KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 3/14 rûp. 2
  • Evê Mecalê ji Destê Xwe Bernede!

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Evê Mecalê ji Destê Xwe Bernede!
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
  • Têmên Mîna Wê
  • “Hizkirina Mesîh Me Didefîne”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • “Her Tiştîda Razîbûnê Bidin”
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Yehowa Kerem Dike Xîreta Me seva Derbazkirina Êvara Bîranînê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Bîranîna Mirina Îsa Mesîh Çira bona Me Ferz e?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
Hê Zêde Binihêre
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
km 3/14 rûp. 2

Evê Mecalê ji Destê Xwe Bernede!

Êvara Bîranînê Mecalê Dide Me, ku Razîbûnê Bidine Kifşê

1. Êvara Bîranînê çi mecaleke baş dide me?

1 Êvara Bîranînê wê 14 Nîsanê derbaz be. Ev yek mecaleke baş dide me, seva ku ji bo qenciya Yahowa, razîbûna xwe hindava wî mezin kin û nîşan kin. Ew serhatî kîjan ku di kitêba Lûqa 17:11-18-da nivîsar e, dide kifşê ku nihêrandina Yahowa û Îsa Mesîh li ser razîbûnê çi cûreyî ye. Yazix wekî ji wan dehe kotiya, yêd ku qenc bûn, tenê yek mecalê berneda, seva ku Îsara razîbûna xwe bide kifşê. Di axiriyêda jî bi alîkariya pêşkêşa kirînê, emê ji hemû nexweşiya xilaz bin û emirê heta-hetayê bistînin! Hingê emê her roj, Yahowara razîbûnê bidine kifşê seva van kerema. Lê gelo ça em dikarin wedê vê heftiya Êvara Bîranînê, razîbûna xwe bidine kifşê?

2. Ça em dikarin razîbûna xwe hindava kirînê zêde kin?

2 Razîbûnê Zêde ke: Razîbûn ji fikira tê. Seva ku bikaribin razîbûna xwe hindava kirînê zêde kin, di vê yekêda wê alî me bike bernama xwendina Kitêba Pîroz, ya ku li ser heftiya Êvara Bîranînê gerekê bê xwendinê. Mesele, evê bernamê tu dikarî bivînî di Salnemêda yan jî di vê broşûrêda “Исследовать Писания” (ru). Ev bername, wê usa jî pêşiya Êvara Bîranînê li ser jw.org bê danînê. Evê bernama xwendinê, em dikarin tevî malbeta xwe bidine xebatê. Çaxê em dişirmîş dibin li ser wan tişta çi ku me xwendiye, û tevî yêd dinêna xeberdin derheqa wê yekê çi ku Yahowa û Îsa seva me kirine. Hingê razîbûna me hindava kirînê wê hê zêde be. Ev yek usa jî gelek baş li ser rabûn-rûniştandina me wê hukum bike (2 Korn. 5:14, 15; 1 Yûhn. 4:11).

3. Ça em dikarin razîbûna xwe bidine kifşê?

3 Razîbûnê Bide Kifşê: Razîbûn bi şixula tê îzbatkirinê (Kols. 3:15). Ew merî yê ku ji kotîbûnê qenc bû, qewata xwe da xebatê, seva ku Îsa bivîne û razîbûnê wîra bide kifşê. Bêy şik ewî paşê bi xîret derheqa qenckirina xwe, yêd dinênara jî gilî dikir (Lûqa 6:45). Lê gelo razîbûna me hindava kirînê, wê me hêlan ke wekî em di vê kompaniyêda xîret bin, ya ku bona teglîfkirina li ser Êvara Bîranînê ye? Qulixkirina çawa pêşengêd kumekdar wê alî me bike, ku wedê Êvara Bîranînê hê zêde qulix kin. Ev usa jî mecaleke baş dide me, seva ku razîbûna xwe bidine kifşê. Razîbûna me wê me hêlan ke, ku li ser Êvara Bîranînê bi dil-eşq mêvana silav kin, û hazir bin caba pirsêd wan bidin.

4. Heta ku wede heye, em çi mecalê gerekê bernedin?

4 Lê gelo diqewime ku ev Êvara Bîranînê, em cara paşin derbaz dikin? (1 Korn. 11:26). Evê yekê em nizanin. Lê em zanin, wekî heta ku wede heye em Êvara Bîranînê derbaz kin, ev yek mecaleke baş dide me, seva ku razîbûnê bidine kifşê. Lê tuyê ewê mecalê bidî xebatê? Bira gotinêd meye razîbûnê û dişirmîşbûna dilê me, şabûnê Yahowara bîne, yê ku bi merdaniyê pêşkêşa kirînê daye me (Zeb. 19:14).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin