Wedê Êvara Bîranînê, Tu Hazir î Çev Bidî Xîreta Yahowa û Îsa?
1. Şedêd Yahowa wedê Êvara Bîranînê di qulixkirinêda çi hazir in bikin?
1 Yahowa bi xîret qirara xwe diqedîne. Îşaya pêxember dîna me dide li ser keremêd Padşatiya Xwedê. Paşê jî di Îşaya 9:7-da, ew dibêje: “Bi xîreta Xudanê artêşan [eskera], vêya çêbike”. Anegorî vê yekê, wedê qulixkirina xwe li ser erdê, Îsa jî xîreta xweye mezin hindava hebandina rast, da kifşê (Yûhn. 2:13-17; 4:34). Her sal wedê Êvara Bîranînê, bi mîlyona qulixkar li temamiya dinyayêda hazir in di qulixkirinêda hê zêde kar bikin, seva ku çev bidine xîreta Yahowa û Îsa. Lê tuyê bikevî nav rêza wan meriya?
2. Xîreta me çi me hêlan dike bikin, destpêbûyî ji 7 Adarê?
2 Kampaniya Wedê Êvara Bîranînê: Îsal kampaniya Êvara Bîranînê, wê destpêbe roja Şemiyê, 7 Adarê. Îda nihada dişirmîş bin, wekî çawa hûnê bikaribin bi xîret di qulixkirinêda kar bikin. Xîreta mezin wê di civatada bê kifşê, çimkî xûşk-bira wê bi xîret qulix kin, seva ku mihala xweda geleka teglîf kin. Qewatê bide xebatê, seva ku teglîf kî ewêd tevî kîjana ku hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dikî, kîjanara ku serlêdanê dikî, heval-xebatkarêd xwe, bira-pizmama û hevala. Seva ku wana teglîf kî, dikarî teglîfkirina bidî xebatê yan jw.org.
3. Ça em dikarin wedê meha Adarê û Nîsanê, di qulixkirinêda hê zêde bikin?
3 Pêşengêd Komekdar: Xîreta me usa jî me hêlan dike, wekî li dannasînkirinêda hê zêde bikin. Bê şik, wê geleka di meha Aderê û Nîsanêda ça pêşengêd komekdar qulix kin. Û van meha mecala me wê hebe, seva ku 30 siheta qulix kin. Wedê qulixkirina xweye tevî malbetê, yan hînbûna xweye şexsî, bi dua-drozga dişirmîş be wekî çawa tu dikarî evê yekê bikî (Metlk. 15:22). Xîreta we di vê kampaniyêda, yêd dinêna jî dikare hêlan ke, wekî ewana jî qulixkirinêda xîret bin. Çaxê tu tiştekî cem xwe diguhêzî, seva ku hê zêde qulix kî, bi vê yekê tu çev didî xîreta Îsa (Marq. 6:31-34).
4. Emê çi xelata bistînin, hergê çev didine xîreta Yahowa û Îsa?
4 Hergê em wedê Êvara Bîranînê hazir in çev bidine xîreta Yahowa û Îsa, ev yek xelata mezin wê mera bîne. Gelekara di mihala meda wê bê şedetîkirinê. Û emê şabûneke mezin bistînin ji qulixkirinê Yahowara û ji dayînê meriyara (Kar. Şand. 20:35). Û hê ferz ew e, wekî emê dilê Xwedayê xwe û Kurê wî, şa kin.