KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w17 Hezîran rûp. 4-8
  • Yehowa Hemû Çetinayada Dil Dide Ber Me

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Yehowa Hemû Çetinayada Dil Dide Ber Me
  • Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • OXIRMÊN GIRAN ZEWACÊDA
  • BERDILÎ WEDÊ TENGASIYA
  • BERDILÎ MALBETÊDA
  • Ber Dilê Wanda Werên, Hindava Kîjanada Xirabî Hatiye Kirinê
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Çi Cûreyî Xwedê Berdiliyê Dide
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Pêşgotin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
w17 Hezîran rûp. 4-8
Hanna dua dike

Yehowa Hemû Çetinayada Dil Dide Ber Me

“Xwedêyê hemû berdiliyê . . . nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me” (2 KORN. 1:3, 4).

KILAMÊN: 33, 41

HÛNÊ ÇA CABA XWE BIDIN?

  • Çira em ecêbmayî namînin ku zewacêda û malbetêda emê rastî çetinaya bên?

  • Ça berê dua berdilî dida xizmetkarên Xwedê?

  • Hûn ça dikarin dil bidine ber meriva?

1, 2. Yehowa ça dil dide ber me, û Xebera xweda ew çi sozî dide me?

BIRAKÎ cahil û azep, were em wî nav kin Êdûardo, derheqa pirsekê xeber da tevî rûspîkî emirda mezin yê ku zewicî ye. Navê wî rûspî Stêfan e. Êdûardo difikirî derheqa giliyên ji 1 Korintî 7:28: “Yêd usa [yên zewacêda] wê rastî oxirmêd giran bên”. Ewî ji Stêfan bira pirsî: “Çi tê hesabê ‘oxirmêd giran’, û hergê ez bizewicim, ça gerekê wan oxirmên giran derbaz kim?” Stêfan pêşiya ku caba vê pirsê bida, gote Êdûardo ku bifikire ser van giliyên Pawlos: “Xwedêyê hemû berdiliyê . . . nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me” (2 Korn. 1:3, 4).

2 Bavê me Yehowa me hiz dike û berdiliyê dide me çaxê em rastî çetinaya tên. Dibeke bal we jî usa qewimiye, ku çetinayêda Xwedê bi saya Xebera xwe alîkarî û rêberî daye we. Belê, em gerekê dudilî nebin ku Yehowa ça berê, usa jî îro qenciya xizmetkarên xwe dixwaze. (Bixûne Yêremya 29:11, 12.)

3. Kîjan pirsa emê şêwir kin vê gotarêda?

3 Çaxê em zanin meniya tengasiyên xwe, wî çaxî diha hêsa ye ber tengasiya teyax kin. Lê gelo malbetêda mêr û jin rastî kîjan “oxirmêd giran” tên ku Pawlosê şandî got? Kîjan meselên ji Kitêba Pîroz û meselên wedê me dikarin alî me bikin wekî wan tengasiyada em berdiliyê bistînin? Cabên ser wan pirsa wê alî me bikin ku wan çetinayada teyax kin.

OXIRMÊN GIRAN ZEWACÊDA

4, 5. Mêr û jin dikarin rastî kîjan “oxirmêd giran” bên?

4 Xwedê çaxê mêr û jina pêşiyê efirand, ewî got: “Mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek” (Destp. 2:24). Lê îro hemû meriv gunekar in, lema jî çaxê meriv dizewicin, cara orta wan û merivên wanî nêzîkda dikare çetinayî pêşda bên (Rom. 3:23). Mesele, çaxê qîz hê mêrkirî nîne, ew gura dê-bavê xweda ye, lê gava ku mêr dike, îda gerekê gura mêrê xweda be. Xwexa Xwedê mêrra borcdarî da wekî bibe serê jinê (1 Korn. 11:3). Û bona wan yên ku teze zewicî ne, hêsa nîne hînî wan guhastina bin. Li gora Xebera Xwedê, jin îda gerekê bin rêberiya mêrê xweda be, ne ku ya dê-bavê xweda. Û bona jin-mêr, aliyê xinamî, kurap û pismamada jî dikare çetinayî pêşda bên.

5 Lê hine jin-mêr rastî çetinayên din tên. Mesele, çaxê jin giran dertê, rast e ewana herdu jî şa dibin, lê usa jî menî hene ku ewana berxwe dikevin. Besa xeberê, ewana xem dikin ku giranî wê ça derbaz be, wekî zar sax-silamet bê bûyînê. Xêncî vê yekê, ewana zanin wekî xercê wan wê zêde be. Lê çaxê zar tê bûyînê, dîsa xem zêde dibin. Dê îda temamiya wedê xwe ser zarê xerc dike û miqatî wî dibe. Lema jî dibeke wedê wê bona mêrê wê hindik dimîne, û ji bo vê yekê mêr xwe tenê texmîn dike. Hin jî hê zêde şixul dikeve stûyê mêr ku teze bûye bav. Ew îda gerekê miqatî jin-zara xwe be, û hewcên wan razî ke.

6-8. Jin-mêr dîsa dikarin rastî kîjan oxirmê giran bên?

6 Jin-mêr dîsa rastî hine çetinayên din tên. Mesele, hergê ewana bi dil û can dixwazin zara bînin, lê bêzar dimînin, ew jî oxirmê giran e. Îlahî seva jin ew derdekî giran e çaxê ew nikare zara bîne (Metlk. 13:12). Berê wedê pêxembera, çaxê jin bêzuret bû, ew gelek şerm bû. Rahêlê jina Aqûb, derdekî giran dikişand, çimkî xûşka wê zar dianî, lê ewê nikaribû (Destp. 30:1, 2). Îro jî hine welatada edet e ku gelek zara bînin û bona wan ew yek gelek ferz e. Wan welatada gelek car ji mîsyonêra dipirsin ku çira zarên wan tune ne. Rast e mîsyonêr wanra bi nermî şirovedikin çira naxwazin zara bînin, lê yeke cara wanra dibêjin: “Sed heyf, emê bona we dua bikin!”

7 Xûşkeke meye ji Înglîstanê gelek dixwest zar jêra bibe, lê xwestina wê nehate sêrî. Ewê gilî kir wekî ew çiqas dilşkestî bû, çimkî fem kir ku vê dinyayêda îda zar wê jêra nebin. Lema ewê tevî mêrê xwe safî kir ku zarekê xwera hildin û xwey kin. Lê ewê xûşkê got: “Ewê yekê bi temamî derd-kulê min kuta nekir. Min zanibû wekî zara helal ew tiştekî din e”.

8 Kitêba Pîroz dibêje ku jin “zaranînêda . . . wê xilaz be” (1 Tîmt. 2:15). Lê ew gilî nayê hesabê, wekî jin tenê ji bo zaranînê wê jîyîna heta-hetayê bistîne. Wekî usa ne, ew gilî çi tê hesabê? Çaxê zarên jinê hene, ew wedê xwe ser zara û usa jî ser şixulên malê xerc dike. Û ew yek dikare lê xwey ke ji gevestiyê û wekî nekeve nav şixulên merivên din (1 Tîmt. 5:13). Lê dîsa jî jin dikare zewacêda û malbetêda rastî çetinayên mayîn bê.

Xûşk birdiliyê distîne bi saya dua, xûşkeke din, usa jî tê civatê û xizmet dike

Meriv ça dikare teyax ke hergê jin yan mêrê wê miriye? (Binihêre abzasa 9, 12)

9. Zewacêda dîsa kîjan derd-kul dikare hebe?

9 Zewacêda dikare derd-kuleke usa jî hebe, ku jin û mêr ne jî difikirîn wekî tiştekî usa wê biqewime. Ew derd ew e, çaxê jin yan mêr dimire. Ew êşeke gelek giran e û nehêsa ye ber teyax kin. Lê Mesîhî qayîm bawer dikin ku mirî wê rabin, û ew yek berdiliya mezin dide wan (Yûhn. 5:28, 29). Tengasiya usada, Bavê meyî hizkirî bi saya Xebera xwe dil dide me û dilê me hêsa dike. Were em niha şêwir kin derheqa xizmetkarên Yehowayî amin, û bivînin ça wedê tengasiya wana destê Xwedê ser xwe texmîn kirine û berdilî standine.

BERDILÎ WEDÊ TENGASIYA

10. Hannayê derdê xweda dilrihetî ji ku stand? (Binihêre şiklê ewlin.)

10 Hanna jina Elkana kul-keser dikişand. Ew bêzuret bû, lê jina Elkana ya duda Pênîna, zar dianîn. (Bixûne 1 Samûyêl 1:4-7.) Bi sala Pênîna seva vê yekê Hannayê dikeniya. Bidine hesabê xwe Hanna çiqas dineliya. Lê ewê Yehowara dua kir û ew derd-kul da destê wî. Ewê ber Yehowa “duaya xwe dirêj dikir”. Hanna dilrihet bû, çimkî qe dudilî nedibû wekî Yehowa wê caba duayê wê bide. Paşî dua, ew “îda . . . ne bi keser bû” (1 Sam. 1:12, 17, 18). Ewê zanibû ku Yehowa wê yan kur bidê, yan jî bi cûrekî mayîn derdê wê derman ke.

11. Dua ça dikare berdiliyê bide me?

11 Heta em gunekar in û vê dinya Şeytanda dijîn, emê rastî tengasiya û çetinaya bên (1 Yûhn. 5:19). Lê em bona vê yekê gelek berxwe nakevin, çimkî em zanin wekî Yehowa “Xwedêyê hemû berdiliyê” ye! Çaxê em dikevine tengasiyê, em dikarin Xwedêra dua kin û alîkariyê bixwazin. Em jî mîna Hannayê gerekê dilê xwe Yehowara vekin. Lê wedê tengasiya, bes nîne tenê Yehowara gilî kin ku em çi texmîn dikin, lazim e dilê xwe jêra vekin û bi dua-dirozga ji wî hîvî kin (Fîlî. 4:6, 7).

12. Çi alî Hanaya jinebî kir ku dilteng nebe?

12 Diqewime cara hûn bînteng dibin, çimkî dibeke zarên we tune ne, yan jî dibeke mêr yan jina we miriye. Lê vî derdîda hûn dikarin berdiliyê bistînin. Were serhatiya Hanaya pêxember şêwir kin, ya ku wedê Îsada dijît. Ew heft sala tevî mêrê xwe jît û mêrê wê mir. Kitêba Pîrozda tu cîkî nayê gotinê ku zarên wê hebûn. Gelo ewê ça ber wî derd-kulê xwe teyax kir? Dîna xwe bidinê ku Hana 84 saliya xweda ça xizmet dikir. Lûqa 2:37-da em derheqa wê dixûnin: “Ji paristgehê dûr nediket, şev û roj bi dua û rojiya Xwedê diheband”.

13. Meselê bînin ku çawa hevalên baş dikarin ber dilê meda bên.

13 Civatêda em dikarin xwera hevalên baş bivînin, yên ku wedê çetinaya dikarin ber dilê meda bên (Metlk. 18:24). Xûşkeke me bi navê Paûla tîne bîra xwe, wekî çiqas ew dilteng bû çaxê diya wê ji riya rast derket. Paûla wî çaxî pênc salî bû. Ew yek jêra nehêsa bû, lê hine wede derbaz bû, civata wêda pêşengek bi navê Ênn tevî wê hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir. Paûla gilî dike: “Rast e Ênn meriva mine nêzîk nîbû, lê hizkirin û alîkariya wê min gelek qewî kirin. Bi saya vê yekê min berdewam dikir Yehowara xizmet kim”. Paûla heta niha Xwedêra bi aminî xizmet dike, û ew gelek şa ye wekî diya wê dîsa hate ser riya rastiyê û ew herdu jî civatekêda nin. Ênn jî gelek şa ye, çimkî ewê alîkarî da Paûlayê seva berdewam ke Xwedêra xizmet ke.

14. Ewên ku berdiliyê didine merivên mayîn, çi kerema distînin?

14 Çaxê em alî yên din dikin, em çetinayên xwe bîr dikin û şabûnê distînin. Xûşkên azep û yên mêrkirî, şabûneke mezin distînin çaxê mizgîniyê bela dikin, çimkî usa ewana tevî Xwedê hevkariyê dikin. Nêta wan ew e, wekî Yehowa Xwedê rûmet kin û qirara wî bînin sêrî. Ewana dilrihet dibin gava merivara mizgîniyê gilî dikin. Belê, her kes ji me dikare bona yên din xem bike, çawa bona merivên deşta meda, usa jî xûşk-birên civatêda. Û usa em hê nêzîkî xûşk-bira dibin (Fîlî. 2:4). Pawlosê şandî vê yekêda mera meseleke baş hîşt. Bona civata Têsalonîkî ew bû ça “kevanîk ku zarêd xwera diricife”, ew usa jî mîna bavekî ruhanî bû. (Bixûne 1 Têsalonîkî 2:7, 11, 12.)

BERDILÎ MALBETÊDA

15. Kê pêşiyê borcdar in zara hîn kin derheqa Yehowa?

15 Em dikarin alî malbeta jî bikin û ber dilê wanda bên. Cara mizgînvanên teze dibêjine xûşk-birên cêribandî, wekî zarên wan rastiyê hîn kin, û tevî wan hînbûna Kitêba Pîroz jî derbaz kin. Li gora Kitêba Pîroz, dê-bav borcdar in berê ewlin zarên xwe hîn kin û şîret kin (Metlk. 23:22; Efes. 6:1-4). Cara dibeke vê yekêda wanra alîkariya xûşk-bira lazim be, lê yeke ew borcdarî dîsa jî ser stûyê wan dimîne. Dê-bav gerekê timê tevî zarên xwe xeber din û wana rind nas bikin.

16. Em çi gerekê bîra xweda xwey kin gava zarên kesekî hîn dikin?

16 Hergê dê yan bav dixwaze, wekî em zarên wan Kitêba Pîroz hîn kin, ferz e em bîra xweda xwey kin, wekî borcdariya dê-bav hilnedin ser xwe. Cara dê-bavên ku Şedên Yehowa nînin, dibêjine me wekî zarên wan rastiyê hîn kin. Wî çaxî em gerekê bîr nekin, ku em bona wan zara dê yan bav nînin. Hin jî çaxê em tevî zara hînbûnê derbaz dikin, wê bi bîlanî be ku malda ber çevê dê-bava wana hîn kin, yan jî ber xûşk yan birakî gihîştî, yan jî kîderê ku meriv hene. Bi wî cûreyî wê menî tune be ku xelq tiştekî nerast fem kin. Û dibeke dê-bavê wan zara paşê xwexa bixwazin borcdariya xwe bînin sêrî û xwexa zarên xwe derheqa Yehowa hîn kin.

17. Ça zar dikarin ber dilê neferên xweda bên?

17 Zarên ku Yehowa hiz dikin û temiyên wî tînin sêrî, dikarin alîkariya mezin bidine neferên malê û ber dilê wanda bên. Mesele, ewana qedirê dê-bavê xwe digirin û alî wan dikin. Ewana usa jî dikarin nefera ruhanîda jî qewî kin. Mesele, pêşiya Sêlavê, Lamex Yehowa diheband. Ewî derheqa kurê xwe Nuh giliyên usa got: “Evê me ji kirêd me û ji cefêd meye giran li ser vî erdî rihet ke, kîjan ku Xudan nifir lê kiribû”. Ew pêxembertî hate sêrî paşî Sêlavê, gava Yehowa nifir ji erdê hilda (Destp. 5:29; 8:21). Îro jî zarên ku amin in Yehowara, dikarin dil bidine neferên xwe. Ewana dikarin alî nefera bikin, wekî wedê tengasiyên îroyîn û usa jî axiriyêda sebir kin û qewî bimînin.

18. Çi dikare alî me bike ku sebir kin û sist nebin wedê oxirmên giran?

18 Xizmetkarên Yehowa îro berdiliyê distînin, gava dua dikin Xwedêra, Kitêba Pîroz dixûnin û ser difikirin, û tevî xûşk-bira hevaltiyê dikin. (Bixûne Zebûr 145:18, 19.) Belê, em rastî çi oxirmên giran jî bên, em bextewar in wekî dikarin hewara xwe Yehowa bînin, yê ku timê ber dilê meda tê!

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin