Bi Mêvanhizî, “Tiştêd Qenc” Pareveke (Met. 12:35a)
Bê şik, wekî her kes ji me dixwaze bi “mêvanhiziyê”, “tiştêd qenc” pareveke tevî meriya (Rom. 12:13). Rûspiyara rêberî hatiye dayînê, seva ku ewana perê riya xebervanêd teglîfkirî hildin li ser xwe û wana teglîf kin ser xwarinê. Xêncî wê yekê dibeke em xwe ji mêvanhiziyê dûr digirin, çimkî em destteng in, yan jî berxwedikevin ji bo wê yekê, ku mêvan bêne li mala me. Em gerekê hildin hesab ew şîreta Îsa ku ewî dabû Mertayê. Çimkî şîreta Îsa dikare alî me bike, wekî em berxwenekevin (Lûqa 10:39-42). Îsa dîna xwe dabû ku “para qenc” ya mêvanhiziyê, ev heye hevaltî û hêlankirin, ne ku sifira biha û mala bedew çêkirî. Hergê em evê şîretê bidine xebatê, emê bikaribin anegorî Xebera Xwedê, “tiştêd qenc” parevekin tevî xûşk-bira (3 Yûhn. 5-8).