“Ew Xeber Bira Dilê Weda bin”
Dê-bav mîna şivana ne. Ewana gerekê rind miqatî zarên xwe bin, çimkî zar dikarin hêsa bixelifin û eciz bin (Metlk. 27:23). Çawa dê-bav dikarin evê cabdariya xwe biqedînin? Ewana gerekê her roj tevî zara wede derbaz kin û tevî wan xeber din, seva ku pêbihesin hela çi dilê wanda ye (Metlk. 20:5). Xêncî wê yekê, dê-bav gerekê bi hacetên qewî, baweriya zarên xwe bişidînin (1 Korn. 3:10-15). Vîdêoya “Ew Xeber Bira Dilê Weda bin”, dîna me dide li ser wê yekê ku çiqas ferz e hergav, qulixkirina tevî malbetê derbaz kin. Evê vîdêoyê tevî malbetê binihêre û paşê ewan pirsa şêwir ke.
(1) Çima malbeta Tomans nikaribû pêda dîna xwe bide tiştên ruhanî? (2) Çima pêşiyê Birê Tomans nikaribû bi serfirazî qulixkirina tevî malbetê derbaz ke? (3) Kîjan şîreta ji Kitêba Pîroz alîkariyê dide ku baş zara mezin kin? (Qan. Dcr. 6:6, 7) (4) Çi dikare alîkariyê bide, seva ku malbetêda helaqatiya her kesî tevî hev baş be? (5) Dê-bav seva zarên xwe ji aliyê xweda çi gerekê bikin? (6) Çi cûreyî xûşk û birê Barow baş hukum kirin li ser malbeta Tomans? (Metlk. 27:17) (7) Çi gerekê malxê malê pêşda bike, seva ku qulixkirina tevî malbetê kêrhatî be? (8) Çi kir Birê Tomans, seva ku halê malbeta xwe baş ke? (9) Çima ferz e ku qulixkirina tevî malbetê, hergav derbaz be? (Efes. 6:4) (10) Çi hine tişt hene, seva ku qulixkirina tevî malbetê kêrhatî be? (11) Çawa Birê Tomans bi sebir alî Markûs kir qîmet ke ewê yekê, ku çiqas ferz e bikin ew çi ku rast e? (Yêrem. 17:9) (12) Çawa Birê Tomans jina xweva, tevî Rebekayê şêwir dikirin, ku alî wê bikin safîkirina rast bike, derheqa heleqetiya wê tevî Yûstîn? (Marq. 12:30; 2 Tîmt. 2:22) (13) Çaxê Birê Tomans tevî jina xwe safî kirin hine guhastina di jîyîna xweda bikin, çawa ewana baweriya xwe dane kifşê? (Met. 6:33) (14) Çawa ev vîdêo dide kifşê, ku seva malxê malê ferz e xem bike bona ruhaniya malbeta xwe? (1 Tîmt. 5:8) (15) Lê tu ça malxê malê, çi difikirî?
BONA MALXÊ MALÊ: Ev drama modêrn hatibû nîşankirinê li ser civata mezine sêrojî di sala 2011-da. Wî çaxî te dîna xwe dayê ku çi gerekê bikî, seva ku qulixkirina xweye tevî malbetê hê baş kî? Lê niha ev çawa ne? Hergê hine guhastina lazim e bikî, ji kerema xwe bi duakirinê evan guhastina bike, seva ku malbeta te, kara her-heyî ji vê yekê bistîne (Efes. 5:15-17).