KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w18 Tebax rûp. 18-22
  • Merivên Merd Bextewar in

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Merivên Merd Bextewar in
  • Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇAXÊ EM MERD IN DILÊ YEHOWA ŞA DIBE
  • ŞIXULÊ KU XWEDÊ DAYE CIMETA XWE, BÎNIN SÊRÎ
  • ÇAWA BEXTEWAR BIN
  • BERDEWAM KIN MERD BIN
  • Merdanî Şabûnê Mera Tîne
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Ji Dayînê Lezetê Bivîne
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
w18 Tebax rûp. 18-22
Merivê Samerî miqatî Cihûkî dibe, kîjan ku birîndar

Merivên Merd Bextewar in

“Xwezî li dayîya” (KAR. ŞAND. 20:35).

KILAMÊN: 76, 110

HÛNÊ ÇA CABA XWE BIDIN?

  • Çira em dikarin bêjin wekî hemû meriv dikarin merd bin?

  • Çawa merdanî û bextewarî xizmetiyêva girêdayî ne?

  • Ji Kitêba Pîroz çi meniyên me hene ku merd bin?

1. Çawa efirîn îzbat dikin wekî Yehowa merd e?

HETA ku Yehowa destpêkir tişta biefirîne, ew tene bû. Paşê ewî xwest ku pêşkêşa jîyînê bide çawa efirînên ruhanî usa jî meriva. Yehowa, dêmek Xwedêyê xwezilî, hiz dike tiştên qenc bike (1 Tîmt. 1:11; Aqûb 1:17). Û ew dixwaze wekî em jî bextewar bin, lema me hîn dike, wekî em merd bin (Rom. 1:20).

2, 3. a) Çira çaxê em merd in, em bextewar dibin? b) Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?

2 Xwedê meriva dilqê xweda xuliqand (Destp. 1:27). Ew tê hesabê wekî em usa hatine efirandinê ku dikarin çev bidine hunurên wî. Seva ku em bextewar û dilşa bin, em gerekê çev bidine Yehowa ku xem bikin bona meriva û merd bin (Fîlî. 2:3, 4; Aqûb 1:5). Lê çira? Çimkî Yehowa bi wî hunurî em efirandin. Rast e em gunekar in, lê yeke em dikarin çev bidine merdaniya Yehowa.

3 Kitêba Pîroz nîşan dike ku çawa bibine merivên merd. Were çend dersên ji Xebera Xwedê şêwir kin. Emê bivînin ku çawa merdaniya me dikare dilê Yehowa şa ke, û çawa ew hunur alî me dike wekî şixulê wî bînin sêrî. Usa jî emê şêwir kin ku çawa merdanî me bextewar dike û çira lazim e berdewam kin merd bin.

ÇAXÊ EM MERD IN DILÊ YEHOWA ŞA DIBE

4, 5. Çawa Yehowa û Îsa merdaniyêda mesele ne bona me?

4 Yehowa dixwaze wekî em çev bidine wî, lema çaxê ew divîne wekî em merd in, dilê wî gelek şa dibe (Efes. 5:1). Ew usa jî dixwaze wekî em jî bextewar bin. Ew yek zelal tê kifşê vê yekêda, ku ewî ça em efirandin û usa jî ça erd û tiştên ser erdê bona me çêkir, seva em lezetê bistînin (Zeb. 104:24; 139:13-16). Hin jî çaxê em aliyê xweda tiştekî dikin, wekî merivên din jî bextewar bin, bi vê yekê em Yehowa rûmet dikin.

5 Em çawa Mesîhî usa jî çev didine Îsa, kîjan ku merdaniyêda mera mesela mezin hîştiye. Ewî got: “Kurê Însan nehatiye ku jêra berdestiyê bikin, lê wekî ew xwexa berdestiyê bike û emirê xwe bide, ku geleka bikire” (Met. 20:28). Pawlosê şandî jî şîret da Mesîhiya: “Mesîh Îsa ser çi nêt-fikirê bû, ji we her kes jî usa bifikire . . . Xwexa xwe şkênand, kete binyata xulamekî” (Fîlî. 2:5, 7). Wê baş be her kes ji me pirsê bide xwe: “Gelo ez dikarim hê zêde çev bidime Îsa?” (Bixûne 1 Petrûs 2:21.)

6. Îsa çi ders hîn kir pê meteloka derheqa merivê Samerî? (Binihêre şiklê ewlin.)

6 Yehowa xweş tê çaxê em çev didine wî û Kurê wî, gava xem dikin bona halxweşiya meriva, û mecala digerin seva alî wan bikin. Gava Îsa meteloka derheqa Samerî anî, ewî da kifşê ku çiqas ferz e alî meriva bikin, firqî tune ewana kê ne û ji kîderê ne. (Bixûne Lûqa 10:29-37.) Tê bîra we çira Îsa ew metelok gilî kir? Cihûkî pirs da wî: “Hevalê min kî ye?” Caba Îsa dide kifşê ku hergê em dixwazin wekî Yehowa ji me razî be, em gerekê mîna wî merivê Samerî bi dil merd bin.

7. Çawa xwehizî û merdanî pirseke lape ferzva girêdayî ne?

7 Dîsa hene meniyên din, seva ku em merd bin. Mesele, ew hunur girêdayî ye tevî wê pirsê, ku Şeytan baxçê Edenêda pêşda anî. Lê çawa? Pê gotina Şeytan Adem û Hêwa, usa jî hemû meriv, wê hê bextewar bûna, hergê tenê derheqa xwe xem kirana, ne ku gura Xwedê bikirana. Hêwayê xwest bibe mîna Xwedê û pey vê xwestinê ket. Adem jî pey xwestina xwe çû, çimkî xwest dilê Hêwayê şa kira (Destp. 3:4-6). Lê axiriya safîkirinên wan tenê derd-kul anîn. Belê, merivê xwehiz, wê tu car bextewar nîbe. Lê merivê merd dide kifşê, wekî bawer dike ku Yehowa her gav tiştên qenc dike.

ŞIXULÊ KU XWEDÊ DAYE CIMETA XWE, BÎNIN SÊRÎ

8. Çira jin-mêrê pêşin gerekê bona halxweşiya mayîna bifikiriyana?

8 Adem û Hêwa pêşiyê Edenêda rast e tenê bûn, yeke Xwedê şixulên usa dabû wan, kîjan ku wê hemû merivara kar bianiya. Yehowa dua li Adem û Hêwayê kir û got ku li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtiyê lê bikin (Destp. 1:28). Efirandar xwexa difikirî bona halxweşiya efirînên xwe, û jin-mêrê pêşin jî gerekê bona bextewariya zara, yên ku gerekê bihatana bûyînê, bifikiriyana. Erd bi temamî gerekê bibûya cinet, seva ku temamiya zureta Ademra lezet bianiya. Ew şixuleke mezin wana gerekê tevayî malbeta xweva bikirana.

9. Çira meriv wê bextewar bûna gava erd bikirana Cinet?

9 Mêr û jinê bêqisûr, gerekê tevî Yehowa hevkarî bikirana, wekî qirara wî bianiyana sêrî. Wî cûreyî ewana dikaribûn biketana rihetiya wî (Îbrn. 4:11). Bidine ber çevê xwe, ku ew şixul wê şabûn û lezeteke ça bianiya! Hergê ewana xwehiz nîbûna, û bona yên din xem kirana, Yehowa wê hê zêde ewana kerem kira.

10, 11. Çawa em dikarin ew temî bînin sêrî ku mizgîniyê bela kin û şagirta hazir kin?

10 Îro jî Yehowa şixul da cimeta xwe ku mizgîniyê bela kin û şagirta hazir kin. Seva ewî şixulî bînin sêrî, em gerekê bi dil û can xem bikin bona halxweşiya meriva. Emê wî şixulî heta xilaziyê bînin sêrî, hergê em bi dilê xweyî sax Xwedê û meriva hiz dikin.

11 Qirna yekêda Pawlos ser xwe û ser hine Mesîhiya got, wekî ewana hevalxebatkarên Xwedê ne, çimkî wana dadiçikand û avdidan toximên Padşatiyê (1 Korn. 3:6, 9). Îro em jî “bona Xwedê dixebitin”, çimkî bi merdanî wedê xwe, tişt û qewata xwe didine xebatê, seva şixulê wî bînin sêrî. Ew rastî jî bona me qedirekî mezin e!

Du xûşk hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin

Çaxê em alî merivên dilsax dikin wekî rastiyê fem kin, ew şabûneke lape mezin tîne (Binihêre abzasa 12)

12, 13. Hûn ça difikirin, hazirkirina şagirta çi kerema tîne?

12 Çaxê em bi merdanî qewat û wedê xwe bona xizmetiyê xerc dikin, em şabûneke mezin distînin. Gelek xûşk-bira ewê yekê texmîn dikin û kerema distînin, îlahî çaxê tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin. Ewana bextewar dibin çaxê divînin ku şagirt çawa şa dibin, gava rastiyên Kitêba Pîroz fem dikin, baweriyêda qewî dibin, guhastina dikin û merivên dinra jî derheqa rastiyê gilî dikin. Îsa usa jî şabûneke mezin stand çaxê 70 mizgînvan, ku çûne mizgîniyê bela kin, “bi eşq û şa vegeriyan”, çimkî xizmetiyêda qewimandinên gelek baş hebûn (Lûqa 10:17-21).

13 Xûşk-birên nav temamiya dinyayê dilşa dibin, gava divînin ku mizgîniya ji Kitêba Pîroz ça emirê meriva aliyê başda diguhêze. Dîna xwe bidine qewimandina xûşkeke meye cahil Annayê,a ya ku derbazî wî ciyî bû kîderê hewcetiya mizgînvana heye. Ewê nivîsî: “Vira gelek mecal hene ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin, û ew yek min gelek xweş tê. Ez ji xizmetiya xweda şabûneke mezin distînim. Çaxê ez ji xizmetiyê tême mal, ez ne ku dikevim heyra xwe, lê heyra wan, tevî kê jî hînbûnê derbaz dikim, û derheqa çetinayî û xemên wan difikirim. Ez aliyê xweda çi dikarim dikim, seva dil bidime wan û alî wan bikim. Û niha ez îda bawer im, wekî ‘xwezî li dayîya, ne ku li standiya’” (Kar. Şand. 20:35).

Du xûşk mal bi mal xizmet dikin

Çaxê em mihala xweda mal bi mal xizmet dikin, em mecalê didine meriva ku mizgîniya Padşatiyê pêbihesin (Binihêre abzasa 14)

14. Hergê mihala weda meriv kêm guh didin we, ça hûn dikarin şabûnê bistînin ji xizmetiya xwe?

14 Em bextewar dibin gava mecalê didine meriva ku mizgîniyê pêbihesin, hergê jî ewana guh nadine me. Yehowa îro jî ji me dewa dike vê yekê, çi jî ji Hezeqêl dewa kir: “Dixwaze bira guhdarî bikin, dixwaze jî bira birevin, tu gotina min wanra bêje” (Hezql. 2:7; Îşa. 43:10). Hergê jî meriv mizgîniya me qîmet nakin, Yehowa şixul û qewata me dişêkirîne. (Bixûne Îbranî 6:10.) Birakî me derheqa xizmetiya xwe got: “Em dadiçikînin, av didin, û bi baweriyê dua dikin, wekî Yehowa dilê meriva veke” (1 Korn. 3:6).

ÇAWA BEXTEWAR BIN

15. Çawa hine meriv ser merdaniya me dinihêrin, û ça ew yek gerekê ser me hukum ke?

15 Îsa jî dixwaze em bextewar bin, lema hêlan kir ku me merd bin. Gelek meriv merdaniyê dişêkirînin. Îsa got: “Bidin, wera wê bê dayînê, bi pîvaneke tijî hejandî, dewisandî, serî qûç wê bikine pêşa we. Çimkî bi çi çapê hûn bipîvin, bi wê jî wera wê bê pîvanê” (Lûqa 6:38). Rast e ne hemûşk wê merdaniya we bişêkirînin, lê yên ku bişêkirînin, dibeke xwexa jî hêlan bin merd bin. Lema jî firqî tune meriv seva merdaniya me razî bin yan na, em gerekê berdewam kin destvekirî bin. Hûn nizanin hela hê merdaniya biçûk jî, dikare çiqas tiştên baş bike.

16. Nêta me gerekê çi be çaxê em merdaniyê didine kifşê?

16 Merivên ku dilda bi rastî merd in, wê hîviyê nîbin wekî qenciya wan vegerînin. Îsa got: “Gava tu xwarinekê datînî, gazî feqîr, seqet, yêd dikulin û kora ke. Hingê tê xwezilî bî, çimkî ewana nikarin qenciya te li te vegerînin” (Lûqa 14:13, 14). Usa jî Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Duayê li merd bê kirinê”. Zebûrda jî tê gotinê: “Xwezî li wî ku xem dike bona yê kesîb” (Metlk. 22:9; Zeb. 41:1). Belê, gava em merdaniyê didine kifşê ku alî meriva dikin, em bextewar dibin.

17. Çi cûre merdanî dikare we bextewar ke?

17 Çaxê Pawlos giliyên Îsa wekiland, ku “xwezî li dayîya, ne ku li standiya”, ewî tenê derheqa tiştên matêrîalî ne digot. Ewî usa jî digot derheqa dildayînê, şîreta, û alîkariyê bona wan, yên ku hewce ne (Kar. Şand. 20:31-35). Pê xeberdan û kirên xwe, Pawlos hîn kir wekî bi merdaniyê wede û qewata xwe xerc kin, bikevine heyra meriva û hizkirina xwe bidine kifşê.

18. Hine lêkolînkara derheqa merdaniyê çi gotine?

18 Lêkolînkarên ku rabûn-rûniştina meriva lêkolîn dikin, têderxistin wekî çaxê meriv merd e, ew bextewar dibe. Li gora gotarekê, “meriv gelek şa dibin, gava kesekîra qenciyê dikin”. Usa jî lêkolînkara gotin, wekî alîkarî merivara, nêtê dide emirê me. Hine êkspêrt jî şîretê didine meriva, wekî bi rezedilî şixul bikin, seva sihet-qewat û bextewar bin. Ew yek bona me tiştekî teze nîne, çimkî Efirandarê me Yehowa, derheqa vê yekê Xebera Xweda bi hizkirinê îda mera pêşda got (2 Tîmt. 3:16, 17).

BERDEWAM KIN MERD BIN

19, 20. Çi meniyên we hene ku merd bin?

19 Hêsa nîne vê dinêda merd bin, çimkî meriv dor berê me tenê derheqa xwe difikirin. Lê Îsa got wekî du temiyên herî mezin ew in, ku Yehowa bi temamiya dilê xwe, caniya xwe, hişê xwe û qewata xwe hiz bikin, û usa jî hevalê xwe weke xwe hiz bikin (Marq. 12:28-31). Çawa me vê gotarêda dît, ewên ku Yehowa hiz dikin, çev didine wî. Yehowa û Îsa merd in, û ewana me jî hêlan dikin ku merd bin, çimkî ew yek me bextewar dike. Hergê em hindava Xwedê û hin jî hindava meriva bi dil merd bin, emê şikiriyê bidine Yehowa û ça xwera usa jî merivara karê bînin.

20 Bêşik, hûn îda merdaniyê didine kifşê, îlahî xûşk-birara (Galt. 6:10). Hergê hûn berdewam kin usa bikin, meriv wê ji we razî bin û we hiz bikin, û axiriyêda hûnê bextewar bin. Metelok 11:25-da em dixûnin: “Nandarê sihet û qewat be, avdarra jî avê bê dayînê”. Merdanî, hizkirin û qencî em dikarin emirê xweda û xizmetiyêda bi gelek cûra bidine kifşê. Gotara dinda emê çend mecala şêwir kin, ku ça vê yekê bikin.

a Nav hatiye guhastinê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin