KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w19 Kanûna Pêşin rûp. 30
  • Tê Bîra We?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tê Bîra We?
  • Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Têmên Mîna Wê
  • Milûk Bimînin Çaxê Ser We Hukum Dikin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
  • Berdewam ke Hizkirina Mezin Hindava Yehowa Bide Kifşê
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • Aminî Nayê Hesabê Bêqisûrtî
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • Temizaya Nav-Namûsiyê Xwey kin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2021)
Hê Zêde Binihêre
Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
w19 Kanûna Pêşin rûp. 30

Tê Bîra We?

Hûn dikarin caba wan pirsa bidin ser hîmê “Birca Qerewiliyê” 2019?

Çi tê hesabê ew sozê Xwedê: “Qet çekên ku li dijî [miqabilî] te hatine çêkirin, wê ji tu karîra nebe”? (Îşa. 54:17)

Em dikarin îtbariya xwe Xwedê bînin, wekî ew me xwey ke çaxê ordiyên qewî ku mîna “hilma zordar” in, wê pey me kevin (Îşa. 25:4, 5, DT). Dijminên me wê nikaribin ziyaneke usa bidine me, ku em emirê heta-hetayê nestînin (w19.01, rûp. 6-7).

Ça nihêrandina Xwedê hindava Kenaniya û Îsraêliyên serhişk, heqiya wî nîşan dike?

Xwedê dîwana wan dikir, yên ku kirên bênamûsîye heram dikirin û jin û zara qurban dikirin. Lê merivên ku gura wîda bûn û hindava merivada heq bûn, Xwedê kerem dikir (w19.02, rûp. 22-23).

Em çi gerekê bikin, hergê merivê nebawer ber me dua dike?

Em dikarin xwe ker kin û bi qedir bin, lê nebêjin “amîn”, yan jî bi qeydên wan destên hev negirin. Em dikarin dilê xweda xwera dua bikin (w19.03, rûp. 31).

Zorbetiya hindava zara çiqas mezin e?

Zorbetiya hindava zara gune ye ber zarê, civatê, serwêrên dewletê û Xwedê. Wan ciyada kîderê qanûn dewa dike, wekî elam kin derheqa zorbetiyê, rûspî gura vê qanûnê dikin (w19.05, rûp. 9-10).

Çawa hûn dikarin hiş-aqilê xwe biguhêzin?

Gavên sereke ew in: Tevî Yehowa duada xeber din. Çaxê Kitêba Pîroz dixûnin, pê vê nêtê bifikirin, ku xwe bicêribînin. Bi bîlanî hevala xwera bijbêrin (w19.06, rûp. 11).

Em çi dikarin bikin, seva xwe bona zêrandina hazir kin?

Em gerekê heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî kin. Bawer kin, ku ew me hiz dike û tu car wê me nehêle. Her roj Kitêba Pîroz bixûnin, û her gav dua bikin. Dudilî nebin, wekî sozên derheqa Padşatiyê, wê ese bêne sêrî. Rêzên ji Kitêba Pîroz û kilamên ruhanî ezberî hîn bin (w19.07, rûp. 2-4).

Em çi dikarin bikin seva merivên meyî nêzîk xilaz bin?

Gelek ferz e wekî em dilşewat bin, pê rabûn-rûniştina xweye baş şedetiyê bidin, û hindava wanda bi sebir û merîfet bin (w19.08, rûp. 15-17).

Li gora sozê Îsa ji Metta 11:28, em ça geş dibin?

Serkarên me hene, yên ku me hiz dikin, hevalxebatkarên me yên lapî baş in, û em şixulê lapî baş dikin (w19.09, rûp. 23).

Çawa Xwedê dikare hin xwestinê û hin jî qewatê bide me, ku qirara wî bînin sêrî? (Fîlî. 2:13)

Çaxê em Xebera Xwedê dixûnin û ser difikirin, Xwedê dikare me hêlan ke ku xwestinê û qewatê bide me, wekî qirara wî bînin sêrî. Ruhê wîyî pîroz feresetên me hê baş dike (w19.10, rûp. 21).

Pêşiya safîkirina ferz, em gerekê kîjan gavên bîlanî bavêjin?

Pênc gav ew in: Rind lêkolîna bikin. Dua bikin, wekî Xwedê bîlaniyê bide we. Meniya safîkirina xwe bicêribînin. Nêtên konkrêt daynin pêşiya xwe. Bi rêalî binihêrin ser dereca xwe (w19.11, rûp. 27-29).

Gelo baweriya qelp derheqa ruhê nemirî, hingê ji Şeytan hat, çaxê ewî tevî Hêwayê xeber da?

Tê kifşê na. Şeytan negote Hêwayê, wekî ew wê bimire, lê ruhê wê cîkî bijî. Hemû baweriyên qelp wedê Sêlavê kuta bûn. Lema ça tê kifşê bawerî hindava ruhê nemirî, bela bû pêşiya ku Xwedê meriv bela kira, gava wana dixwest Babîlêda bircê ava kin (w19.12, rûp. 15).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin