KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w18 Kanûna Pêşin rûp. 10-14
  • Hurmet kin Zewacê, çimkî Ew Sazkirina Xwedê ye

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hurmet kin Zewacê, çimkî Ew Sazkirina Xwedê ye
  • Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • GUHASTINÊN WEDELÛ ZEWACÊDA
  • TENÊ MENÎK HEYE BONA HEVQETANDINÊ
  • ZEWACÊ HURMET KIN, HERGÊ JÎ ÇETINAYÎ HENE
  • Pirsên Xwendevana
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Çaxê Zewac Qeziyêda ne
    Çawa Malbeta Xwe Bextewar kin
  • Destpêbûn û Nêta Zewacê
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Paşî Dewatê
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
Hê Zêde Binihêre
Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
w18 Kanûna Pêşin rûp. 10-14
Îsa cimeta ku dora wî top bûye hîn dike

Hurmet kin Zewacê, çimkî Ew Sazkirina Xwedê ye

“Ewêd ku Xwedê ew kirine yek, bira meriv wan ji hevdu neqetîne” (MARQ. 10:9).

KILAMÊN: 131, 132

HÛNÊ ÇA CABA XWE BIDIN?

  • Çawa Yehowa û Îsa ser zewacê dinihêrin?

  • Kîjan e meniya tek ji Kitêba Pîroz, ku îzinê dide hev biqetin, lê hinek çira safî dikin ku hev neqetin?

  • Ewê ku dixwaze ji jin yan mêrê xwe başqe bijî, çi şîret gerekê hilde hesab?

1, 2. Îbranî 13:4 gerekê me berbi çi hêlan ke?

HER kes ji me dixwaze Yehowa hurmet-rûmet ke. Yehowa hêjayî hurmetê ye û ew soz dide me, wekî ewê jî me hurmet ke (1 Sam. 2:30; Metlk. 3:9; Eyan. 4:11). Ew usa jî dixwaze wekî em qedirê meriva jî bigirin, mesele serwêrên dewletê (Rom. 12:10; 13:7). Lê emirê meda dîsa heye tiştek, çi ku em gerekê hurmet kin. Ew heye zewac.

2 Pawlosê şandî nivîsî: “Hal-zewac hemûyara nav-namûsî be û cî-nivîn helal be” (Îbrn. 13:4). Derheqa zewacê Pawlos ne ku tenê hema usa xeber da, lê ewî Mesîhî şîret kirin, wekî zewacê hurmet û qîmet kin. Lê hûn jî ser zewacê usa dinihêrin, îlahî hergê hûn zewacêda nin?

3. Îsa derheqa zewacê kîjan şîreteke ferz da? (Binihêre şiklê ewlin.)

3 Hergê hûn zewacê hurmet dikin, wekî usa ne hûn çev didine Îsa, kîjan ku mesela lape baş e. Îsa xwexa zewac hurmet dikir. Çaxê Fêrisiya derheqa hevqetandinê ji wî pirsîn, Îsa giliyên Xwedê wekiland, kîjan ku ewî got çaxê zewaca pêşin saz kir: “Bona vê yekê mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire û her du wê bibine bedenek”. Paşî wan giliya Îsa got: “Ewêd ku Xwedê ew kirine yek, bira meriv wan ji hevdu neqetîne” (Bixûne Marqos 10:2-12; Destp. 2:24).

4. Nêta Yehowa derheqa zewacê çi bû?

4 Îsa zanibû ku Xwedê zewac saz kiriye û da kifşê wekî zewac gerekê wedelû nîbe. Xwedê negote Adem û Hêwayê, wekî zewacêda ewana dikarin ji hev biqetin. Dewsê, nêta Yehowa ew bû ku “her du” heta-hetayê zewacêda yektiyêda bin.

GUHASTINÊN WEDELÛ ZEWACÊDA

5. Mirin ça hukum bû ser zewacê?

5 Em gişk zanin wekî seva gunê Adem gelek tişt hatine guhastinê. Mesele, mirin derbazî ser hemû meriva bû û ew yek ser zewacê jî hukum bû. Pawlosê şandî Mesîhiyara şirovekir, wekî mirin zewacê dide sekinandin û ku tenê paşî vê yekê mêr yan jina ku tenê dimîne, dikare tezeda bizewice yan mêr ke (Rom. 7:1-3).

6. Qanûna Mûsa ça nihêrandina Xwedê ser zewacê eyan dike?

6 Qanûna derheqa zewacê ku Xwedê dabû cimeta Îsraêl, tiştên hûr gilî dikir. Mesele, Qanûnê îzin dida ku çend jinên mêrekî hebin. Lê sînor hebûn vê yekêda, tu kesî gerekê ev Qanûn bona kara xwe neda xebatê. Mesele, hergê mêrekî Îsraêlî xwera xulam jintî bistanda û paşê jina duda jî bistanda, ewî gerekê tu car ji jina pêşiyê xwarin, kinc û borcê zewacê kêm nekira. Xwedê dewa dikir, wekî ew lê xwey ke û xweyîtiyê lê bike (Derk. 21:9, 10). Rast e em bin vê Qanûnêda nînin, lê em divînin wekî ber çevê Yehowa zewac qîmet e. Zanebûna vê yekê alî me dike, wekî mîna Xwedê zewacê hurmet kin.

7, 8. a) Li gora Qanûna Ducarî 24:1, derheqa hevqetandinê Qanûnêda çi dihate gotinê? b) Yehowa ça dinihêre ser hevqetandinê?

7 Lê derheqa hevqetandinê Qanûnêda çi dihate gotinê? Xwedê tu car nedixwest, wekî mêr û jin ji hev biqetin, lê hebû menî ji bo kîjanî ewî îzin dida ku hev biqetin. (Bixûne Qanûna Ducarî 24:1.) Qanûnêda dihate gotinê, wekî mêrê Îsraêlî dikare jina xwe berde tenê hingê, hergê wêda tiştekî necayîz bivîne. Lê Qanûnêda nedihate gotinê çi dikeve nava tiştê necayîz. Ça tê kifşê ew tiştekî şermî û mezin bû, ne ku kêmasîke biçûk (Qan. Dcr. 23:14). Lê yazix, wedê Îsada gelek Cihû “bona her menîkê” jinên xwe berdidan (Met. 19:3). Em tu car naxwazin çev bidine nihêrandina wan.

8 Malaxî pêxember mîna Xwedê ser hevqetandinê dinihêrî. Wedê wîda tiştekî belabûyî bû, ku mêr neheqî “jina cahiltiya” xwe berde, dibeke seva jineke wê cahiltir bistîne, ku pûtparist bû. Malaxî derheqa nihêrandina Xwedê ser hevqetandinê, nivîsî: “Hevqetandinê ez nefiret dikim” (Malx. 2:14-16, DT). Ew gilî li gora Xebera Xwedê ne, kîderê derheqa zewaca pêşin tê gotinê: “[Mêr wê] xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek” (Destp. 2:24). Îsa jî piştgiriya nihêrandina Bavê xwe dikir û ew yek tê kifşê ji wan giliyên wî: “Ewêd ku Xwedê kirine yek, bira meriv ji hevdu neqetîne” (Met. 19:6).

Nihêrandina Xwedê ser Nemamiya Îsraêliya

Îsraêl û Cihûda Yehowara amin neman. Ewana tevî miletên pûtparist bûne yek û xudanên qelp dihebandin. Xwedê wana sûcdar kir, çimkî wana “kevirara û . . . darara” qavî dikir (Yêrem. 2:13, 20; 3:1-3, 9; beramber kin Hezeqêl 16:28; Aqûb 4:4). Çaxê ewana poşman nedibûn û mîna “jina ku qaviyê dike” bûn, Xwedê hingê bijartin kir. Ewî got: “Çaxê min ew yek dît, min Îsraêla neamin berda tevî kaxaza berdanê, çimkî ewê qavî dikir” (Yêrem. 3:6-8, DT).

TENÊ MENÎK HEYE BONA HEVQETANDINÊ

9. Em gerekê giliyên Îsa ji Marqos 10:11, 12 ça fem bikin?

9 Hinek dibeke pirsê didin: “Çi menî heye ku îzinê dide Mesîhî, wekî ji hev biqetin û tezeda bizewicin?” Îsa got: “Kî ku jina xwe berde û yeke din bistîne, hindava wêda zinêkariyê dike û heger jin jî mêrê xwe berde û yekî din bistîne, zinêkariyê dike” (Marq. 10:11, 12; Lûqa 16:18). Eşkere ye, wekî Îsa zewac hurmet dikir û dixwest yên din jî çev bidine wî. Mêrê ku menî bigirta seva jina xweye amin berda (yan jin ji mêrê xweyî amin biqetiya), û paşê tezeda kesekî din bistanda, qavî dikir. Ew usa ye, çimkî bê menî hev biqetin, zewacê kuta nake. Ber çevê Xwedê ew her du jî dîsa “bedenek” in. Xêncî vê yekê, Îsa got wekî çaxê mêr jina xweye amin berdide, ew yek wêra dibe menî ku qaviyê bike. Lê çi cûreyî? Jina ku bêmêr dima mecbûr dibû ku kesekî din bistîne, seva ebûra xwe bike. Ew zewaca teze îda dihate hesabê çawa qavî.

Meniya ser Hîmê Kitêba Pîroz bona Hevqetandinê

Du cara Îsa da kifşê, wekî menîk ku îzinê dide jin-mêr hev biqetin û paşê kesekî din bistînin, ew heye “pornêya”. Lê ew xebera Yûnanî çi tê hesabê? “Pornêya” ew heye heleqetiya sêksûalî orta wanda, yên ku bi qanûnî jin-mêrê hev nînin. Ew usa jî tê hesabê qavî, sêksa oralî, analî, û destdayîna endemên şermî (Binihêrin “Birca Qerewiliyê” ya 15 Tîrmehê, sala 2006, “Pirsên Xwendevana”).

10. Çi menî îzinê dide Mesîhiya ji hev biqetin û aza bin seva tezeda bizewicin yan mêr kin?

10 Îsa usa jî got, wekî kîjan menî îzinê dide hev biqetin: “Ez wera dibêjim, kî ku bê sebebiya qaviyê [xebera Yûnanî “pornêya”] jina xwe berde û yeke din bistîne, ew zinêkariyê dike” (Met. 19:9). Îsa wedê Xizmetiya ser Çiyê jî ew yek wekiland (Met. 5:31, 32). Herdu derecada jî ewî derheqa “qaviyê” xeber da. Ew gilî tê hesabê gunên sêksûalî orta wan, yên ku tevî hev zewacêda nînin, mesele bênamûsî, heleqetiya sêksûalî orta merivên ku zewacêda nînin, homosêksûalî, û herimandina tevî heywana. Besa xeberê, hergê mêrê zewicî bênamûsiyê dike, jina wî dikare safî ke yan ji wî biqete yan neqete. Hergê ew ji wî diqete, ber çevê Xwedê zewaca wana kuta dibe.

11. Çira Mesîhî dibeke safî ke, wekî ji jin yan mêrê xwe neqete gava menî ser hîmê Kitêba Pîroz heye?

11 Lê dîna xwe bidinê, Îsa ne got ku hergê jin yan mêrê kesekî bênamûsiyê bike, ew gerekê jê biqete. Mesele, jin dibeke safî ke, wekî zewaca xwe xwey ke û ji mêrê xwe neqete. Dibeke ew dîsa jî wî hiz dike, û hazir e bibaxşîne wî û tevî wî zewaca xwe qewî ke. Lê hergê ew ji wî biqete û mêr neke, ew wê rastî çetinaya bê. Mesele, ewê ça ebûra xwe bike û hewcên sêksûalîda wê ça be? Ewê bikaribe tenê bimîne? Ew yek wê ça ser zara hukum be? Dibeke ew hevqetandin çetin ke zara rastiyêda mezin kin? (1 Korn. 7:14). Belê, eşkere ye jina bêmêr yan mêrê bêjin, wê rastî çetinayên mezin bê.

12, 13. a) Çi qewimî tevî zewaca Hoseya? b) Çira Hoseya Gomer paşda anî, û ji vê yekê em çi hîn dibin derheqa zewacê?

12 Ji serhatiya Hoseya pêxember em hê zêde pêdihesin nihêrandina Xwedê ser zewacê ça ne. Xwedê gote Hoseya, wekî jina qav bistîne, navê kîjanê Gomer e, û ku ewê pê qaviyê jêra zara bîne. Gomer giran derket û Hoseyara kur anî (Hos. 1:2, 3). Paşê, dîsa qîz û kur jêra bûn, diqewime ji qavtiyê. Gomerê çend cara qavî kir, lê Hoseya ji wê neqetiya. Axiriyêda ewê Hoseya hîşt çû û bû xulam. Lê Hoseya ew paşda anî (Hos. 3:1, 2). Yehowa bi Hoseya da kifşê, wekî Ewî çiqas car nemamiya Îsraêliya dibaxşand. Lê em ji vê serhatiya Hoseya çi hîn dibin?

13 Hergê jin yan mêrê Mesîhî bênamûsiyê bike, ew ber safîkirinê disene. Anegorî gotina Îsa, ew dikare biqete û îda wê aza be bizewice yan mêr ke. Lê ew usa jî dikare bibaxşîne jin yan mêrê xwe. Vê yekêda tiştekî nerast tune ye. Hoseya Gomer paşda anî. Çaxê ewî lê paşda anî, ewê gerekê îda qavî nekira. Wedekî heleqetiya Hoseya tevî Gomerê tune bû (Hos. 3:3). Lê wede derbaz bû, diqewime Hoseya heleqetiya xwe tevî wê berdewam kir, dêmek dîsa ça jin-mêr dijîtin. Bi vê yekê Hoseya çev da baxşandina Xwedê, çimkî Xwedê cimeta xwe dîsa qebûl kir û heleqetiya xwe tevî wan berdewam kir (Hos. 1:11; 3:3-5). Ew yek derheqa zewacê çi me hîn dike? Hergê kesek safî dike, wekî zewaca xwe xwey ke, û dîsa ça jin-mêr dijîn û berdewam dikin borcê zewacê bînin sêrî, ew dide kifşê ku baxşandiye jin yan jî mêrê xwe (1 Korn. 7:3, 5). Bi vê yekê îda meniya hevqetandinê tune ye. Paşî vê yekê îda mêr-jin gerekê ser xwe bixebitin, wekî pê çevê Xwedê ser zewacê binihêrin.

ZEWACÊ HURMET KIN, HERGÊ JÎ ÇETINAYÎ HENE

14. Li gora 1 Korintî 7:10, 11 zewacêda çi dikare biqewime?

14 Hemû Mesîhî gerekê zewacê hurmet kin, çawa Yehowa û Îsa. Lê yeke hinekara çetin e ser zewacê usa binihêrin, çimkî hemû meriv gunekar in (Rom. 7:18-23). Lema em ecêbmayî namînin, wekî qirna yekêda, zewaca hine Mesîhiyada çetinayî hebûn. Rast e Pawlos nivîsî wekî “jin ji mêr neqete”, lê yeke cara ew yek diqewimî. (Bixûne 1 Korintî 7:10, 11.)

Du rûspî şîretên ser hîmê Kitêba Pîroz didine cotên zewicî

Hûn çi dikarin bikin, gava zewaca weda çetinayî hene? (Binihêre abzasa 15)

15, 16. a) Hergê jî zewacêda çetinayî hene, nêta jin-mêr gerekê çi be û çira? b) Ça ew yek usa jî bona wan e, kê tevî nebawer zewacêda ne?

15 Pawlos şirovenekir ku çira jin-mêr ji hev başqe dibûn. Lê em zanin ku problêm vê yekêda nîbû, mesele wekî mêr bênamûsî bikira, û îda îzina jinê hebûya ji wî biqete û dîsa mêr ke. Pawlos nivîsî wekî jin kîjan ku ji mêrê xwe başqe bûye, gerekê “mêr neke yan jî mêrê xwera li hev bê”. Ew yek usa bû, çimkî ber çevê Xwedê ewana her du jî dîsa yek bûn. Pawlos şîret da, wekî hergê zewacêda bênamûsî nehatiye kirinê, çi çetinayî jî hebe nêta başqebûnê gerekê dîsa hevhatin be. Ewana herdu dikarin ji rûspiya alîkariyê bixwazin. Rûspî wê tu car pişta kesekî negirin, lê ewana wê ser hîmê Kitêba Pîroz şîreta bidine wan.

16 Lê hergê Mesîhî tevî yê nebawer zewacêda ne, çetinayên din dikarin hebin. Hingê gelo îzin heye, wekî başqe bimînin? Çawa me jorê got, Kitêba Pîroz dibêje, wekî tenê bênamûsî dikare bibe meniya hevqetandinê. Lê Kitêba Pîrozda tu cîkî nayê gotinê, wekî menî gerekê çi be ku jin-mêr başqe bijîn. Pawlos nivîsî: “Jineke ku mêrê wê nebawer be û ew bixwaze tevî wê bimîne, bira ji wî neqete” (1 Korn. 7:12, 13). Ew yek bona wedê meye jî.

17, 18. Çira hine Mesîhî zewaca xweye çetinda başqe nebûn?

17 Lê yeke cara derecên usa hene, ku didine kifşê wekî “mêrê nebawer” naxwaze tevî jina xwe “bimîne”. Mesele, ew jina xwe usa qayîm dikute ku ew difikire wekî sihet-qewata wê yan jî emirê wê, bin qeziyêda ne. Yan ew naxwaze lê xwey ke û ebûra neferên xwe bike, yan jî rê wê digire Xwedêra xizmet ke. Wan derecada hine Mesîhî difikirin ku mêr çi jî dibêje, yeke ew naxwaze tevî wê bijî, lema lazim e başqe bijîn. Lê hine Mesîhî jî wan derecada safî dikin, wekî başqe nebin. Ewana sebir dikin û aliyê xweda her tişt dikin, wekî halê zewaca xwe baş kin. Lê çira ewana usa safî dikin?

18 Çaxê jin-mêr wan derecada ji hev başqe dibin, ewana yeke dîsa jî zewacêda nin. Hergê ewana ji hev başqe bijîn, herdu jî wê rastî çetinaya bên, çawa me jorê got. Pawlosê şandî dîsa menîkî dibêje, ku çira baş e jin-mêr tevayî bimînin. Ewî nivîsî: “Mêrê nebawer bi jina bawermend helal dibe û jina nebawer jî bi mêrê bawermend helal dibe. Heger usa nîbûya, zarêd weyê heram bûna, lê niha helal in” (1 Korn. 7:14). Gelek Mesîhiyên amin, çetinayên giranda jî tevî mêr yan jina xweye nebawer mane. Û ewana gelek şa bûne, gava dîtine wekî ew qurbankirin hêja bû, çimkî axiriyêda yê nebawer bû xizmetkarê Yehowa (Bixûne 1 Korintî 7:16; 1 Pet. 3:1, 2).

19. Çira civata Mesîhîda tije malbetên bextewar hene?

19 Îsa derheqa hevqetandinê temî da, lê Pawlos derheqa başqejîtinê şîret da. Herdu jî dixwestin, wekî xizmetkarên Xwedê zewacê hurmet û qîmet kin. Îro nav temamiya dinyayêda civatên meda tije zewacên bextewar hene. Civata weda jî wê hebin jin-mêr ku zewaca xweda bextewar in. Ew birên amin ku jina xwe hiz dikin û ew jinên ku mêrê xwe hiz dikin, nîşan dikin wekî tê standinê ku zewacê hurmet kin. Em jî dikarin şa bin vê yekêra ku bi mîlyona jin-mêr, wan giliyên Xwedê tînin sêrî: “Bona vê yekê mêr wê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jinê bigire û her du wê bibine bedenek” (Efes. 5:31, 33).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin