Derbaz Dikin Hînkirina Kitêba Pîroze Kêrhatî
1. Çi cabdarî heye cem qulixkarê ku hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dike?
1 Tu kes nikare Xwedêra qulix ke, heta ku Yahowa ewî berbi xwe “nekişîne” (Yûhn. 6:44). Çi jî hebe qulixkarê ku hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dike, gerekê ji aliyê xweva hemû tiştî bike, ku alî meriya bike nêzîkî Bavê xweyî ezmana bin (Aqb. 4:8). Seva vê yekê lazim e hazirbûn. Seva ku alî meriya bikî fem bikin nêta mizgîniya xêrê û pêşda herin, bes nîne tenê abzasê bixûnî û pirsêd neşirkirî bidî.
2. Çi lazim e seva ku hînkirina Kitêba Pîroze kêrhatî derbaz kin?
2 Seva ku hînkirina kêrhatî derbaz kin, qulixkar gerekê alî meriya bike wekî ew (1) fem bikin ku çi hîn dike Kitêba Pîroz, (2) qebûl kin hînkirinêd Kitêba Pîroz, û (3) biqedînin ewê yekê, çi ku Kitêba Pîroz hîn dike (Yûhn. 3:16; 17:3; Aqûb 2:26). Carna çend meh lazim e seva ku alî meriya bikin, van sê gava biqedînin. Her gaveke ku meriv dike, dide kifşê wekî ew heleqetiya xwe tevî Yahowa mezin dike û xwe tesmîlî wî dike.
3. Çira dersdarêd cêribandî pirsêd seva dişirmîşbûnê didine meriya?
3 Derheqa Nihêrandina Meriya Pêbihese: Em gerekê pêbihesin hela merivê ku hîn dibe, fem dike û qebûl dike hînkirinêd Kitêba Pîroz, yan na. Seva wê yekê lazim e wekî ne ku tenê em xeber din, lê meriya hêlan kin nihêrandina xwe bêjin (Aqûb 1:19). Gelo ew fem dike, wekî çi hîn dike Kitêba Pîroz derheqa wê têmayê, ya ku hûn şêwir dikin? Ew dikare bi giliyê xwe ewê têmayê şiroveke? Çi ew dişirmîş dibe derheqa wê yekê, çi ku hîn bûye? Gelo ew bawer dike wekî çi ku Kitêba Pîroz hîn dike, ev rast e? (1 Têsln. 2:13). Ew fem dike ku gerekê hine guhastina di emirê xweda bike, seva ku li gora wê yekê bijî, çi ku ew ji Kitêba Pîroz pêhesiya? (Kols. 3:10). Seva ku cabêd wan pirsa bistînin, em gerekê pirsêd seva dişirmîşbûnê bidine meriya, û paşê guh bidine wan (Met. 16:13-16).
4. Em çi gerekê bikin çaxê divînin, ku meriyara çetin e hînkirina ji Kitêba Pîroz fem bikin yan biqedîne?
4 Cem her merivekî heye xeyset û fikirêd wane şexsî, çi ku nav wanda kûr rûniştine. Lema jî carna wede lazim e, seva ku ewana van tişta nav xweda biguhêzin (2 Korn. 10:5). Lê hergê meriv qebûl nake yan jî naqedîne ew tiştêd ku hîn bûye? Sebirkirin û wede lazim e, seva ku Xebera Xwedê û ruhê pîroz, hukum kin li ser dilê wan meriya, yêd ku Kitêba Pîroz hîn dibin (1 Korn. 3:6, 7; Îbrn. 4:12). Çaxê em divînin wekî meriyara çetin e hînkirina Kitêba Pîroz fem bikin yan jî biqedînin, em gerekê wana nedine zorê. Lê wê baş be wekî em derbazî têma din bin. Hergê em bi sebirkirin û hizkirinê berdewan dikin Kitêba Pîroz meriya hîn kin, hingê ew dikarin hê hêlan bin, wekî guhastinêd lazim nav xweda bikin.