KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 6/14 rûp. 1
  • Meha Tebaxê, wê Meha Terîxiyê be seva Qulixkirinê!

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Meha Tebaxê, wê Meha Terîxiyê be seva Qulixkirinê!
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
km 6/14 rûp. 1

Meha Tebaxê, wê Meha Terîxiyê be seva Qulixkirinê!

Belavoka Teze, wê li Temamiya Dinyayê bê Belakirinê

1. Di kîjan kompaniya mexsûsda emê kar bikin?

1 Sedsaliya bûyîna Padşatiya Xwedê nêzîk dibe. Bi rastiyê jî ev wedekî wê çiqas baş be, ku bi saya kompaniya mexsûs em Yahowa hurmet kin! Nava meha Tebaxê, emê di kompaniyêda kar bikin seva ku belavoka teze bela kin. Navê vê belavokê usa ne: “Ji Kîderê Em Dikarin Bivînin Cabêd Pirsêd Girîng?”, û ev belavok wê li temamiya dinyayê bê belakirinê. Ev belavok xwendekara hêlan dike, wekî ewana cabêd pirsêd girîng di Kitêba Pîrozda bigerin. Xêncî vê yekê ev belavok şirovedike ku çawa di vê yekêda jw.org dikare alî wan bike.

2. Çi em dikarin bikin, seva ku di meha Tebaxêda bi dengê bilind pesin bidine Yahowa?

2 Dengê Bilind ya Pesindayînê: Seva ku bikaribin hê zêde di qulixkirinêda bikin, tiştek hatiye kirinê bona hemûyêd ku hatine nixumandine. Dêmek wekî di nava meha Tebexêda ça pêşengêd kumekdar qulix kin û bikaribin 30 siheta tesmîl kin. Di meha Tebaxêda, pênc rojêd Înî, Şemî û Ledê hene. Lema jî gelek qulixkar yêd ku nava heftiyê dixebitin, wê bikaribin çawa pêşengêd kumekdar qulix kin. Xêncî wê yekê di vê mehêda, cahil jî ji hînbûna di mektebêda hêsa dibin û dikarin ev wede bidine xebatê, wekî ça pêşengêd kumekdar qulix kin. Hergê tu hînkirina Kitêba Pîroz tevî merîkî yan zarê derbaz dikî, yêd ku dixwazin bibine qulixkar û layîqî vê yekê ne, hingê bê eglekirin tevî koordînatorê koma rûspiya derheqa vê yekê xeber de. Bi rastiyê jî ev hêlankirina çiqas mezin be seva wan meriya, ku tevî me di vê meha mexsûs û terîxiyêda bi xîret qulix kin! Hine pêşengêd hertim, paşî wê yekê çawa norma siheta qulixkirina xwe îda tesmîl kirine, rojêd hêsabûnê di meha Tebaxêda hildidin. Ewana dikarin şixulêd xwe binihêrin û usa safî kin, ku bikaribin di vê mehêda bi temamî di vê kompaniyêda kar bikin. Malbet jî dikarin dişirmîş bin û şêwira hev bikin, ku çawa dikarin di vê mehêda hê zêde qulix kin, û bi dengê bilind pesin bidine Yahowa di vê meha Tebaxêda (Ezr. 3:11; Metlk. 15:22).

3. Gumana me hindava vê kompaniyêda çida ne?

3 Rast e pêşda me îda di kompaniyêd vî cûreyîda kar kiriye, lê em guman in ku ev kompaniya wê ya terîxiyê be. Lema jî em dikarin dişirmîş bin ku sihetêd xweye qulixkirinê hê zêde kin, û çawa pêşengêd kumekdar meha Tebaxêda qulix kin. Bira Yahowa xilaziya vê sala xizmetiyêye 2014, qewata cimeta xwe nav temamiya dinyayêda bimbarek û kerem ke, çimkî ewana şedetiya pir mezin di meha Tebaxêda wê bidin! (Met. 24:14).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin