Tê Bîra We?
We rind dîna xwe da gotarên ji “Birca Qerewiliyê” ya wan paşwextiya? Xwe bicêribînin, hela hûnê bikaribin cabên wan pirsa bidin:
Gava ji teşkîleta Xwedê rêberî tên, bira, mesele berpirsiyarên mihalê û rûspî gerekê çi bikin?
Ewana gerekê pey wan rêberiya herin. Ewana dikarin pirsên usa bidine xwe: “Gelo ez xûşk-bira hêlan dikim ku ewana amin bin Yehowara? Çaxê ez ji birên cabdar rêberiyê distînim, gelo ez derbêra qebûl dikim û piştgiriya vê rêberiyê dikim?” (w16.11, rûp. 11).
Mesîhiyên rast kengê ketine dîltiya Babîlonê?
Ew yek qewimiye hine wede şûnda paşî mirina şandiya. Wî çaxî îda serwêrên dêra pêşda dihatin. Dêr û Dewletê, dînê qelpe Mesîhtî pêşda anîn, û dixwestin dengê Mesîhiyên rast bidine birînê. Lê îda berî sala 1914, ewana ji dîltiyê derdiketin (w16.11, rûp. 23-25).
Çira şixulê Lêfêvr Datapil gelek ferz bû û kareke mezin anî?
Nava salên 1520-1529, Lêfêvr Kitêba Pîroz ser zimanê Fransî welgerand, seva gelek meriv bikaribin xwera dest xin. Şirovekirina wî derheqa parên Kitêba Pîroz, hukum bûn ser Lûtêr, Wîlîam Tîndal, û Con Kalvîn (wp16.6, rûp. 10-12).
Çi firqî heye orta “fikira binyata merivayê” û “fikira ruh”? (Rom. 8:6)
Ewên ku bi biniyata merivayê dijîn, bin hukumê bedena xweye gunekarda dijîn. Hiş-aqilê wan tenê ser xwestinên wan e û ewana timê derheqa wan tişta xeber didin. Jîyîna usa axiriyêda dibe berbi mirinê. Lê ew Mesîhiyên ku emirê xweda şixulên Xwedê û qirara wî datînin ciyê pêşin, ewana bin rêberiya ruhê pîrozda dijîn. Axiriya wan jîyîn û edilayî ye (w16.12, rûp. 15-17).
Em çi dikarin bikin seva diha kêm xema bikin?
Tiştên lapî ferz daynin ciyê pêşin, serwaxt bin û rast ser tişta binihêrin, her roj xwera wede bivînin seva hinekî hêsa bin, şa bin efirînên Yehowara, henekçî bin, sportêva mijûl bin, û timê xeva xwe bistînin (w16.12, rûp. 22-23).
“Henox ji dinê hate hilatinê, ku mirinê nebîne” (Îbrn. 11:5). Gelo ew çi tê hesabê?
Ça tê kifşê Xwedê usa kir wekî jîyîna Henox usa bê sekinandinê ku ew ne jî haş ji xwe hebû û mirin nedît (wp17.1, rûp. 12-13).
Çira gelek ferz e wekî em milûk bin?
Hergê em milûk in, ew tê hesabê wekî em xwe rind nas dikin û sînorên xwe zanin. Em gerekê fem bikin ku rabûn-rûniştina me dikare ser merivên mayîn hukum be û em gerekê xwe ser merivara negirin (w17.01, rûp. 18).
Çi îzbat dike wekî qirna yekêda Xwedê rêberî koma rêberiyê dikir, û ku îro jî ew rêberiyê Koma Rêberiyê dike?
Bi saya ruhê pîroz wana rastiyên Nivîsara fem kirin. Bi alîkariya milyaketa wana rêberî şixulê belakirina mizgîniyê dikirin, û gava rêberî didan pey Xebera Xwedê diçûn. Koma Rêberiyê îro jî usa dike û ew îzbat dike ku Xwedê rêberiyê wan dike (w17.02, rûp. 26-28).
Çi me hêlan dike ku diha zef kirîn bişêkirînin?
Çar tişt hene: Kê ew kirîn da, çira ew hate dayînê, çi hate qurbankirinê, û ça evê kirînê hewcetiyên me razî kir. Em gerekê bifikirin ser wan tişta, seva bivînin ku ev qurban kareke çiqas mezin tîne (wp17.2, rûp. 4-6).
Hergê Mesîhî tiştek safî kir, ew dikare safîkirina xwe biguhêze?
Em gerekê xweyê giliyê xwe bin, lê cara lazim e ser hine safîkirina dîsa kûr bifikirin. Mesele, çaxê cimeta Nînêwayê gunên xwe anîne rûyê xwe, Xwedê safîkirina xwe derheqa wan guhast. Cara, derece yan jî înformasya teze dikare me hêlan ke, ku safîkirina xwe biguhêzin (w17.03, rûp. 16-17).
Çira gevestî dikare ziyanê bîne?
Gevestî dikare çetinayê hê mezin ke. Firqî tune em rast in yan na, gevestî tu car wê çetinaya safî nekin (w17.04, rûp. 21).