KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w19 Hezîran rûp. 8-13
  • Her Fikira ku Miqabilî Zanebûna Xwedê Derdikeve, Wêran kin!

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Her Fikira ku Miqabilî Zanebûna Xwedê Derdikeve, Wêran kin!
  • Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • “HIŞ-AQILÊ XWE NÛ KIN”
  • “FIKIRÊD XWEDA NÛYEJIYÎN BIN”
  • ÇAWA HIŞ-AQILÊ XWE BIGUHÊZIN
  • “BAWERIYÊDA ŞIDIYAYÎ HÎMGIRTÎ BIN”
  • Gelo Kitêba Pîroz Hela Hê Te Diguhêze?
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Kê ser Hiş-Aqilê Te Hukum Dike?
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • “Hiş-Aqilê Xwe Nû kin”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Çawa Miqatî Dilê Xwe bin?
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
Hê Zêde Binihêre
Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
w19 Hezîran rûp. 8-13

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 24

Her Fikira ku Miqabilî Zanebûna Xwedê Derdikeve, Wêran kin!

“Em wan şêwira û hemû bilindciyêd kubariyêye miqabilî zanebûna Xwedê betal dikin” (2 KORN. 10:5).

KILAMA 124 Timê Amin in

VÊ GOTARÊDAa

1. Pawlosê şandî çi şîret da Mesîhiyên bi ruhê pîroz bijartî?

PAWLOS got: “Nekevine kirasê bendê vê dinyayê” (Rom. 12:2). Ewî ew gilî Mesîhiyên qirna yekêra got. Lê gelo çira ewî şîreteke usa sert da wan, yên ku xizmetkarên Xwedê bûn û bi ruhê pîroz bijartî bûn? (Rom. 1:7).

2-3. Şeytan çi dike seva me ji Yehowa dûr xe, lê em çawa dikarin wan tiştên ku kûr nav meda rûniştine, ji hişê xwe derxin?

2 Pawlos berxwe diket, çimkî têderdixist wekî şêwir û fîlosofiya dinya Şeytan ser hine Mesîhiya hukum dike (Efes. 4:17-19). Ew yek tevî me her kesî jî dikare biqewime. Şeytan ku serwêrê vê dinyayê ye, cûre-cûre mêtoda dide xebatê, seva em pişta xwe bidine Yehowa. Mesele, hergê em dixwazin xwe bilind kin, yan jî dixwazin bibine nav û deng, Şeytan evê xwestina me wê bide xebatê, seva me ji Yehowa dûr xe. Ew hela hê jî dikare wan tişta bide xebatê, kîjan ku em malda, nav miletê xweda yan mektebêda hîn bûne, seva fikirandina me biguhêze û bike mîna ya xwe.

3 Gelo em dikarin tiştên usa nav xweda derxin, ku mera bûne ça bêjî “tebiya”, dêmek kûr nav hişê meda rûniştine? (2 Korn. 10:4). Dîna xwe bidinê Pawlos çi got: “Em wan şêwira û hemû bilindciyêd kubariyêye miqabilî zanebûna Xwedê betal dikin û hemû fikira dikine hêsîr, êlimî Mesîh dikin” (2 Korn. 10:5). Belê, pê alîkariya Yehowa em dikarin her cûre fikirandin û nihêrandina nerast, kokêva derxin. Çawa ku derman dikare nav dilê merivada jerê derxe, usa jî Xebera Xwedê dikare alî me bike, wekî bin hukumê tiştên jerdadayî, yên dinya Şeytan, derên.

“HIŞ-AQILÊ XWE NÛ KIN”

4. Ji me geleka çi guhastin kirin, çaxê derheqa rastiyê pêhesiyan?

4 Bînin bîra xwe, çaxê hûn pêhesiyan ku Xebera Xwedê çi hîn dike û we safî kir Yehowara xizmet kin, we çi guhastin kir. Geleka ji me terika kirên xirab dan (1 Korn. 6:9-11). Em çiqas ji Yehowa razî ne, wekî ewî alî me kir wan tiştên xirab biterikînin!

5. Li gora Romayî 12:2, em gerekê kîjan du tişta bikin?

5 Lê yeke em tu car gerekê xwerazî nîbin û nefikirin, wekî mera îda tu tiştîda nelazim e bêne guhastinê. Rast e em îda gunên mezin nakin, kîjan me berê pêşiya nixumandinê dikir, lê yeke em gerekê ji her tiştî ku dikare me dîsa bive berbi wan şixula, dûr bin. Ça vê yekê bikin? Pawlos got: “Nekevine kirasê bendê vê dinyayê, lê hiş-aqilê xwe nû kin û bi vê yekê werin guhastin” (Rom. 12:2, DT). Dêmek, em du tişta gerekê bikin. Ya pêşin, em gerekê “nekevine kirasê bendê” vê dinyayê, dêmek nekevine ber bayê vê dinyayê. Ya duda, em gerekê hiş-aqilê xwe nû kin û bi vê yekê bêne “guhastin”.

Guhastina bi Temamî yan Guhastina Rûva?

Gedekî cahil ku rûyê xwe hilnedaye û porê xwe şe nekiriye, sifetê xweyî bi rû kurkirî û bi kincê layîq xwekirî, girtiye destê xwe

Romayî 12:2-da, xebera Yûnanî ku hate welgerandinê ça “guhastin”, tê hesabê guhastina bi temamî, mesele ça kurm dibe pirpirîk. Bêne guhastinê, ew tê hesabê em gerekê dilê xwe û xeyset-hunurên xwe biguhêzin. Lê 2 Korintî 11:13-15-da, xebera Yûnanî ku hatiye welgerandinê xwe bikin dilqê kesekî, tê hesabê tenê guhastina rûva.

6. Em çi pêdihesin ji giliyên Îsa kitêba Metta 12:43-45-da?

6 Çaxê Pawlos derheqa guhastinê xeber da, ewî ne tenê derheqa guhastina rûva got, lê digot wekî em gerekê hemû aliyada bêne guhastinê (Binihêre çargoşe “Guhastina bi Temamî yan Guhastina Rûva?”). Em gerekê hiş-aqilê xwe nû kin, ku bi temamî bêne guhastinê, dêmek nihêrandinên ku kûraya dilê meda hene, usa jî hest û xwestinên xwe biguhêzin. Lema her kes ji me gerekê pirsê bide xwe: “Gelo ew guhastin ku ez nav xweda dikim, tenê rûva ye, yan ez bi rastî kûraya dilê xweda dibime Mesîhî?”. Bi rastî firqî gelek e. Metta 12:43-45-da, Îsa da kifşê ku çi gerekê bê kirinê. (Bixûne.) Ew gilî rastiya gelek ferz eyan dike: Bes nîne tenê fikirên xirab ji hişê xwe derxin, lê em gerekê usa jî hişê xwe pê fikirên Xwedê tije kin.

“FIKIRÊD XWEDA NÛYEJIYÎN BIN”

7. Em ça dikarin dil û hişê xwe biguhêzin?

7 Lê gelo em dikarin xeysetê xwe biguhêzin, dêmek dilda bibine merivê nû? Xebera Xwedê dibêje: “Bi ruh û fikirêd xweda nûyejiyîn bin, merivê nû li ser xwe wergirin, ku kirasê Xwedêda bi rastiyê û helaliyê bê qelpî xuliqî ye” (Efes. 4:23, 24). Belê, em dikarin hişê xwe û dilê xwe biguhêzin, lê ew yek hêsa nîne. Em gerekê ne ku tenê xwestinên xirab bitemirînin û xwe ji kirên xirab dûr bigirin, lê usa jî fikirên xwe, dêmek hişê xwe biguhêzin. Guhastina xwestinên me, xeyset û nêt-meremên me jî dikevin nava vê yekê. Em gerekê ser wan tişta her gav bixebitin.

8-9. Çawa qewimandina birakî dide kifşê, wekî em gerekê kûraya dilê xweda bêne guhastinê?

8 Were em şêwir kin mesela birakî, yê ku berê merivekî hêrs û şerûd bû. Çaxê ewî îçke terikand û îda merivara şer nedikir, ew hate nixumandinê. Ewê yekê cînarên wîra şedetiya baş da. Lê hine wede şûnda paşî nixumandinê, êvarekê, ew nişkêva rastî cêribandinê hat. Mêrikekî vexwarî hate ber mala wî û xwest tevî wî şer bike. Pêşiyê ewî birayî xwe girt, ku şera neke. Lê gava ewî mêrikî axiriyêda navê Yehowa bêhurmet kir, ew bira ku teze hatibû nixumandinê, îda hêrsa xwe negirt. Ew derket û mêrik qayîm kuta. Lê çira ewî xwe negirt? Rast e çaxê ew Kitêba Pîroz hîn dibû, ewê yekê alî wî kir, ku hêrs nekeve û şera neke, lê yeke ewî dil û hişda xwe neguhast.

9 Lê ew bira nefikirî ku ew wê îda nikaribe bê guhastinê (Metlk. 24:16). Ewî pê alîkariya rûspiya, berdewam dikir pêşda here. Axiriyêda ew bû rûspî. Paşê dîsa êvarekê, hema ber Oda Civatê, ew dîsa rastî dereceke usa hat, çawa ku bi sala pêşda rastî wî hatibû. Mêrikekî vexwarî dixwest rûspîkî xista û ew bira jî wêderê bû. Lê ewî xwe ça da kifşê? Ewî rihet û bi nermî tevî wî mêrikê vexwarî xeber da, hêrsa mêrik danî û ew çû mala xwe. Lê çira vê carê ewî birayî îda cûrekî mayîn xwe da kifşê? Çimkî ewî hiş-aqilê xwe guhastibû. Ew dilê xweda hatibû guhastinê, bibû merivekî edilayîhiz û milûk. Bi wê yekê ewî Yehowara pesin anî!

10. Em gerekê çi bikin seva kûraya dilê xweda bêne guhastinê?

10 Ew guhastin hema nişkêva û xwexa naqewimin. Em gerekê her aliyava xîret bin, ku gelek sala ser xwe bixebitin (2 Pet. 1:5). Ew guhastin vê yekêva girêdayî nîne, ku em gelek sal Yehowara xizmet dikin. Em gerekê her tiştî bikin, seva kûraya dilê xweda bêne guhastinê. Seva wan guhastinên mezin bikin, gelek tişt dikarin alî me bikin, lê were em ji wan tenê çend heva şêwir kin.

ÇAWA HIŞ-AQILÊ XWE BIGUHÊZIN

Xûşk pê dua, pê fikirandin, û bi saya hevalên baş hiş-aqilê xwe diguhêze

11. Ça dua alî me dike, ku hiş-aqilê xwe biguhêzin?

11 Gava pêşin ku em gerekê bikin, ew heye dua. Em gerekê mîna zebûrbêj dua bikin: “Xwedê, dilekî paqij nav minda biefirîne û ruhekî rast nav minda ser hevda bîne” (Zeb. 51:10). Em gerekê fem bikin, wekî mera ese lazim e cûrê fikirandina xwe biguhêzin û alîkariyê ji Yehowa hîvî kin. Lê çira em dikarin bawer bin, wekî Yehowa wê alî me bike, ku em bêne guhastinê? Em dikarin bînin bîra xwe sozê Yehowa, ku ewî Îsraêliyên serhişkra, yên ku wedê Hezeqêl dijîtin, got: “Ezê yek dilekî bidim wan û ezê ruhekî nû bixim hundirê [wan] . . . û dilekî ji goşt bidim wan” [dêmek, dilekî usa, ku hazir e pey rêberiya Xwedê here] (Hezql. 11:19). Yehowa bi dil û can dixwest alî Îsraêliya bikira wekî bêne guhastinê, û ew dixwaze alî me jî bike.

12-13. a) Li gora Zebûr 119:59, em ser çi gerekê bifikirin? b) Em kîjan pirsa gerekê bidine xwe?

12 Gava duda, ew heye fikirandin. Çaxê em her roj Xebera Xwedê dixûnin, em gerekê wede başqe kin, wekî kûr ser bifikirin, seva têderxin ku lazim e çi nihêrandin û xeyset-hunura nav xweda biguhêzin. (Bixûne Zebûr 119:59; Îbrn. 4:12; Aqûb 1:25). Em gerekê têderxin hela çi fikir û nihêrandinên vê dinyayê ser me hukum bûne. Usa jî em gerekê helal kêmasiyên xwe bînin ser xwe û paşê ser xwe gelek bixebitin, seva wan kêmasiya kokêva derxin.

13 Mesele, pirsê bidine xwe: “Gelo dibe ku dilê minda hevsûdî yan çevnebarî heye?” (1 Pet. 2:1). “Diqewime ku ez hinekî xwe qure dikim ji bo malbeta xwe, xwendina xweye bilind, yan jî hebûka xwe?” (Metlk. 16:5). “Ez nimiz hesab dikim wan meriva, kîjan destteng in, yan jî ne ji miletê min in?” (Aqûb 2:2-4). “Ez hiz dikim wan tişta, ku dinya Şeytan dide?” (1 Yûhn. 2:15-17). “Min xweş tên wedederbazkirinên bênamûsî û zorbetî?” (Zeb. 97:10; 101:3; Ams. 5:15). Em gerekê dilê xweda caba wan pirsa bidin, û têderxin, hela çida mera lazim e ser xwe bixebitin. Çaxê em wan tişta ji kûraya dilê xwe derxin, emê dilê Bavê xweyî ezmana şa kin (Zeb. 19:14).

14. Çira gelek ferz e hevalên baş bijbêrin?

14 Gava sisiya ku gelek ferz e, ew e wekî hevalên rast xwera bijbêrin. Firqî tune em tînin ser xwe yan na, yeke hevalên me, qayîm ser me hukum dibin (Metlk. 13:20). Ser xebatê yan jî mektebêda, dor berê me ew meriv in, yên ku alî me nakin çev bidine nihêrandina Xwedê. Merivên ku dikarin mera bibine hevalên lapî baş, em dikarin civatên meda bivînin. Tenê wêderê em dikarin “hizkirinê û qencîkirinêda” hêlanê bistînin (Îbrn. 10:24, 25).

“BAWERIYÊDA ŞIDIYAYÎ HÎMGIRTÎ BIN”

15-16. Çawa Şeytan dixwaze cûrê fikirandina me biguhêze?

15 Bîr nekin wekî Şeytan dixwaze cûrê fikirandina me biguhêze. Ew her cûre fikir û nihêrandin dide xebatê, seva Xebera Xwedê ser me hukum neke.

16 Şeytan berdewam dike pirsên usa bide, kîjan ku ewî baxçê Êdênêda da Hêwayê: “Rastî Xwedê gotîye wekî . . .” (Destp. 3:1). Vê dinyayêda, ku destê Şeytanda ye, em gelek car pirsên usa dibihên, ku dikarin şikê bikine dilê me, mesele: “Gelo rastî Xwedê qebûl nake jin-jin bistîne, mêr-mêr bistîne? Rastî Xwedê naxwaze, wekî em roja bûyîna xwe, yan jî sala teze derbaz kin? Gelo rastî Xwedê naxwaze, wekî em xûnê berî xwe din? Rastî Xwedêyê hizkirin dixwaze, wekî em heleqetiya xwe tevî merivên xweyî nêzîk, yên ku ji civatê hatine derxistinê, biqetînin?”.

17. Em çi gerekê bikin çaxê pirsên usa bal me pêşda tên, ku şik dikeve dilê me, û li gora Kolosî 2:6, 7, axirî dikare çi be?

17 Em gerekê baweriya xweda qewî bin û dudilî nebin. Hergê hişê meda pirsên usa hene, caba kîjana me nestandiye, ew dikare bibe menî ku şik dilê meda pêşda bên. Ew şik dikarin axiriyêda fikirandina me xirab kin û baweriya me hilşînin. Lê çi em gerekê bikin, seva ew yek tevî me neqewime? Xebera Xwedê dibêje, wekî em gerekê hiş-aqilê xwe biguhêzin, seva fem kin “çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kamilî ye” (Rom. 12:2, DT). Hergê em her gav lêkolîna dikin, emê qayîm bawer bin wan rastiyada, kîjan ku em ji Kitêba Pîroz pêdihesin. Em dikarin tu car dudilî nebin, wekî prînsîpên Yehowa timê rast in. Axiriyêda, baweriya me, wê bibe mîna dara bi kokên qewî, dêmek “hîmgirtî” be. (Bixûne Kolosî 2:6, 7.)

18. Çi wê alî we bike xwe ji hukumê dinya Şeytan xwey kin?

18 Tu kes dewsa we nikare baweriya we qewî ke. Lema jî berdewam kin hiş-aqilê xweda bêne guhastinê. Her gav dua bikin û ji Yehowa hîvî kin, wekî pê ruhê xweyî pîroz alî we bike. Kûr bifikirin, û her gav fikir û nêt-meremên xwe bicêribînin. Hevalên rast xwera qazanc kin, yên ku wê alî we bikin hiş-aqilê xwe biguhêzin. Hergê hûn usa bikin, hûnê nehêlin, wekî hukumê dinya Şeytan ser we hukum ke, û hûnê bikaribin “şêwira û hemû bilindciyêd kubariyêye miqabilî zanebûna Xwedê”, hilşînin (2 Korn. 10:5).

HÛNÊ ÇA CABA XWE BIDIN?

  • Anegorî Romayî 12:2, em gerekê kîjan du tişta bikin?

  • Kîjan sê tişt mera lazim in, seva hiş-aqilê xwe biguhêzin?

  • Em ça dikarin şîreta ji Kolosî 2:6, 7 bidine xebatê?

KILAMA 50 Duayê Tesmîlbûnê

a Baş yan xirab, ser cûrê fikirandina me hukum dikin qewimandinên berê ku emirê meda qewimî ne, edetên miletê me, û xwendina me. Dibeke mera gelek çetin e fikir yan nihêrandina nerast, kîjan ku hişê meda kûr rûniştine, ji hişê xwe derxin. Ew gotar wê nîşan ke, wekî çawa em dikarin tiştên ku kûr dilê meda rûniştine, derxin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin