Kilamêd Teze seva Qulixkirinê!
1 Li ser “Civaka Birca Qerewiliyê” ya hersalî, ya ku 4 Cotmehê di sala 2014-da derbaz bû, hatibû elamkirinê derheqa tezekirina kitêba kilama ku niha cem me heye. Bi rastiyê jî ev elametîke pir baş bû! Wê derê dîsa carekê kirine bîra hemû guhdara, wekî kilamêd meye Padşatiyê, qulixkirina meda, cîkî ferz digirin (Zeb. 96:2).
2 Dibeke tu dişirmîş dibî, ‘Gelo çira lazim hat kitêba kilama teze kin?’ Çend menî hene. Ya pêşin, femkirina me hindava Nivîsarêd Pîroz çiqas diçe hê zelal dibe, û ev yek dikare li ser lîrîka kilamêd me jî hukum ke (Metlk. 4:18). Dîsa menîk heye: Gelek gilî-gotin û xeber, yêd ku niha kitêba kilamada têne xebitandinê, ji “Welgerandina Dinya Teze” ya berê, hatibûn hildanê. Lema jî ev lîrîka gerekê bêne tezekirinê, wekî li gora vê yekê be çi ku “Welgerandina Dinya Teze” ya tezekirîda heye. Bi rastiyê jî ev xebateke pir mezin e, wekî hemû lîrîka li gora van guhastina çêkî. Xêncî wê yekê hatibû safîkirinê, wekî hine kilamêd teze jî di kitêba kilamada zêde kin.
3 Gelo em gerekê hîviyê bin, heta ku ev kitêba kilamêd teze bê neşirkirinê ku paşê bikaribin bidine xebatê? Na. Em şa ne elamî we bikin, wekî çend meha şûnda, hine kilamêd teze wê li ser Malpera jw.org bêne danînê. Çaxê kilamêd teze bêne danînê, hingê xilaziya bernama Civata Qulixiyêda, ev yek wê bi nîşana “kilama teze”, bê kifşkirinê.
4 Çawa Kilamêd Teze Hîn bin: Dibeke ne hêsa be kilama teze hîn bin. Mîna zebûrbêj, em dixwazin li ser civata bistirên û xwe ker nekin (Zeb. 30:12). Seva ku kilama teze hîn bî, dîna xwe bide van tiştêd jêrê nivîsar.
• Çend cara guhê xwe bide nivîsandina pîano ya kilamê, ya ku wê li ser Malpera me bê danînê. Çiqas hê zêde tuyê guhê xwe bidî miqamê, haqas hê wê tera hêsa be, ewê bîra xweda xwey kî.
• Lîrîkayê hîn be û bîra xweda xwey ke.
• Miqamê tevî lîrîkayê bistirê. Ewê alî te bike ku îda kilamê bizanibî.
• Wedê Qilixkirina tevî Malbetê, çend deqe weqetînin seva ku kilamêd teze bistirên û hîn bin.
5 Çaxê nava çend mehada, li xilaziya bernama Civata Qulixiyêda, kilama teze wê hebe, hingê civat wê carekê guhê xwe bide nivîsandina pîano ya vê kilamê. Paşê guhdar wê bi nivîsandina miqama pîano, tevayî evê kilamê bistirên, çawa ku em seva kilamêd din jî dikin.
6 Çaxê em derheqa vê yekê dişirmîş dibin, em divînin wekî çaxê em li ser civata distirên, ev mecalê dide me, seva ku dengêd xweye şabûnê bikine yek, ku bi vê yekê pesina bidine Yahowa. Xêncî wê yekê em gerekê xwera bikine xeyset, ku çaxê li ser civata kilam destpêdibe, bê menî ciyê xwe nehêlin û dernayên.
7 Dîsa tiştek heye, ku çawa em dikarin razîbûna xwe seva van kilamêd pîroz bidine kifşê. Mesele, pêşiya ku bernama civata mezin destpêbe, timê miqam tê vêxistinê. Salê du cara, ji çar qolbêd dinyayê, xûşk û bira seva şixulê kifşkirî, bi kîsî xwe diçine li Patêrsonê, Nîû Yorkê, seva ku hazir kin miqameke bedew, ku em qulixkirina xweda bidine xebatê. Lema jî çaxê berpirsiyarê bernamê, elam dike ku ciyê xwe bigirin û guh bidine wê yekê ku çi orkêstor seva me hazir kiriye, em gerekê hema usa jî bikin. Hergê emê usa bikin, ewê alî me bike wekî dilê xwe hazir kin seva wê înformasiyonê, ku wê bê gotinê (Ezr. 7:10).
8 Îro, civata xwe emê xilaz kin bi stirana kilama meye teze, ya ku bi navê usa ne “Bira Padşatiya Te Bê!” Ev kilama, derheqa kîjanî ku li ser civata hersalî hatibû gotinê, bi rastiyê jî ça nîşaneke mexsûs e seva sedsaliya bûyîna Padşatiyê.
9 Kilamêd teze bi rastiyê jî “tiştêd qenc in”, ku Yahowa dide me (Met. 12:35a). Werên bira nêta me ev be, wekî evan kilamêd teze hîn bin û bi dil bistirên, ku bi vê yekê pesin û hurmetê bidine Xwedayê xwe! (Zeb. 147:1).