Civatêd seva Dannasînkirinê, Karê Tînin
1. Mena civatêd seva dannasînkirinê çida ne?
1 Carekê, heta ku herin dannasînkirinê, Îsa tevî 70 şagirtêd xwe top bû (Lûqa 10:1-11). Îsa wana hêlan kir û kire bîra wan ku ewana wê tenê nîbin, çimkî “Xweyê nandirûnê” dêmek Yahowa wê rêberiya wan bikira. Ewî usa jî rêberî da wan, seva ku bikaribin şixulê xwe biqedînin û wana “dudu-dudu” şande dannasînkirinê. Anegorî wê yekê îro jî hene civatêd seva dannasînkirinê mena kîjana ku ew e, wekî hêlan ke, hazir ke û alîkariyê bide me.
2. Civata seva dannasînkirinê çiqas wede gerekê bikişîne?
2 Niha civatêd seva dannasînkirinê weke 10-15 deqe derbaz dibin, nava kîjana ku dikevin sazkirina qulixkara, kifşkirina têrîtoriyê û duakirin. Niha ev yek wê bê guhastinê. Destpêbûyî ji meha Nîsanê, civatêd seva dannasînkirinê wê 5-7 deqe zêdetir derbaz nebin. Xêncî wê yekê çaxê civata seva dannasînkirinê paşê civatê derbaz dibe, hingê ew civata dannasînkirinê gerekê diha kêm wede bikişîne. Çimkî ewêd ku hazir in li ser wê civatê, îda gelek tiştêd kêrhatî seva xwe ji şêwirkirina rêzêd Kitêba Pîroz hildane. Ji bo vê yekê ku civatêd seva dannasînkirinê wê kêm wede bikişînin, ev yek mecalê dide me wekî hê zêde wede di qulixkirinêda derbaz kin. Xêncî wê yekê hergê pêşeng yan qulixkarêd din destpêkirin dannasîn kin pêşiya hatina li ser civata seva dannasînkirinê, hingê ewana wê wedê seva qulixkirinê zef unda nekin.
3. Çawa civatêd seva dannasînkirinê dikarin saz kin, wekî qulixkarara alîkariya mezin bide?
3 Civatêd seva dannasînkirinê gerekê usa bêne sazkirinê, wekî qulixkarara alîkariya mezin bide. Gelek civat safî kirin derbaz kin civatêd seva dannasînkirinê li ciyê başqe bi komêd biçûk, ne ku gişk tevayî di avayîkîda. Ev yek alîkariyê dide qulixkara wekî hêsa bigihîjne li ciyê civatêd seva dannasînkirinê û têrîtoriya xwe. Ev yek ne ku tenê alî qulixkara dike wekî zû şixulêd xwe safî kin lê usa jî alî berpirsiyarêd komê dike wekî rind dîna xwe bidine hewcêd xûşk-birêd koma xwe. Koma rûspiya dikare dîna xwe bide hewcêd mihala xwe û safî ke çi wê baş be. Heta ku bi duakirina kin civatê xilaz kî, hemûşk gerekê bizanibin wekî ewana diçine kîderê û tevî kê herin li dannasînkirinê.
4. Çira em gerekê hindava civatêd seva dannasînkirinê bêtalaş nîbin û hesab nekin wekî ew ne jî usa ferz in?
4 Civatêd Dannasînkirinê Anegorî Civatêd din, Gelek Ferz in: Rast e civatêd seva dannasînkirinê saz kirine seva ku karê bidine qulixkara, lê ser wana temamiya civatê nayê. Çi jî hebe ev nayê hesabê ku em gerekê hindava wê yekê bêtalaş bin yan jî hesab kin ku ew ne jî usa ferz in. Anegorî hemû civatêd meye din, civatêd seva dannasînkirinê dayîna ji Yahowa ne, ku alî me dike wekî hizkirinêda û qencîkirinêda hêlana bidine hev (Îbrn. 10:24, 25). Xêncî wê yekê birê ku evê civatê derbaz dike, gerekê rind hazirkirî be ku şêwirkirina wî Yahowa rûmet ke û karê bide xûşk-bira. Lema jî qulixkarêd ku derdikevin li dannasînkirinê, gerekê qewatê bidine xebatê ku bêne li ser civatê seva dannasînkirinê.
5. a) Çidane rola berpirsiyarê xizmetiyê hindava derbazkirina civatêd seva dannasînkirinê? b) Çawa xûşk gerekê derbaz ke civata seva dannasînkirinê?
5 Hazirbûna Birêd Cabdar: Seva ku kesek rind hazirkirî be seva civatê, ew gerekê pêşda derza xwe bistîne. Ewê yekê em dikarin bêjin derheqa civatêd seva dannasînkirinê jî. Hemikî çaxê komeke dannasînkirinê başiqe top dibe, hingê berpirsiyarê komê yan alîkarçiyê wî, gerekê seva koma xwe ewê civatê derbaz kin. Lê çaxê komêd seva dannasînkirinê tevayî top dibin li ser vê civatê, wî çaxî berpirsiyarê xizmetiyê wê kesekî kifş ke seva ku civata dannasînkirinê derbaz ke. Hine berpirsiyarêd xizmetiyê, navnîşê dêmek girafîkê didine hemû birêd cabdar, û kopya vê girafîkê ser textê elametiyê darda dikin. Berpirsiyarê xizmetiyê gerekê serwaxt bin çaxê kifş dikin birêd ku civata dannasînkirinê derbaz kin. Berpirsiyar usa jî gerekê bîra xweda xwey kin, wekî derbazkirina rind ya vê civatê girêdayî ye tevî feresetêd hînkirinê û terbetiya wî birayî ku derbaz dike. Hergê di wan rojada ne rûspî, ne berdestiyê civatê û ne jî birêd dine cêribandî nikarin ewê civatê derbaz kin, hingê berpirsiyarê xizmetiyê gerekê kifş ke xûşka nixumandî û cêribandî, seva ku civatê derbaz ke. (Binihêre gotarê “Kengê Xûşk Gerekê Derbaz ke”).
6. Çira ferz e wekî birê ku civata dannasînkirinê derbaz dike, rind xwe hazir ke?
6 Çaxê em di Mekteba Dannasînkirinêda yan jî Civata Qulixiyêda derza distînin, bê şik em ewê yekê hildidin hesab û rind hazir dibin. Lê tenê hineka ji me destpêdikin hingê hazir kin derza xwe û dişirmîş bin, kengê rêda nin û diçine civatê. Anegorî wê yekê çaxê bira kifş dikin ku ew derbaz ke civata dannasînkirinê, ew gerekê ewê yekê hilde hesab û pêşda rind hazir be. Niha ji bo wê yekê ku wedê civata dannasînkirinê wê kêm be, gele ferz e rind hazir bin, seva ku kêrhatî derbaz be û wedê xweda xilaz be. Nava hazirbûnê usa jî dikeve, wekî pêşda têrîtoriya dannasînkirinê xwera hildin.
7. Derheqa çi gerekê şêwir bike birê ku civata dannasînkirinê derbaz dike?
7 Çi Şêwir Bikin: Rast e têrîtoriyek ji yê din cude dibe, lema jî xulamê amin seva her civata dannasînkirinê bernamê hazir nake ku çi şêwir bikin. Ew çargoşe “Wedê Civata Dannasînkirinê, Dikarî Şêwir Bikî”, dide kifşê ku çi dikarin şêwir bikin. Bi temamî, civata dannasînkirinê wê bi şêwirkirinê derbaz be. Hergê dest dide dikarî nava wê şêwirkirinêda temaşa rind hazirikirî nîşan kî, yan vîdêoye ji jw.org. Çaxê bira hazir dibe derbaz ke civata dannasînkirinê, wî çaxî ew gerekê dişirmîş be hela wê çi xûşk-bira hêlan ke û alîkariyê bide wan wedê dannasînkirinê.
8. Li ser civata dannasînkirinê rojêd Şemiya û Leda çi wê kêrhatî be ku şêwir kin?
8 Rojêd Şemiya heçî zef ji xûşk-bira bela dikin “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!”. Gelek xûşk-bira tenê rojêd Şemiya dikarin qulix kin, lema jî diqewime wanara wê çetin be bîra xweda xwey kin pêşanînêd ku wana li ser Qulixkirina xweye Tevî Malbetê hazir kirine. Lema jî dikare kêrhatî be wekî birê ku civata dannasînkirinê derbaz dike, şêwir bike derheqa cûrek ji pêşanînê ya ku li ser rûpêla paşin e ji “Qulixkirina Meye Padşatiyê”. Usa jî bira dikare şêwir bike, wekî çi cûreyî dikarin deng û besê teze, qewimandinêd mihalê yan cejina, tevî pêşanîna xwe girêdin ku bikaribin paşê serlêdanê bikin û wekî xweyê malê jî jûrnalê qebûl ke. Hergê hinek ji hazira îda dane xebatê ew jûrnal seva belakirinê, hingê birê ku derbaz dike gerekê bêje ku ewana kin nihêrandina xwe bêjin seva wê yekê yan qewimandinêd baş gilî kin. Roja Leda jî birê ku civatê derbaz dike gerekê anegorî wê yekê bike. Ew edebyetêd seva hînbûnê “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”, “Guh Bide Xwedê”, û kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” em dikarin her roj bela kin. Lema jî li ser civata dannasînkirinê, ewêd ku civatê derbaz dikin, dikarin kin şêwir bikin, wekî çawa yek ji wan edebyeta bela kin.
9. Derheqa çi bira dikare şêwir bike, hergê Şemî Leda civat di kampaniya mexsûsda kar dike?
9 Hergê Şemî Leda civat di kampanîa mexsûsda kar dike, hingê bira dikare şêwir bike wekî ça belakin jûrnalêd teze tevî teglîf kirinê yan jî belavoka. Yan jî ew dikare şewir bike ku çi gerekê bikin hergê xweyê malê hewasa xwe da kifşê. Xêncî wê yekê ser wê civatê xûşk-bira dikarin hine qewimandina gilî kin, yêd ku qîmeta wan kampaniya didine kifşê.
10, 11. Çira hazirbûna qulixkara ferz e, seva ku civata dannasînkirinê kêrhatî be?
10 Hazirbûna Qulixkara: Qulixkar jî dikarin di vê yekêda kar bikin, dêmek tiştekî bikin ku ew civat kêrhatî be. Çaxê ewana pêşda seva dannasînkirinê xwe hazir dikin wedê qulixkirina xweye tevî malbetê, hingê bal wana wê hebe wekî çi qulixkarêd dinênara gilî kin. Nava hazirbûna başda usa jî dikeve, çaxê qulixkar pêşiya hatina li ser civata dannasînkirinê pêşda hazir dike ew jûrnal û edebyeta, kîjana ku ewê bide xebatê. Çimkî bi saya wê yekê her kes wê bikaribe bê eglekirin ji odê derkeve û here dannasînkirinê.
11 Usa jî gelek ferz e wekî xwera bikine xeyset hinek zû bêne li ser civata dannasînkirinê. Hilbet em wedê xweda têne li ser hemû civata. Xêncî wê yekê çaxê em derengî dikevin li ser civata dannasînkirinê, ew yek dikare hine çetinaya çêke. Çi cûreyî? Birê ku civatê derbaz dike, rêberiyê hildide destê xwe ku hilde hesab hine tişta, pêşiya ku komê saz ke. Hergê gelek qulikar nehatine li ser vê civatê, hingê bira dikare her kesa ji wan bişîne li ser têrîtoriya ku bi temamî nehatiya xebitandinê. Hergê hineka ji riya dûr têne li ser civata dannasînkirinê û diçine dûr li ser têrîtoriyê, hingê bira dikare ewan qulixkara verêke tevî wan kê pê avtê ye. Usa jî hergê xûşk diçine li ser têrîtoriya xof kîderê ku zulmî diqewimin, hingê birê cabdar dikare bira tevî wan kifş ke yan wana bişîne ku nêzîkî wî cî bin kîderê ku koma xûşka dannasîn dike. Qulixkarêd sihet-qewata kîjana ku sist e, bira dişînin li wan ciya kîderê ku riya baş e, yan jî li wan avaya kîderê ku hine qet hene. Qulixkarêd teze jî, bira kifş dike tevî wan yêd ku cêribandî ne. Lê çaxê qulixkar derengî dikevin li ser civata dannasînkirinê, hingê birara lazim e hemû tişt tezeda safî ke wekî alî wan bike yêd ku derengî ketine. Tebyetiye wekî carna cem me dikarin meniyêd ferz hebin seva çi jî em derengî dikevin. Lê hergê ew mera bûye xeyset, em dikarin ji xwe bipirsin: “Dibeke ez derengî dikevim ji bo wê yekê ku dişirmîş dibim wekî civata dannasînkirinê ne jî usa ferz e. Yan jî diqewime ez pêşda xwe hazir nakim, seva ku bême ser civata dannasînkirinê”.
12. Çi tu gerekê hildî hesab çaxê xwexa safî dikî tevî kê herî dannasînkirinê?
12 Qulixkarêd ku têne li ser civata dannasînkirinê, dikarin xwexa pêşiya destpêkirina civatê hevra xeber din ku wê tevî kê derkevin û kuda herin. Hergê gelek car tu xwexa heval-xizmetkar xwera dijbêrî, dikarî dişirmîş bî wekî hinek di qulixkirinêda “fire bî”. Dêmek dewsa ku her car tevî hevalêd xweye nêzîk dannasîn bikî, dikarî tevî cûre-cûre qulixkara şixulkarî bikî (2 Korn. 6:11-13). Tu dikarî car-cara tevî qulixkarêd teze dannasîn bikî, ku alî wan bikî feresetêd xweye hînkirinê baş kin? (1 Korn. 10:24; 1 Tîmt. 4:13, 15). Rind guh bide wan rêberiya ku tera didin, usa jî ewan rêberiya wekî kîderê gerekê destpêkî dannasîn bikî. Çaxê civat xilaz dibe, pilanêd ku hatine safîkirinê neguhêze û bê eglekirin derkeve û here li dannasînkirinê.
13. Hergê her kes bi xîret bike ewê yekê çi ku ji wî tê xwestinê, hingê çawa civatêd seva dannasînkirinê wê bona me kêrhatî bin?
13 Paşê dannasînkirinê, 70 şagirtêd Îsa kîjana ku ewî şandibû, “bi eşq û şa vegeriyan” (Lûqa 10:17). Bê şik Îsa tevî şagirtêd xwe top bû pêşiya derketina wan li dannasînkirinê, û alî wan kir ku serfiraz bin. Roja îroyîn jî nêta civatêd dannasînkirinê wê yekêda ne, wekî karê bistînin û serfiraz bin. Hergê her kes bi xîret ewê yekê dike çi ku ji wan tê xwestinê, hingê civatêd seva dannasînkirinê wê me hêlan kin, hazir kin û alî me bikin biqedînin ew şixulê xwe ku “hemû miletara” şedetiyê bidin (Met. 24:14).
[Çargoşe ser rûpêla 4]
Em gerekê hesab nekin ku civatêd seva dannasînkirinê, ji civatêd dinêna gelek ferz nînin
[Çargoşe ser rûpêla 5]
Çaxê birê cabdar seva civata dannasînkirinê xwe hazir dike, ew gerekê dişirmîş be hela wê çi hêlan ke xûşk-bira û alîkariyê bide wan, wedê dannasînkirinê
[Çargoşe ser rûpêla 6]
Kengê Xûşk Gerekê Derbaz ke
Xûşk gerekê serê xwe girêde, rûnê û usa civatê derbaz ke. Ew çi ku ewê şêwir bike, anegorî wê yekê be derheqa çi jî wê bira şêwir bikira. Dewsa ku şîreta bide guhdara, ew gerekê tevî komê şêwir bike. Hergê ew xûşk, xûşkeke dinê teglîf dike ku dua bike, ew jî gerekê serê xwe girêde. Hergê xûşkê civat destpêkir, û hine wededa birê nixumandî tê, hingê xûşk gerekê wî teglîf ke ku ew civatê berdewan ke û xilaz ke. Berpirsiyarê xizmetiyê gerekê hîviya derecêd usa be û rêberiya lazim bide, ku derecêd usa hindik bin. Mesele birê gelek cahil, diqewime neghîştî û nixumandî tê li ser wê civatê çaxê xûşk derbaz dike, lê rûspî hesab dikin ku ew bira hela hê cêribandî nîne seva ku ewê civatê derbaz ke. Derecêd usada berpirsiyarê xizmetiyê dikare elam ke wanara yêd ku têne li ser wê civatê wekî xûşk hatiye kifşkirinê seva derbazkirina wê civatê. Lê paşê bira gerekê dua bike, hergê rûspî dişirmîş dibin ku ew seva wê yekê cêribandî ye. Yan jî diqewime wekî li ser vê civatê birê gihîştî hazir e, yê ku ji bo hine meniya, derheqa kîjana ku rûspî zanin, ew nikare civatê derbaz ke yan dua bike. Bira, xûşkêra evan meniya eyan nake, lê pêşda wêra dibêje ku hergê ew bira jî hazir e, yeke ew xûşk gerekê civatê derbaz ke û dua jî bike. Rûspî dikarin usa jî bêjin wî birayîra wekî kîjan roja ew xûşk wê civata dannasînkirinê derbaz ke.
[Çargoşe ser rûpêla 6]
Wedê Civata Dannasînkirinê, Dikarî Şêwir Bikî:
• Cûrek ji pêşanînê ji “Qulixkirina Meye Padşatiyê”.
• Vîdêoyek derheqa qulixkirinê ji jw.org.
• Hine tiştêd ku dikevine nava pêşanîna baş. Mesele pêşxebera me, çêkirina hîm seva serlêdana dubare yan jî çaxê edebyetêd me hildidin çawa em dikarin dîna wan bidin li ser qurbankirina pera ku wê yekêva girêdayî ne.
• Rêzêd hêlankirinê yan hînkirinê, yêd ku qulixkirinêva girêdayî ne.
• Qewimandinêd wedê dannasînkirinê, ku hatine neşir kirinê yan jî mihalêda qewimîne.
• Elametî ji gotarê ya “Qulixkirina Meye Padşatiyê”.
• Elametiya ji pareke Civata Qulixiyê ku derbaz bûye.
• Elametiya derheqa dannasînkirinê ji “Birca Qerewiliyê”.
• Elametiya derheqa dannasînkirinê ji edebyetêd usa, ça “Mekteba Dannasînkirinê” û “Pey Min Werê”.
• Tiştekî ji jw.org yêd ku qulixkirinêda dikarin bidine xebatê.
• “Welgerandina Dinya Teze” ya tezekirî, ku em dikarin li dannasînkirinêda bidine xebatê.
• Çawa destpêkin xeberdanê çaxê di mihala xweda rastî atêîsta, êvolûsîonîsta, Îndûsa û Bûdîsta tên.
• Çawa caba wan bidin, yêd ku xeberdana me dibirin.
• Çawa dikarin alî heval-xizmetkarê xwe bikin, seva ku dannasînkirina wî ber derî hê kêrhatî be.
• Çawa caba wan bidin, yêd ku li ser zimanê din xeber didin.
• Çawa şedetiyê bidin cûrêd dannasînkirina usada, mesele bi têlê, li ciyêd ku gelek meriv top dibin, wedê serlêdanêd dubare, yan jî hînkirina Kitêba Pîroz.
• Bîra xweda xwey kin rêberiyê derheqa bêxofiyê, merîfetî, rabûn-rûniştandina baş, nihêrandina pozîtîv û tiştêd vî cûreyî.