Kitêba Gulometkkirîye Berê “Hate Vekirinê”
Ew kitêba gulometk, ku sala 1970-da En Gêdîda hate dîtinê, nikaribûn bixwendana. Lê bi saya 3-D skanê eyan bû, ku ev kitêba gulometk para Qanûna Kahîntiyê ye, kîderêda navê Xwedê nivîsar e
SALA 1970, Îsraêlêda, şeherê En Gêdîda, nêzîkî devê Bera Mirî, aliyê roavayê, arxêoloja kitêba gulometkkirî dîtin, kîjan ku şewitîbû. Wana ew yek dît çaxê paristgeha berê lêkolîn dikirin, kîjan ku hate şewitandinê wedê wêrankirina şeher, dibeke paşî sala 500 D.M.. Ew kitêba gulometk halekî xirabda bû, lema jî nedihate standinê, wekî vekin û bixûnin. Lê çiqas baş e, wekî îro 3-D skan têknîka heye, çimkî ew kitêb “hate vekirinê”. Bi saya vê têknîkê, çi ku wêderê nivîsar e îda meriv dikarin bixûnin.
Lê skanê çi nîşan kir? Nivîsara ji vê kitêba gulometk, têksta Kitêba Pîroz e. Ji vê kitêbê çi ku maye, têda rêzên ji destpêka kitêba Qanûna Kahîntiyê nivîsar in. Wan rêzada heye Têtragramaton, dêmek navê Xwedêyî şexsî pê herfên Îbranî. Ça tê kifşê ew hatiye nivîsarê orta sala 50 D.M. heta sala 400 D.M.. Ew heye kitêba gulometkkirî ya Kitêba Pîroze Îbranî, ya lape kevin paşî manûskrîptên Bera Mirî (Kûmran). Gîl Zohar onlayn rojnemêda (The Jerusalem Post) nivîsî, wekî heta ew para Qanûna Kahîntiyê bihata dîtinê, navbera orta manûskrîptên Bera Mirî, (nêzîkî 100 B.D.M.) û Kodêksa Alêpo (nêzîkî 930 D.M.), bi hezara sal bûn. Li gora êkspêrta, ew kitêba gulometk ku hate vekirinê, nîşan dike, wekî nava hezara salada zêdetir, nivîsara Tora (Pênc Kitêbên Mûsa) nehatibû guhastinê û şaşiyên bergira ser nêta têkstê hukum nebibûn.