîn kir, ku Roja Dîwanê îda nêzîk dibe û ji bo vê yekê ku ez hazir nîbûm, min tirê ezê xilaz nebim” (Krîstal).

“Minra gelek hewas bû pêbihesim derheqa çar siyara, yên ku li ser hespên renganî rûniştibûn. Û çaxê ez mena vê xewn-xeyalê pêhesiyam, hemû tişt îda femdarî bû” (Êd).

Derheqa çar siyarên Roja Dîwanê, tu mîna Krîstalê difikirî? Yan jî tu tevî giliyên Êd qayîl î? Çi jî hebe, derketina wan siyara şikleke nas çêdikin, derheqa kîjanî ku di kitêba Eyantîda nivîsar e û ev kitêba paşin e di Kitêba Pîrozda. Lê bi rastî hûn zanin, ku femkirina vê xewn-xeyalê dikare xût wera karê bîne? Gelo çawa? Xwedê soz dide, wekî hûn dikarin bextewariya rast bivînin, hergê bixûnin, pêbihesin û bijîn li gora vê yekê, çi ku di vê kitêba pêxembertiyêda nivîsar e (Eyantî 1:1-3).

Rast e hinek meriv tirsiyane ji bo vê xeyala derheqa çar siyara, lê bi rastî nelazim e ji vê yekê bitirsin. Îro mîlyona meriv baweriya xwe qewî dikin bi saya vê xeyalê, çimkî ev yek wanara axiriya baş eyan dike. Axiriya baş dikare tera jî vebe! Ji kerema xwe gotarên din bixûne.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin