Qutiya Meye Haceta seva Hînkirinê
1. Çida Mesîhî mîna hosta ne?
1 Hosta cûre-cûre haceta dide xebatê. Hine hacet lazim tên car-cara, hinek lazim tên seva ku şixulên mexsûsda ev bidine xebatê, lê hene hacetên usa jî, kîjan ku timê têne xebitandinê. Cem hostayê cêribandî, timê hacetên sereke hene di qutiya wîda, û ewana gelek lazim in xebatêda. Kitêba Pîroz hemû Mesîhiya hêlan dike, seva ku di qulixkirinêda xwe bidine xebatê û bibine “palekî usa ku şerm” nekin (2 Tîmt. 2:15). Lê qutiya meye hacetada, kîjan hacet hê gelek ferz e? Haceta sereke, ev Xebera Xwedê ye, ya ku em didine xebatê, seva ku meriya “bikin şagirt” (Met. 28: 19, 20). Xêncî wê yekê em gerekê bixebitin, seva ku hê cêribandî bin û “xebera rastiyê rast” şirovekin. Lê dîsa hacetên din di qutiya meda hene, kîjan ku em gelek car didine xebatê, û gerekê rind wana lêkolîn bikin, seva ku rastiyê meriya hîn kin (Metlk. 22:29).
2. Hacetên meye sereke seva hînkirinê, kîjan in?
2 Hacetên Meye Sereke, seva Qulixkirinê: Xêncî Kitêba Pîroz, em dîsa kîjan hacetên din gerekê bidine xebatê? Haceta sereke, ya ku cem me seva hînkirina rastiya Kitêba Pîroz heye, ev heye kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” Paşî xilazkirina hînkirinê bi vê kitêbê, em didine xebatê kitêba “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey ke”. Ev yek alî meriva dike ku prînsîpên Kitêba Pîroz, jîyîna xweye herrojîda bidine xebatê. Xêncî wê yekê em gerekê bibine cêribandî ku evan du edebyeta hê rind bidine xebatê. Hine ji van broşûra jî gerekê nava qutiya meye hînkirinêda bin. “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”, yek ji haceta sereke ye, bi çi jî em dikarin hînkirina Kitêba Pîroz destpêkin. Hergê mihala meda hene merivên usa, yên ku xwendinê nizanin, yan jî li ser zimanê usa xeber didin, ser kîjanî ku tenê çend edebyet hene yan jî qe tune, hingê em dikarin usa jî bidine xebatê broşûra “Guh Bide Xwedê” yan “Guh Bide Xwedê û Bijî Heta-Hetayê”. Dîsa haceteke sereke cem me heye, bi alîkariya kîjanî ku em dikarin alî meriya bikin bibine endemên organîzasyona me. Ev heye broşûra “Kî Îro Qirara Yahowa Diqedîne?” Usa jî cem me vîdêo hene, bi saya çi jî em dikarin meriya bikine şagirt. Ev vîdêoya “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?”, “Çi Diqewime Oda Civatêda?”, “Gelo Navê Xwedê Heye?”. Eva ew hacet in, yên ku em gerekê rind hîn bin, seva ku baş bidine xebatê.
3. Gotarên ji “Qulixkirina Meye Padşatiyê” ku wê hebin, çida alî me bikin?
3 Gotarên ji “Qulixkirina Meye Padşatiyê”, yên ku wê hebin, alî me bikin bibine hê cêribandî, seva ku rind bidine xebatê edebyetên sereke, yên ku qutiya meda nin seva hînkirinê. Hergê em ji aliyê xweda hemû tiştî dikin, seva ku bi hostatî evan haceta bidine xebatê, hingê emê timê bikaribin dîna xwe bidine evê rêberiyê, “haş ji xwe û hînkirina xwe hebe”. Her gav nava wanda bimîne, çimkî bi vê yekê tê xwe xilaz kî û wan jî, kîjanên guhdariya te dikin (1 Tîmt. 4:16).