Çev Bide Hoseya Pêxember
1. We çi pirs dibeke dabû xwe?
1 ‘Ez çi hazir im Yahowara qurban kim?’ Dibek te jî pirseke usa daye xwe, çaxê dişirmîş dibûyî derheqa qencî û dilremiya Yahowayî mezin (Zb. 103:2-4; 116:12). Hoseya pêxember bi hazirbûnê ewê yekê kir, çi ku Yahowa ji wî dewa kir. Ew hela hê hazir bû qurban ke ewê yekê, çi ku şexsî wîva girêdayî bû. Lê gelo em ça dikarin çev bidine Hoseya pêxember?
2. Ça em dikarin çev bidine mesela baş ya Hoseya pêxember, seva ku şixulê dannasînkirinêda xîret bin?
2 Dannasînkirin wedê çetinda: Ew çi ku Hoseya pêxember digot, berî pêşin padşatiya Îsraêlî ye dehe bereka diket, kîderê ku hebandina rast berbi kutakirinê diçû. Padşa Yerovamê II, tiştêd usa dikir çi ku ber çevê Yahowa reş bû, û ewî usa jî pêşda dibir qulixkirin mozikra, yê ku bi padşa Yerovamê I, hatibû kifşkirinê (2 Pd. 14:23, 24). Padşêd dinêna jî, berdewan dikirin cimeta padşatiyê ya dehe bereka ji Yahowa dûr xin, heta ku ew di sala 740-da B.D.M. hate wêrankirinê. Rast e li wê derê hebandina qelp pêşda diçû, lê yeke Hoseya bi aminî çawa pêxembêr, weke 59 sal qulix dikir. Em jî mîna Hoseya pêxember, hazir in sal bi sal hela hê wî çaxî jî berdewan kin dannasîn kin, çaxê meriv hindava rastiyê bê talaş û miqabil in (2 Tîm. 4:2).
3. Çawa emirê Hoseya pêxember, dilremiya Yahowa dide kifşê?
3 Dişirmîş be derheqa dilremiya Yahowa: Yahowa temî dabû Hoseya pêxember, wekî ew bizewice ser kulfeteke qav (Hs. 1:2). Rast e jina Hoseya pêxember, Gomer, kurek wîra anî, lê ewê hine wede şûnda dîsa du kur anî, yêd ku ji Hoseya nîbûn. Ew ku Hoseya hazir bû wekî bibaxşîne jina xwe, dide kifşê dilremiya Yahowayî mezin hindava cimeta îsraêliye babax, çaxê ewana tobe kirin (Hs. 3:1; Rm. 9:22-26). Lê gelo em hazir in xwestinêd xweye şexsî bidine alîkî, seva ku derheqa dilremiya Yahowa hemû meriyara elam kin? (1 Kr. 9:19-23).
4. Çi hine qurbana em dikarin bona Yahowa bikin?
4 Hine qulixkarêd Yahowa xebata xweye pir baş qurban kirin, seva ku hê zêde qulix kin. Lê yêd din safî kirin ne zewicin, yan jî bê zar bimînin, wekî Padşatiya Xwedê li ser ciyê pêşin daynin. Çaxê em dişirmîş dibin derheqa emirê Hoseya pêxember, em dikarin usa bêjin ‘Minê tu car nikaribûya bikira ewê yekê çi ku Hoseya kir’. Gava razîbûna me hindava qenciya Yahowa mezin dibe, û em gumana xwe ruhê wîyî pîroz tînin seva ku qewî bin, hingê Yahowa dikare me bide xebatê ku tiştêd usa bikin, çi ku hişê mera derbaz nebûye ku me bikaribûya bikira. Mesele çawa ku ev yek emirê Hoseya pêxemberda qewimî (Mt. 19:26; Flp. 2:13).