KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 1/14 rûp. 1
  • Çev Bide Mîxa Pêxember

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çev Bide Mîxa Pêxember
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
km 1/14 rûp. 1

Çev Bide Mîxa Pêxember

1. Mîxa pêxember dibeke kîjan pirs dabû xwe, û çira dannasînkirina wî boş-betal nîbû?

1 ‘Gelo, wê kengê kutasiya vê dinya qelp bê?’ Dibeke Mîxa pêxember jî ev pirs dida xwe, çaxê derheqa dîwankirina Yahowa, elamî padşatiya Îsraêlê û Cihûdayê dikir. Lê dannasînkirina wî boş-betal nîbû. Çimkî di sala 740-da B.D.M., wedê jîyîna wî, sozêd Yahowa, yêd ku ewî derheqa Sameryayê pêxembertî kir, hatibûn sêrî (Mîx. 1:6, 7). Hine wede şûnda, Orşelîm di sala 607-da B.D.M. hate wêrankirinê (Mîx. 3:12). Îro jî em hîviya dîwana Yahowa ne. Lê gelo, di vê yekêda em ça dikarin çev bidine Mîxa pêxember?

2. Çaxê em hîviya roja Yahowa ne, hingê çawa û çira em sebirê didine kifşê?

2 Sebir ke: Mîxa got, ku ew wê rind dîna xwe bide Yahowa, û bi sebir hîviya Xwedayê xweyî xilazkar be (Mîx. 7:7). Belê, Mîxa pêxember bedîhewa wedê xwe unda nedikir. Lê çawa pêxemberê Yahowa, Mîxa bi xîret şixulêd Xwedêda mijûl dibû. Em jî îro hîviya roja Yahowa ne, lema jî gerekê “jîyîna helal û xwedênasiyêda bimeşin” û bi vê yekê mijûl bin (2 Pet. 3:11, 12). Sebira Yahowa mecalê dide, wekî hemû ji gunekirinê vegerin (2 Pet. 3:9). Ji bo vê yekê, em xwe li şîreta Kitêba Pîroz digirin, seva ku sebirkirinêda çev bidine pêxembera (Aqûb 5:10).

3. Çira em gerekê ji Yahowa ruhê pîroz bixwazin?

3 Gumana Xwe Bide li ser Qewata Yahowa: Rast e şixulê Mîxa pêxember pir ferz bû, lema jî ewî ji Yahowa alîkarî û qewatê dixwest (Mîx. 3:8). Ji bo vê yekê, Xebera Xwedê me hêlan dike, ku gumana xwe li ser qewata Yahowa daynin. Yahowa bi merdayî qewatê dide yêd westiyayî, seva ku ewana bikaribin cabdariyêd xweyî qulixiyê biqedînin (Zeb. 84:5, 7; Îşa. 40:28-31). Lê gelo, we qulixkirina xweda qe carekê ev qewat texmîn kiriye? Hûn her roj ji Yahowa alîkarî û ruhê wîyî pîroz dixwazin, yan na? (Lûqa 11:13).

4. Jîyîna Mîxa pêxember, roja îroyîn çi meselekî baş e seva me?

4 Qedandina qirara Xwedê, di jîyîna Mîxada lapî ferz bû. Rast e dor-berê wî gelek bênamûsî hebû, lê yeke ewî aminî xwey dikir. Aminiya me jî her roj tê cêribandinê. Lema werên em jî qewî kin xwestina xwe ku “her tim...bi navê Xwedayê xwe [Yahowa, DT]...bimeşin” (Mîx. 4:5).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin