Hîn be wekî di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî; Çaxê Pêşxebera Hazir Dikî
Ev yek Çira Ferz e: Hergê pêşxebera me hewas nîne, hingê xweyê malê dikare xeberdana me bide birînê. Û emê ne jî pêra bigihînin ku şedetiyê bidin. Pêşxeber, pareke gelek ferz e di pêşanînêd meda. Hine cûre ji pêşanîna, di “Qulixkirina Meye Padşatiyêda” hene, yan jî di vê kitêbêda, “Şêwirkirin li ser Hîmê Kitêba Pîroz” (ru). Hemû pêşanînêd ku di van edebyetada hene, hûr bi hûr nehatine nivîsarê, seva ku em bikaribin wana li gora mihala xwe biguhêzin û bidine xebitandinê. Hela hê wî çaxî jî hergê pêşanîn hûr bi hûr hatiye nivîsarê, qulixkar yeke dikare xwexa bijbêre, ku çawa evê pêşanînê bi giliyê xwe hazir ke. Lema jî çaxê em pêşxebera xwe rind hazir dikin, û ne ku sero-bero dibêjin çaxê xweyê malê derî vedike, ev yek alî me dike, wekî di qulixkirinêda hê cêribandî bin (Metlk. 15:28).
Evê Yekê Vê Mehêda Bide Xebatê:
Wedê qulixkirina tevî malbetê, wede bivîne seva ku pêşxebera xwe hazir kî, û nîşan ke ku çawa ew dikarî bidî xebatê.
Çaxê derdikevî dannasînkirinê, bêje heval-xizmetkarê xwe derheqa wê yekê, ku çi dixwazî bêjî xweyê malê (Metlk. 27:17). Biguhêze pêşxebera xwe, hergê ew karê nayne.