“Xwe nava Hezkirina Xwedêda Xwey ke”
1. Ev kitêba “Xwe nava Hezkirina Xwedêda Xwey ke”, bi çi nêtî hatiye neşirkirinê?
1 Em çiqas şa ne, ku destpêbûyî ji heftiya 19 Cotmehê sala 2015, li ser Hînbûna Kitêba Pîroz di Civatêda emê derbaz bin kitêba “Xwe nava Hezkirina Xwedêda Xwey ke”! Ew nema, ya ku Koma Rêberiyê li ser rûpêla pêşin seva her kesa nivîsî, bi van giliya xilaz dibe: “Gumana me heye ku eva kitêba wê alî te bike wekî hertim bijîyî anegorî rastiyê û bi wî cûreyî xwe nava hezkirina Xwedêda xwey kî. Û ew yek wê tera emirê heta-hetayê bîne” (Cihûd. 21).
2. Ev kitêba teze kîjan aliyên jîyîna meda wê alî me bike?
2 Kara vê Kitêbê: Çawa em dikarin prînsîpên Kitêba Pîroz hemû aliyava jîyîna xweda bidine xebatê, mesele heleqetiya xweda tevî meriva, wedederbazkirinêda, qedirgirtina hukumetêda, xeyset-hunurên şexsîda, zewacêda, xeberdanêda û eyd-qeydada? Îsafa me wê li gora prînsîpên rast, ya ku di Xebera Xwedêda hene, rêberiya me bike (Zeb. 19:7, 8). Çaxê em hê zêde derheqa nihêrandina Yahowa pêdihesin, hingê guhdariya me wê hemû aliyên jîyîna meda, me hêlan dike dilê Yahowa şa kin (Metlk. 27:11; 1 Yûhn. 5:3).
3. Çima em gerekê rind hazir bin, seva ku her heftî wedê şêwirkirinê caba xwe bidin?
3 Hazir be Caba Xwe Bidî: Çaxê xwe hazir dikî, bira nêta te ew be ku di civatêda pesna bidî Yahowa (Îbrn. 13:15). Temamiya civatê, wê tevayî şêwir ke evê kitêba teze seva hînbûnê. Parên biçûk ya têmayê ku wê bêne şêwirkirinê, mecalê bidine her kesa ku rind xwe hazir kin û paşê caba xwe bidin û bêjin ku çi seva xwe hîn bûne. Cabên meye rind hazirkirî, wê yên dinêna jî hêlan kin caba xwe bidin. Û bi vê yekê şêwirkirina têmê, wê gelek hewas derbaz be (Îbrn. 10:24). Xêncî wê yekê şabûna me di vê yekêda wê hê zêde be, çimkî bi wê yekê em baweriya xwe didine kifşê.
4. Çima ferz e ku em temiyên Yahowa biqedînin?
4 Şeva pêşiya mirina xwe, Îsa dîna xwe da wê yekê ku temiyên Xwedê biqedînin û nava hizkirina wîda bimînin (Yûhn. 15:10). Bi alîkariya vê kitêbê “Hezkirina Xwedê”, emê hê zêde hêlan bin jîyîna xweye her rojîda prînsîpên Kitêba Pîroz biqedînin, û ‘xwe nava hezkirina Xwedêda’ xwey kin (Cihûd. 21).