Cûrek ji Pêşanînê
Bona Kampaniya Êvara Bîranînê
“Em meriya teglîf dikin li ser qewimandineke ferz. 3 Nîsanê bi mîlyona meriv li temamiya dinyayêda, wê top bin seva ku bînine bîra xwe mirina Îsa Mesîh û guh bidine gotara li ser hîmê Kitêba Pîroz, wekî ça mirina Îsa dikare karê mera bîne. Di vê teglîfkirinêda kifş kiriye wede û ciyê derbazkirina vê qewimandinê, ya ku wê mihala meda be”.
Pêşiyê çawa ku bi edet lazim e xweyê malê silav ke. Paşê jî dikarî usa bêjî: “Dibeke di têlêvîzorêda we dîtiye, ku van paşwextiya gelek meriv di şerada têne kuştinê. Bidin ber çevê xwe wekî di têlêvîzorêda we deng û bes bihîstin ku: ‘Li ser temamiya erdê niha edilayî û rihetî ye’ (Îşaya 14:7). Weyê çi li ser xwe texmîn kira?” [Hîviyê be bira caba xwe bide]. Paşê tu dikarî vekî broşûra “Guh Bide Xwedê”, li ser rûpêla 20, 21 û şêwir bikî abzasekê ji van rûpêla. Xilaziyê dikarî bixûnî 2 Petrûs 3:7 û usa bêjî: “Xwedê soz dide wekî merivêd neheq wê bêne qirkirinê. Careke mayîn emê xeber din, wekî Xwedê çi soz dîsa dide meriya”.
Birca Qerewiliyê 1 ADARÊ
“3 Nîsanê em derbaz dikin cejina Êvara mirina Îsa Mesîh. Ça hûn dişirmîş dibin, mirin û saxkirina Îsa çi karê mera tîne? [Hîviyê be bira caba xwe bide.] Dîna xwe bidinê Xebera Xwedê derheqa vê yekê çi dibêje. [Bixûne 1 Korintî 15:22, 26.] Di vê jûrnalêda tê şêwirkirinê, wekî bi saya qurbanbûna Îsa, li axiriyê keremeke usa hîviya me ye, wekî tu kesê li ser erdê, wê îda nemirin”.