Tiştêd Kêrhatî bona Qulixkirina Me
1. Ev rêza gotara, “Разговор на библейскую тему”, bona kîjan du tişta hatiye hazirkirinê?
1 Car-cara di “Birca Qerewiliyê” da, ya seva belakirinê, hene rêza gotarêd usa, ça “Разговор на библейскую тему” (ru). Ev gotar bona du tişta hatine hazirkirinê. Ya ewil, wekî hînkirinêd Kitêba Pîroz usa meriyara bidine kifşê, ku hewasa wan bê, û ya duda wekî mera nîşan ke, ku ça em dikarin bi şehrezayî ser cûre-cûre têma tevî meriya şêwir bikin (1 Pet. 3:15). Lê ça em dikarin evan gotara rind bidine xebatê?
2. Ça em dikarin di qulixkirinêda evan rêzêd gotara bidine xebatê?
2 Rêza gotara di qulixkirinêda bide xebatê: Tu dikarî evan rêzêd gotara xwera xwey kî. Çaxê xweyê malê dêmek merivê ku dixwaze hê zêde pêbihese, yan jî ew kî ku Kitêba Pîroz hîn dibe, pirsa dide û derheqa têmêd usa xeber dide yêd ku di van gotarada hene, wî çaxî dikarî kopiyekê ji van gotara wîra bihêlî, û bêje ku hûn dikarin li ser vê gotarê şêwir bikin. Heger cem te kopiyek ji vê jûrnalê tune kîderê ku rêza gotara heye, hingê dikarî ji malpera jw.org bikişînî.
3. Ça em dikarin tevî xweyê malê, derheqa van rêzêd gotara xeber din?
3 Lê ça hûn dikarin tevî kesekî derheqa van rêzêd gotara xeber din? Hine xûşk-birêd me xweyê malêra dibêjin ku ew di rêza gotarada, giliyê wî merivî bixûne yê ku pirsa dide, lê xwexa dannasînkar giliyê Şedê Yahowa dixûne. Çaxê xweyê malê gotar dixûne, ev yek rind li ser wî hukum dike, çimkî bi wê yekê ev merî baweriya xwe dicêribîne û hêsabûnê jî distîne (Qan.Dcr. 32:2).
4. Ça em dikarin rêzêd gotara bidine xebatê, seva ku xwe hîn kin?
4 Xwe, û yêd dinêna hîn ke: Çaxê tu evan rêzêd gotara dixûnî, hilde hesab rêzêd ji Kitêba Pîroz, şikila, û usa jî ku ça ev fikir têne şirovekirinê. Dîna xwe bide qeydê nivîsara gotarê. Paşê bixebite ku xwexa di qulixkirinêda evê yekê bidî xebatê (Metlk. 1:5; 9:9). Xûşkek usa got: “Xwendina van gotara mîna wê yekê ye, tê bê jî ku ji pêşengê cêribandî hîn dibî, yê ku timê tevî te ye û zane çawa rast caba xwe bide!”
5. Ça em dikarin alî wî merivî bikin tevî kîjanî ku Kitêba Pîroz hîn dibin, wekî seva qulixkirinê hazir be?
5 Hûn usa jî evan rêzêd gotara dikarin bidine xebatê, seva ku alî wî merivî bikin tevî kîjanî ku Kitêba Pîroz hîn dibin, wekî ew seva qulixkirinê hazir be. Gotarê tevayî bixûnin û bihêlin wekî ewê ku Kitêba Pîroz hîn dibe, rola dannasînkarê bilîze. Bi vê yekê, ewê ku Kitêba Pîroz hîn dibe, dikare xwe bicêribîne wekî derheqa baweriya xwe bi şehrezayî û merîfetî xeber de (Kols. 4:6). Bi rastiyê jî ev gotar yek ji wan tişta ye, yê ku Yahowa dide seva ku alî me bike, wekî em bi temamî “qulixê xwe biqedînin” (2 Tîmt. 4:5).