Hîn be Wekî di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî; Hîm Çêke seva Hatina Cara Duda
Çira Ew Yek Ferz e: Çaxê em rastî merivekî usa tên, yê ku hewasa xwe hindava rastiyê dide kifşê, em dixwazin carekê din jî bên, seva ku tuximê me çandiye av kin (1 Korn. 3:6). Lema jî çaxê em tevî merivekî cara pêşin xeber didin, lazim e em hîm çêkin bona hatina cara duda, û bêjin ku kengê bên. Bona vê yekê hê baş e em pirseke vekirî bihêlin, derheqa çi jî emê careke mayîn xeber din. Bi wê yekê bona xweyê malê hê menî çêdibe ku hîviya me be. Hin jî hergê caba wê pirsê di wê edebyetêda ku me hîştiye heye, wî çaxî hewasa wî merivî wê hebe ku wê edebyetê bixûne. Çaxê em pirs dihêlin bona ku berdewan kin xeberdanê cara mayîn, wî çaxî mera hê hêsa ye em vegerin. Çimkî hin em, hin jî xweyê malê, îda zane emê derheqa çi xeber din. Hin jî çaxê em cara duda bên, em dikarin bêjin, ku em hatin wekî caba wê pirsê bidin, kîjan ku me vekirî hîşt.
Ewê Yekê vê Mehê Bide Xebatê:
Çaxê pêşanînê hazir dikî, usa jî hazir ke pirsa ku tuyê bihêlî bona hatina cara duda. Derheqa wê yekê tevî hevalxizmetkarê xwe xeber de.